Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, piştî 44 mehan di 23ê cotmeha 2024an de bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Pişte Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di 27ê Sibatê de çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan bang li PKKê kiribû û ku piştî gavên hiqûqî û siyasî xwe fesih bike û çekan dîne. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKKê agirbest îlan kir. Lê hê jî Dewletê gavên şênber ên çareseriyê neavêtiye. Serokê Baroyê ya Amedê Abdûlkadîr Guleç, têkildarî pêvajoya nû ya bi peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin ji Rojnameya Xwebûnê re axivî. Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç der barê tecrîda girankirî ya ku li Girava Îmraliyê didome wiha got: “Ev bang ji bo xurtkirina demokrasiyê gaveke erênî ye û danîna çekan jî atmosfereke erênî ya aştiyê ye. Ev bang hem wê bibe wesîleya çareseriyê û hem jî derfetên rewşeke azad, aştiyane bi xwe re tîne.”
Abdûkadîr Guleç, têkildarî banga 27ê Sibatê wiha got: “Divê ev bang weke destpêka pêvajoyeke nû bê dîtin. Tevî ku desthilatê li dijî vê bangê heta niha tu gavên qanûnî û destûrî neavêtiye jî, geşedanên ku ji wê demê û vir ve rû dane girîng in. Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Serokomar û Wezîrê Edaletê re, di gelek çalakiyên cur becur de pêvajoyê ji raya giştî re şîrove kir û serdana Rojava jî cidiyeta vê pêvajoyê nîşan dide. Hêviya giştî ew e ku gavên berbiçav bên avêtin û PKK kongreyekê li dar bixe û xwe fesih bike. Ango dawî li şerê çekdarî bê. Di civakê de jî hêviyek heye ku piştî bêçekbûnê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêgezên qanûnî bêne avêtin. Bi taybetî jî tê payîn ku di Zagona Înfaza Cezayê de guhertin bên kirin û rêziknameyên wekî serbestberdana girtiyên têkildar, berdana girtiyên nexweş û “Mafê Hêviyê” bên sepandin. Tê fikirîn ku piştî biryara fesihkirina PKKê divê ev mijar bikevin rojevê.”
‘Hewldanên çareseriyê’
Abdulkadîr Guleç, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya nû û êrîşên li Rojavayê Kurdistanê diqewimin û wiha domand: “Mixabin êrîşên giran hê jî li ser Rojava didomin. Ev rewş xesareke mezin dide pêvajoya çareseriyê ya ku nû tê destpêkirin. Rawestandina êrîşan wê bi serkeftina pêvajoya çareseriyê re bidin sekinandin. Binçavkirin û operasyonên cuda jî xesareke mezin dide pêvajoya heyî. Ji ber vê yekê ez dixwazim bêjim ku divê desthilata heyî jî hinek bi hestiyarî nêzîk bibe. Hewldanên çareseriyê yên di salên 2009 û 2013an de bi ser neketin û pevçûnên giran û neyênî derketin holê. Îro jî pêvajo bi baldartir tê meşandin û ders ji serdemên borî têne derxistin. Cara yekemîn e ku piştgiriyek siyasî ya berfireh li parlamentoyê heye; Partiyên wekî AKP, CHP, Partiya Pêşerojê, DEVA, Yenî Refah û Partiya Saadetê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Serdana Devlet Bahçelî ya ji bo Partiya DEMê û balkişandina li ser “Mafê Hêviyê” jî pêvajoya heyî xurttir dike. Ji bo vê jî pêwîste pêvajo weke polîtîkayeke dewletê bê dîtin, ne polîtîkaya hikûmetê. Ji bo serkeftinê, girîng e ku her kes xwedî helwestek baldar û çêker tevbigere.”
‘Şert neyên avakirin çareserî zehmet e’
Abdulkadîr Guleç, anî ziman ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rast û zelale û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jixwe di peyamê de jî diyar bû ku banga 27ê Sibatê destpêkek nû ye. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve, divê şert û mercên fîzîkî yên Birêz Ocalan bên rastkirin. Divê têkiliya wî ya bi cîhana derve re, bi taybetî jî bi rêxistina wî re bêne hêsankirin. Parvekirina ramanên xwe bi rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran re û bi raya giştî re bide naskirin, wê di qanihkirina civakê de ji pêvajoyê re roleke girîng bilîze. Bêyî van şert û mercan pêkanîna pêvajoyê pir zehmet e. Ji bo pêvajo bi tendirustî li pêş bikeve û birêz Abdullah Ocalan bi bandor rola xwe rabe divê şert û mercên girtîgehê û têkiliya wî ya bi cîhana derve re bê misogerkirin.”