Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE), biryara xwe ya navberê ya têkildarî dosyaya “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan” eşkere kir. Komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku tavilê gavan biavêje û Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatibû avakirin, dikare ji bo gavên pêwîst bê bikaranîn. Komîsyona Meclise ku vê heftê civîna xwe ya 11emîn a guhdarkirinê pêk anî û dihat payin ku dê piştî vê heftî civînên guhdarkirinê bi dawî bibin. Komîsyonê civînên guhdarkirinê dirêj kirin û hefteya bê jî civînên guhdarkirinê yên komîsyonê dê berdewam bikin.
Endamê Komîsyonê û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Cengîz Çîçek tekildarî biryara Komîteya Ewropa û pêywîra Komîsyona Meclise ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Abdullah Ocalan aktore serekê ye’
Cengîz Çîçek diyar kir ku mafê heviyê mafekî hiqûqî ye û derbarê biryara Komîteya Ewropa de diyar kir ku ew biryar tê wateya ku komîte li gor pêywîra xwe tevnagere. Cengîz Çîçek anî ziman ku destnîşan kirina komîsyona meclîse girîng e û wiha got: “Mixabin nîqaşên têkildarî birêz Abdullah Ocalan teng tên destgirtin. Tenê weke ku birêz Abdullah Ocalan ji bo bêdengkirina çekan berpirsyar e. Ev ne rast e. Birêz Abdullah Ocalan aktorekî siyasî û polîtîk e. Gelê Kurd weke Rêberê xwe dibîne û li cihanê jî gelek kes weke rêber dibînin. Ya din jî birêz Abdullah Ocalan weke ku di pêvajoyê de aloziyan çareser bike tê dîtin û bi vê ve tê sînorkirin. Ew jî ne rast e. Birêz Abdullah Ocalan bi van ve nayê sînorkirin. Birêz Abdullah Ocalan aktore serekê yê pêvajoyê ye. Rista Abdullah Ocalan ku pêvajo bigêje vê astê gelek zêde ye.”
‘Berpirsyariya serekê ya komîsyonê guhdarkirina birêz Abdullah Ocalan e’
Di berdewama axaftina xwe de Cengîz Çîçek bal kişand ser rola komîsyonê, tekildarî ‘Mafê heviyê’ ev tişt gotin: “Beriya her tiştî divê birêz Abdullah Ocalan be guhdarkirin. Em her tim dibêjin; Birêz Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê tevgereke Kurd e. Bi fikir û pêşniyarên xwe ve di sedsala komarê de ji bo avakirina komareke demokratîk jî aktoreke avakar e. Ji bo pêvajo pêş ve biçe û bigihije encameke girîng, guhdarkirina birêz Abdullah Ocalan pêwîst e. Peywîra sereke ya komîsyonê jî hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Xebata ku ji niha şûn ve em bidin pêşiya xwe û li ser bixebitin û ji komîsyonê re nîqaş bikin jî ev e. Helbet hevdîtinên me hene û em li ser gotûbêj dikin. Di vê mijarê de em hinek pêşveçûn jî hene. Heke di vê pêvajoya ku me çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd da partiyên siyasî pêşiya xwe li gor vê mijara sed salê nenêrin û bikevin pêy berjewendiyên xwe yên rojanê wê demê pirsgirêka kurd jî birêz Abdullah Ocalan jî tê alavkirin. Ji ber wê jî berpirsyarê çaresernekirina pirsgirêka kurd, siyaset e. Em di vê pêvajoyê de jî ji bo siyaset berpirsyara xwe pêk bînê dixebitin. Avabûna komîsyonê jî dîrokî ye û bi tevlibûna partiyên siyasî jî yekem carê ji aliyê siyasetê ve wek berpirsyariyek hatiyê dîtin. Divê ji bo guhdarkirina birêz Abdullah Ocalan tu kes hesabên biçûk neke. Me jî di vê mijarê de gelek niqaş kirin. Di Cotmehê de an jî beriya wê berpirsyariya herî mezin a komîsyonê guhdarkirina birêz Abdullah Ocalan e. Em jî di wê baweriyê de ne.”
‘Karê komîsyonê amadekirina pêşnûmeya qanûnî ye’
Cengîz Çiçek destnîşan kir ku ji bo pêvajo bigihijê encameke, divê zemîna hiqûqî bê amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Guhdarkirina li nûnerên saziyan pir dirêj ajot. Jixwe di pêvajoya 2013an de jî saziyên ku nehatin guhdarkirin neman. Yanî em tiştek nû keşîf nakin. Di sala 1993an vir ve li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd lêgerîn hene. Tecrûbeyên me hemûyan jî hene. Em hemû jî dizanin divê çi were kirin û çi neyê kirin. Heke pêvajo hinek din dirêj bibe wê enfektê bibe ji bo wê jî divê hemû kes berpiryarî bigirin. Helbet karêkî baş hat kirin, pêşniyarên baş hatin kirin ew jî bi wate bû. Lê divê komîsyon karê xwe yê esasî bike. Karê komîsyonê yê esasî jî ev e. Komeke endamên PKKê li ser banga birêz Abdullah Ocalan çekên xwe şewitandin. Divê zemîna hiqûqê ya van gavên hatinê avetin bê peydakirin. Heke rastî jî em bixwazin pêvajoya şer biqedînin, berpirsyarê vê yekê ne tenê birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Kurd e. Ev mesele ne meseleya teror an jî ewlehiyê ye. Dema wisa be bi vê navkirinê nabe. Bahçelî jî dibêje çûk bi yek baskî nafirê. Ji bo çûk bifirê pêdivî bi herdû baskan heye. Baska dûyemîn jî ew e ku komîsyon hewcedariyên pêşnûmeya hiqûqî amade bike. Anku yên çek berdane dê çawa tev li civakê û siyaseta demokratîk bibin. Ji bo wê divê qanûn hebin. Ji ber wê yekê divê di vê pêvajoyê de em hemû li ser qanûneke pêvajoyê jî rawestin.”
‘Divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin’
Cengîz Çîçek bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û wiha axivî: “Anku ji aliyekî ve birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Kurd dê gavan bavêjin ji aliyê din vê jî dê tecrîd berdewam bike. Ev nabe. Mehekê hevdîtin nebûn. Yanî ev dê çawa bibe. Divê birêz Abdullah Ocalan rojane hevdîtine bike û tev li pêvajoye bibe. PKKê jî got tenê şertê wan ew bû ku birêz Abdullah Ocalan weke aktorekî serekê tev li pêvajoyê bibe. Mafê heviyê jî ev e. Komîsyon jî divê têkildarî mafê heviyê rola xwe bilîze û şert û mercên birêz Abdullah Ocalan baş bike. Di pêvajoyên pêş de em ê nîqaşên vê yekê jî bikin. Komîsyon li ser van mijaran rola xwe bilîze, em dikarin di pêvajoyê de ber bi qonaxeke encamgirtî ve biçin.”
‘Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve’
Cengîz Çîçek herî dawî diyar kir ku armanca Abdullah Ocalan hebûna hiqûqî ya kurdan bi dewletê bide qebûlkirin e û got: “Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya parêzeran de jî gotibû. Armanca serekê ya birêz Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de ew ê ku komarê demokratîk bike. Ji bo komar demokratîk bibe divê gelê Kurd û siyaseta kurd weke hiqûqî qebûl bike. Ew tenê ji bo Kurdan nabe destkêftiyek ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê destkêftiyeke. Em bi armanca birêz Abdullah Ocalan bînin ziman. Birêz Abdullah Ocalan dixwazê kurdan ji deryê hiqûqê re derbas bike û hebûna kurdan bide naskirin. Ji bo hebûn û hiqûqa kurdan were naskirin divê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve gav bên avetin. Ev yek jî bi guherandina heşmendiyê ve pêkan e. Armanceke me jî têkildarî pirsgirêka kurd hem guherandina mejiyê civakê ye hem jî mejiyê dewletê ye. Guherandina ber bi heşmendiya demokratîk e. Heke ev pêk nayê em ê derdora pirsgirêkê bizîvirin. Heke em bi rastî bixwazin li Tirkiyeyê demokrasî çêbe, divê pirsgirêka kurd were çareserkirin. Ankû bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, demokrasî nayê li Tirkiyeyê. Divê em hemû vê rastiya bingehîn qebûl bikin. Di serî de Komîsyon, divê partiyên ku endam dane komîsyonê û her kes vê yekê qebûl bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd dê bi demokrasiyê çêbe. Em hem ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hem jî ji bo ku rêya têkoşîna Komara Demokratîk a Tirkiyeyê bi awayeke hêztir veke, wekî duh, îro û sibê em ê bi hemû hêz û baweriya xwe ve têbikoşin.”