Danişîna yekemîn a doza zaroka 8 salî Narîn Guran ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê hatibû qetilkirin, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îro wê bê dîtin. Beriya danişîna dozê, pêşiya edliyeyê bi berîqetan hatin girtin. Li edliyeyê tevdîrên ewlehiyê yên zêde hatine girtin û bersûcên girtî dayik Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar anîn edliyeyê. Her çar bersûc jî ji ber sûcê “Hevkariya hev kirine û zarok bi qesdî kuştine” bi cezayê muebbeta giran tên darizandin.
Beriya danişîn dest pê bike, saziyên civakî, rêxistinên jinan û parlamenterên DEM Partî û CHP’ê li pêş edliyeyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê.