9 HEZÎRAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Perspektîfên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî Kongreya PKKê kir aşkere bû

Belgeyên ku ji 4 xalan pêk tên û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo fesixkirin û çekberdana PKKê pêşkêşî kongreya 12emîn kiribû hatin weşandin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Di bangê de destnîşan dike ku PKKê êdî emrê xwe tijî kiriye û wiha dibêje: “Partî û cemîyetên ku hebûna wan bi darê zorê tune nebûye, dikare bi dildarî û ango ji bo bi dewletê û civakê re bibe parçeyek, divê kongreya xwe pêk bînin û biryarê bigirin. Divê hemû kom dest ji çekan berdin. Divê PKK xwe fesix bike.”

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê di navbera 5 û 7ê Gulanê de 12emîn Kongre kom kir û biryar da ku xwe fesix bike û dawî li bikaranîna çekan bîne. Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pêşkêşî kongreya PKKê bike di 25ê Nîsanê û 27ê Nîsanê de 2 belgeyên cuda amade kirin. Rojnameya Serxwebûnê jî ev hejmara xwe ya 521an ji biryarên Kongreyê re veqetand û ev belgeyên dîrokî weşand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku PKK xwe fesix bike û dawî li çekan bîne belgeyên ku ji 4 xapan pêk tê pêşkêşî kongreyê kir. Ev belge bingeha biryarên Dîrokî ya PKKê ava dike.

Belgeyên ku ji 4 xalan pêk tên û Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê dike wiha ne:

Em dikevin destpêka serdemeke dîrokî

“Rêhevalên Hêja!

Dîroka têkoşîna me 52 sal û 1 meh û 1 hefte li pey xwe hişt. Bi awayekî fermî bi dawî bû. Em serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyek şênber; em dixwazin ku ji Sosyalîzma bi armanca Netew-Dewletê, derbasî Sosyalîzma Civaka Demokratîk bibin. Bi vê yekê em dixwasin dest bi serdemeke dîrokî bikin. Wekî her tiştî destpêk û taliyek heye. Ev serdem ji ber çar sedeman divê li pişt bimîne.

1- PKK bi awayekî cewherî temenê xwe temam kiriye. Ji ber vê yekê divê bi fermî xwe fesix bike. Bi vê yekê qesta tê kirin, sosyalîzma-Reel ji ber sedemên navxweşî hilweşiya û pêdivî bi rêya sosyalizmeke din heye. Ev rewşa naskirina nasnameya Kurd û xwe temamkirinê ye.

2- Têkoşîna şerê çekdarî, bi armanca stratejiya Netew Dewletê bû. Ji vê armancê derketin û derbasbûna bernameya civaka demokratik, pêwistiyê bi siyaseta demokratîk hiqûqê dibîne. Ji ber vê yekê divê dest ji têkoşîna çekdarî berde. Divê li hemberî hev siyaseta demokratîk nas bikin û li ser ewlehiya hiqûqî ya tevahî û zexm xwe saz bikin.

3- Hemû hevdîtin û diyalogên ku li ser navê PKKê bi dewletê re dihatin kirin, ji ber ku nedihatin qebûlkirin, pêdivî bi fesixkirinê hat dîtin. Cemawerî jî li ber çavan hat girtin û em gihiştin vê encamê.

4- Ji bo em derbasî serdemeke dîrokî ya; “Aştî û Civaka Demokratîk” bibin, ev gavek pêwist e. Ev paradîgma; hem di aliyê naverokê de û hem jî di aliyê formê de alternatifa serdema yekemîn e. Ji ber vê yekê biryarên ku der barê civaka demokratîk, siyaseta wê û têkiliya hiqûqê de bêne gritin, di asta dîrokî de ye. Ez ji vê yekê bawer dikim û serkeftinê dixwazim.

Israra di Mirovahiyê de israra di Sosyalizmê de ye.

Sosyalîzma Netew Dewletê têk dibe; Sosyalîmza Civaka Demokratîk dibe serekftinê.

27 Nisan 2025

Abdullah OCALAN