Di cotmeha 2024an de bi silavdayîna Devlet Bahçelî ya koma DEM Partiyê re li Tirkiyeyê behsa pêvajoyeke nû hat kirin. Hevdîtina Omer Ocalan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştre çûyîna şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê re piştî salan gotin û wêneyên Abdullah Ocalan bi raya giştî re hatin parvekirin.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1ê adarê de bi erênî hat bersivandin. Piştî vê bersivê PKKê kongreya xwe ya 12emîn pêk anî xwe fesih kir. Di 11ê tîrmehê de jî merasîmeke li dar xist û hin çekên xwe şewitan.
Em der barê pêvajoya heyî, gavên ku divê dewlet bavêje û li ser encamên pêvajoyê bi şîrovekarê siyasî Abdullah Hîcab re axivîn.
Wek tê zanîn niha di navbera Tirkiye û PKKê de pêvajoya diyalogê hatiye destpêkirin. Ev pêvajoya ku destpêkiriye dê bandoreke çawa li tevliheviya Rojhilata Navîn bike?
Pêvajoya heyî ku li gor kurd daxwaz dikin pêşbikeve xwedî girîngiyek e. Ev encam dê rewşa li Rojhilata Navîn a siyasî, neteweyî û civakî ber bi başbûneke ve bibe. Ji bo Rojhilata Navîn dê bibe rûpeleke nû. Hê zûye ku em bibêjin dê pêvajo li gor daxwaza kurdan pêk bê yan na. Lê li gor rewşa heyî diyar e ku dê pêvajo berdewam bike.
Dema ku Tirkiye nêrîna xwe biguherîne û kurdan di nav siyasetê de qebûl bike û mafên wan nasbike biguman dê vê rewşê bandor li hemû Rojhilata Navîn bike. Wek tê zanîn di salên dawî de Rojhilata Navîn ji aliyê nasname, rêveberî û siyasî de ketiye nav kaosê. Pirgirêkên çandî, civakî û olî yên li herêmê her roj kurtir dibin. Civak ji hev diqetin. Ev jî encama polîtîkayên ku di sedsala dawî de tên meşandin in. Ev polîtîkaya şaş êdî ketiye qonaxeke ku nikare bi rêve biçe. Ji ber vê yekê guherîna vê siyasetê ji bo destpêkeke nû xala bingehîn e.
Îro hem hêzên desthildatdar hem jî aliyên ku dixwazin mafên wan werin nasîn dîzayneke nû dixwazin. Daxwaza kurdan ew ku di dîzayna nû de hemû pêkhate karibin bi taybetmediyên xwe bijîn. Ji ber vê yekê em dibên heke vê pêvajoyê li ser esasê ku kurd dixwazin bi encam bibe dê ji sedî sed li Rojhilata Navîn şer bi dawî bibin û aştî pêş bikeve.
Dema pirsgirêka kurd çareser bibe dê Kurdistan di navbera gelan, çandan û baweriyan heta di navbera dewletan de dibe pira ku di dewsa şer de aştî were hilbijartin. Ji bo ev pêk bê jî divê di hişmendiya desthilatdaran de guherîneke bingehîn pêk were.
Dewletên ku îro li ser axa Kurdistanê dagirker in pêvajoya di navbera PKK û Dewleta Tirk de çawa pêşwazî dikin? Herwiha rola dewletên wek DYA û Rûsya dê di vê pêvajoyê de çi be?
Bêguman dewletên ku bi hişmendiya dagirkeriyê û yekperestiyê hatine avakirin naxwazin guherîn pêk were. Lewma dewletên wek Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye jî di nav de bixwe naxwazin guherîn çêbibe. Lewma jî ji bo têkbirina vê pêvajoyê çi ji destê wan bê dê bikin.
Îran bixwe niha hewl dide ku li herêmê nearamî hebe. Ji ber ku naxwaze pirsgirêka kurd çareser bibe û aştî pêk were. Ji ber ku dema daxwazên kurdan bikevin meriyetê û bi qanûnan mîsoger bibin, rê ji fanatîzma olî re namîne. Desthiladariya îro li Îran, Iraq û Sûriyeyê bixwe bi fanatîzma olî tên rêvebirin. Ev desthilatdarî li dijî wekhevî, aramî û bi hev re jiyanê ne. Ev desthildatdarî hem naxwazin ku kurd bibin hêzeke xurt hem jî naxwazin ku bi temamî ji hêzê bikevin. Di sedsalên derbasbûne de kurd li dijî desthilatdariyan serhildanan pêk aniye. Hêzên derva xwe wek alîgirê van serhildanan nîşan dane û nehiştine ku kurd bigihîjin encamê û mafên xwe bi dest bixin. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku Iran, Iraq û Sûriye bixwazin ev pêvajo bi encam bibe.
Lê rewşa Rûsya û DYAyê hin cudatir e. Rûsya û Amerîka dixwazin li gor berjewendiyên wan aştî pêk were. Amerîka dixwaze dîzayneke nû li herêmê çêbibe. Di vê dîzanya nû de dibe ku destkeftiyên gelên bindest bê parastin. Di be dîzayna ku DYA û kurd dixwazin ji sedî sed ne wek hev bin lê di rewşa niha de ji ber ku kurd tune tên hesibandin kurd bixwe alîgirin ku dîzayna nû pêk bê.
Li aliyê din DYA dixwaze Tirkiye xurt bibe û karibe mudexaleyê Rojhilata Navîn bike, lê ewbet dixwazin ku vê Tirkiyeyê girêdayê wan be. Ji bo Rûsyayê jî rewş bi heman awayê ye. Di nîşaneyên heyî de tevî ku berjewendiyên wan ji hev cuda ne jî diyar dibe ku DYA û Rûsya dixwazin pêvajoya heyî bi aştiyê bi encam bibe, lê ji bo vê jî divê Dewleta Tirk di nêzikatiya xwe de cidî be.
Heke pêvajo pêşbikeve dê Tirkiye nêzikatiya wî ya li hemberê kurdên li Başûr, Rojhilat û Rojava di çawa be?
Tirkiye heke di yasayên xwe yên bingehîn de guherînan pêk bîne, nêrîna dewletê biguhere û kurdan wek pêkhateya sereka ya vî welatê nas bike û nasname, çand û zimanê kurdan qebûl bike bêguman dê bandoreke erênî li aliyên din Kurdistanê jî bike. Niha li Başûr statuyeke federal heye. Tirkiye ji rengê vê statuyê heznake. Lê berjewendiyên xwe di wir de dibîne loma dan û standinê dike. Dema pêvajoya li Tirkiyeyê bi aştiyê bi encam bibe dê nêzikatiya Tirkiyeyê ya heta niha wek taktîk bikartîne biguhere têkiliyeke stratejîk. Dê statuya Başûr wek statuyeke siyasî nas bike. Ev jî dê rê li ber bikaranîna mafên siyasî yên Başûr vebike. Heman tişt ji bo Rojava jî derbasdar e. Tirkiye heta niha Rojava wek dijmin dihesibîne. Lê di encama vê pêvajoyê de ji ber ku Rojava jî piştgiriya vê dike, dê rewşa Rojava jî ji bo Tirkiyeyê biguherîne. Lê dîsa dubare dibêm heke Tirkiye nêrîna xwe biguherîne û cidî nêz bibe dê ev pêk bê.
Lê bandora wê ya li ser Rojhilat dê mezintir be. Ji ber ku bi salane endamên MÎT a Tirk û nijadperestên tundrew hemû hewl didin ku azariyan li dijî kurdan sor bikin. Di encameke erênî de dê li Rojhilat ji bo van kesan qad nemîne û rê li ber şereke netewî yê pêşerojê bigire.
Tirkiye di vê pêvajoyê de divê ji nû ve teşe bide kîjan stratejiyên xwe yên li Rojhilata Navîn?
Ji bo pêvajoyê divê Tirkiye siyaseta xwe ya li derva jî biguherîne. Bi taybet jî siyaseta xwe ya li dijî kurdan divê bi dawî bike. Divê şêweya xwe ya desthilatdariyê bi dawî bike, piştgiriya dewletên unîter neke û dev ji siyaseta xwe ya yekperest berde û bihêle ku her netew qedera xwe bixwe diyar bikin. Elbet zehmet ku em sibê vê guherînê bibînin. Lê ji bo bawerî bi Tirkiyeyê were divê destwerdanê xwe yên li heremê biguhere. Di salên derbasbûyî de me dît li Lîbayê destwerdana serbazî kir. Li Sûriye û Iraqê li dijî kurdan siyaset meşand. Dîsa li dijî Ermenistanê parastina Azerbaycanê kir. Ev stratejiyên ku li dijî gelan tên meşandin stratejiyên şaş in.
Divê pêşî li ser mijarên hevbeş xebat bên meşandin. Bi taybet jî li ser aboriya hevbeş divê xebatên ku ji bo berjewendiyên hemû gelan e bên pêşxistin. Ev guherîn guherîneke şert e. Tirkiye dixwaze navbera wê û Yekitiya Ewrûpa baş be û li heremê bandoreke erênî bike. Li ser vê esasî divê Tirkiye rewşa xwe ya aborî biguherîne û polîtîkayên bi hev re karkirinê pêş bixe.
Pêvajoya heyî dê Tirkiyeyê mecbûrê guherîna kîjan polîtîkayên li Iraq û Sûriyeyê bike?
Divê nêzikbûna xwe ya serbazî teqez biguherîne. Îro Tirkiye li Sûriyeyê hem dijminatiya kuran hem ya durziyan û hem jî ya elewiyan dike. Ev nêzikatiyeke şaş e. Niha piştgiriya hêzên di hişmendiya DAIŞê de û piştgiriya Colanî dike. Ev ne nêzikatiyeke rast e û baweriyê ava nake. Divê bi hêzên demokratîkparêz re hevkariyê bike. Li Iraqê jî li ser bingeha dijberiya kurdan xebat dimeşîne.
Li gor çavdêriyên te polîtîkayên ku niha Tirkiye dimeşîne dikarin wek gavên erênî yên ji bo pêvajoyê bên nirxandin? *Ji bo ku kurd ji vê pêvajoyê bawer bikin divê kîjan mafên wan bên mîsogerkirin?
Jixwe şerê çekdarî yê kurdan ji bo bidestxistina mafan hat destpêkirin. Beriya hertiştî divê nasnameya kurdî were naskirin. Zimanê kurdî wek zimanê fermî bê qebûlkirin û wek zimanê fermî bê qebûlkirin, ne wek zimanê bijarte. Tu dersa bijarte dikarî li cihên cuda yên cihanê dikarin bên girtin. Lê divê zimanê kurdan li ser erdnîgariya wan nebe zimanê bijarte. Divê derfet ji destê kurdan neyê standin ku karibe ziman, çand û dîroka xwe biparêze.
Dîsa divê rêz ji hevserokên ku hatine hilbijartin re bê girtin. Hemû navên gund û bajarên kurdan kirine tirkî. Dîsa navên kurdî yên mirovan nayên qebûlkirin. Ev kiryarên ku pêk tên di desthilatdariyên dîktarorî de pêk tên ne di rêveberiyên demokratîk de.
Divê qanûna paşnavan ya li ser înkarkirina kurdan pêşketiye ji holê rabe û kurd karibin navên xwe yên kurdî bi kar bînin. Wek tê zanîn di nav kurdan de bikaranîna paşnavan ji dewletbûnê kevintir e. Mînak Eyûbî, Geylanî, Mezanganî hwd. hene. Ji ber vê yekê divê ev rêbaza paşnavê tirkî ji holê rabe.
Di serketina vê pêvajoyê de dê kurd karibin yekitiyek ava bikin?
Divê ev rê bê dayîn ku kurd yekîtiyekê ava bikin. Ji ber ku kurd dibe ku li ser çar dewletan ve hatibin parvekirin lê aliyên hevbeş ên kurdan gelek in. Ev aliyên kurdan ên hevbêş bêyî ku sînorên welatan berçav bigire bêyî ku ji sînorên welatan re bibin talûke jî kurd dikarin saziya xwe ya neteweyî, saziyê xwe ya çandî ava bikin. Mesele ziman, perwerde, saziyên ziman, saziyên perwerdeyan, zanîngehên kurdî dikarin ji bo hemû kurdan bên vekirin.
Ev yek dikare di navbera kurd-Kurdistanê û welatên li hêrêmê re bibe pirek. Li cihê ku şer, dudilî û nebawerî bikeve, kurd dikarin baweriyê bidin her alî. Kurd dikarin wekî modeleke yekitiya Ewropayê çêbikin. Her gel xwedî nasnameya xwe ye, xwedî zimanê xwe ye, xwedî sîstema rêveberiya xwe hene. Lê belê hin aliyên hevbeş hene ku rê dide xelk bi azadî tevbigere, xelk azadîxwaz peyda bike, di nava ewlehî û azadiyê bijîn. Ew dikare alîkar be. Di rewşek wisa de kurd dê karibin yekitiyekê çêbikin. Û nabe yekitiya kurdan ji xwe re wek talûke temaşa bikin. Ji ber ku yekitiya kurdan yekitiya herêmê ye jî, yekitiya kurdan yekitiya hemû pêkhateyên li ser vê erdnîgariyê ye.
Îxtîmala têkçûna pêvajoyê ji bo kê tê çi wateyê?
Bêguman kurd ji bo bi dewletê re neyên selimandin dest bi serhildan û têkoşîna xwe ya heyî kirin. Nedixwestin werin selimandin ji ber ku nêrîn û siyaseta dewletê şaş e. Xwesteka kurdan ji roja destpêkê heta niha jî bi heman awayê didome. Niha jî dixwazin dewlet vê nêrîna xwe biguherîne, vê siyasetê biguherine. Niha rewş li Rojhilata Navîn hatiye guhertin. Dem û derfet ji bo kurdan hene ku hêj xurttir têkoşîna xwe berdewam bikin. Hişyariya neteweyî li Kurdistanê bilind e, asta xwendinê bilind e, daxwazên azadiyê li her derê hene û bilind bûne. Û destwerdanên herêmî jî hene ku dihêle kurd vê ji bo destkeftiyên xwe bikarbînin, sûdê jê bigirin. Ev ne tercîh û daxwaza kurdan e. Lê belê dema ku tu rê û derman li ber kurdan neman, kurd jî dê van rêyan bikarbînin. Ji bona hindê ku xwe xurttir bikin. Hêzeke çekdarî ya xurt a kurd dibe ku pirsgirêkên cidî hem bo Tirkiyeyê hem ji bo welatên din çêbike. Lewma dewlet û welatên li hêrêmê neçar in ku rêyekê bibînin. Rêyekê bibînin da ku bi kurdan re li hev bên. Ji ber ku gelek alî gelek hêz hene ku dixwazin bi kurdan re hevpeymanê çêbikin. Ev hevpeymana bi tirkan ji bo qezenckirina kurdan e. Lê tercîha kurdan ew e ku ev ne li ser bingeha şer û dijberiyê be. Belkî li ser bingeha lihevhatinê, aştiya civakî li hev bikin. Li ser vê esasê ez bawerim ku têkçûna vê pêvajoyê ku ji bo kurdan zirar hebe, dê ji bo kurdan qezenc jî hebe. Ji ber ku dê wê demê pirsa neteweyî hêj xurttir be, wê hêj zêdetir derbikeve holê. Ji bo Dewleta Tirk jî eger ev pêvajo têk biçe dê derbên mezintir bixwe. Dê pirsgirêkên cidî derbikevin. Dê bawerî nemîne, dê ewlehî nemîne, dê di warê aborî de zehmetiyan bibîne. Îhtîmal heye ku pergala siyasî têk biçe, îhtîmal heye ku radîkalîzma olî pêş bikeve, îhtîmal heye ku hêzên din destwerdanê bikin. Eger Tirkiye vê pêvajoyê cidî dest negire dê ji her alî ve zirarê bibîne. Eger bixwaze dîsa li ser bingeha xapandinê kar bike, erê dê kurd jî zirarê bibînin, lê kurd ev 100 sal in zirarê dibînin. Kurd fêrî şer û berxwedanê bûne. Ev şer û berxwedan dê berdewam bike. Tirk dê tu qezencekê bi dest nexin. Zirara kurdan dê bibe berdewamiya zirara heta niha. Kurd ji niha zêdetir tiştekî cudatir zirar nake. Lewma heke ev pêvajo bi ser bikeve ji bo kurdan jî tirkan jî qezenckirin heye. Hêvîdarim ku aqlê selîm hakim be, aqlê selîm ser bikeve. Ev mesele bi rêya diyalogê bi rêya lihevhatinê çareser bibe dê Tirkiye qezenc bike, Kurdistan qezenc bike, netewa tirk, kurd û hemû neteweyên din yên li herêmê qezenc bikin.