Kurdistan îro di nav agirê şoreş û serhildanan de ye; bi pirçandî, pirzimanî, pirnetewe û piretnîkên xwe li ser vê erdîngariyê ye. Lê kurd îro di nav pencên qirkirinê de ne, rojane anku her kêliyê bi êrîşên dagirkeriyê, êrîşên zayendperestiyê û nijadperestiyê re rû bi rû tên, ku kurd îro dijî dûalîtiya hêzên ku behsa aştî û edaletê dikin, di nav cengeke dijwar de li ber xwe didin. Dixwazin di vî şerî de kirasê berxwedanê ji kurdan deynin, kirasê radestî û bêrûmetiyê li wan bikin, gelek hewl didin vê bikin û her cara ku hewl didin jî kurd bi tevgera xwe ya azadiyê re bersiveke wiha didin wan ku erd û esmanê wan diheje, ku careke din bê bîra wan ka kurd kî ne û neviyên kê ne.
1031 car êrîş kirin
Di bin navê aştiyê de dixwazin kurdan bêçek bikin û wan vegerînin hembêza dagirkeriyê û helandinê, hembêza bêrûmetî û stûxwariyê. Silava ku dan DEM Partiyê, paşperde û aqilê wê yê êrîşan pir zelal li rojavayê Kurdistanê diyar bû. Di 4 rojan de 1031 caran bi balafirên şer ên F-16, balafirên SIHA û obusan êrişkirina li ser gelên sivîl, jin,zarok, karker, karmend û binesaziya herêmê ji çavkaniyên petrol, xaz, av, elektirîk, firneyên nanî ne tiştekî ji rêzê ye. Ew 1031 caran êrîşî şoreşa jin û azadiya wê kirine. 1031 car êrîşî ax û xwezaya Rojava kirine û zirar dane avhewaya wê û ekolojiya wê. 1031 derbe li projeya Netewa Demokratîk a ku hêz û helwesta gelan a li dijî dagirkeriyê kiriye yek daye. 1031 êrîş li dijî felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku ji vir derket û hestên gel û jinên cîhanê tev de dike yek, li dijî hikûmetên ku mafê jin û hebûna gelan binpê dike birêxistin dike ye. 1031 caran êrîşî navê Kurdistanê kirin.
Lê belê gel jî bersiva xwe da; heta dawî berxwedan. Ev êrîş tenê di nav 4 rojan de pêk hatin. Li ser van 4 rojan bifikirin ku ev ji sed salan zêdetirin çiqas êrîş li ser Kurdistanê hatine kirin. Ligel ku kurd her roj tên kuştin, lê ji nû ve li cihê ku xwîna wan rijiyaye gulek, darek şîn tê û kurdek din tê ser rûyê dinyayê ku ew jî wekî navlêkiriyên xwe rêya berxwedanê hildibijêre û rêwîtiya parastina nirxên Kurdistanê didomîne. Di rêya ku roj bi roj dirêj dibe de, bi qasî wê jî rêwî roj bi roj zêde dibin.
Kurd hêza çareseriyê ne
Li vir şer heye, lê tişta herî girîng ew e ku pêwîst e ev êrîş û siyaseta hêzên dagirker a li dijî Kurdistanê bê guhertin da ku pêvajoyeke nû destpê bike. Di vir de divê ku deriyên diplomasiyê ji bo Rojava bên vekirin da ku li ser maseyên hêzên ku vê cîhanê bi rê ve dibin projeya çareseriyê bê danîn û nexşerêyeke nû bê diyarkirin. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikare di vir de roleke aktîf bilîze, ji ber ku di vê cîhanê de ji bilî kurdan tu hêzên din ên ku xwediyê projeyeke demokratîk in û maf û hebûna hemû neteweyan misoger bikin nîn in. Kurd îro dikarin di çareseriya qeyranên li Rojhilata Navîn de pêşengiyê bikin, dikarin ji qeyranan re bibin bersiv, tîbûn û birçîbûna welatên herî dewlemend çareser bikin, dikarin agirê ku li gelek deverên cîhanê pêketiye ku di nav de jin û zarok dibin qurbanê herî mezin vemirînin û daxwazên jin û gelan ligel hêz û dewletên din bi cih bînin. Mijar ne bûyîna dewletekê ye, mijar mijara Rêveberiyeke Xweser e û Projeyeke Demokratîk e ku xwe dispêre azadiya jin û ekolojiyê.
Erka demê
Lewra avakirina têkiliyan, vekirina qenalên pêwendiyê, lêdana deriyên navneteweyî û xwegihandina hejmareke pir mezin a hêzên demokrat, jinên sosyalîst û ciwanan di vê demê de pir girîng e û xebateke pir bihêz û demdirêj pêwîst dike, ku rêxistina wê xurtir bibe. Di asta navneteweyî û cîhanî de bûyîna zimanê şoreşê û pira di navbera şoreş û cîhanê de gelek girîng e ku bikaribin bi vê yekê re hest û fikrên hevpar bên bi pêşxistin. Ji ber ku gelek girîng e ku divê demê de û bi ruhê demê çalakiyên bibandor li ser asta cîhanê, li cih û demên pêwîst bên lidarxistin; mînaka seferberiya Kobanê hê zindî ye.
Divê hêzên demokratîk û jin û giştî derdorên ku baweriya wan bi azadî û edaletê tê û ji bo parastina mafê mirovan, jîngeh û jinan têdikoşin divê ku kêliyekê ji wextê xwe bidin Rojava jî, bila li şoreşa ku hêviya xwe dibînin xwedî derkevin û ji bo wê bi girseyî û çalakî û rê û rêbazên bibandor tevbigerin.
Aştî û mafê mirovan
Bila derewa ‘mafê mirovan’ di bin navê zagonên mafê mirovan anku zagonên mirovî aşkere bikin, bila aştiya ku dagirker behsa wê dikin tazî bikin û bidin xuyakirin ku ev ne aştî ye, radestî û dûalîtiya ji bo pêkanîna berjewendiyan a li ser qirkirina jin û gelan e. Bila cîhana ku diplomasiya wê bi aştî û edaletê hatiye ceridandin bibînin. Divê diplomasiyeke di warê avakirina bingeha aştiyê û jiyankirina bi hev re bê bi pêşxistin. Divê ji bo berjewendiyên gelan deriyên diplomasiyê her vekirî bin.
Ji ber têkiliyên navdewletî yên li ser armanca aştiyê ya ku îro behs tê kirin aştiyeke xapînok e. Aştiya ku dewlet behs dike, kirasekî ji agir e. Lewra divê ku diplomatên îro êş û jana civakê hîs bikin, daxwazên civakan û jinan fêm bikin û wiha peywira avakirina bingeha aştiyê û pêkanîna edaleta windayî ku ewqas sal in civak û jin lê digerin bînin cih. Ji ber ku kesên diplomatî ne bi girafêt û solên bilind e; ew xwedî erkeke wiha ne ku cîhanê ji şer xilas bikin û diplomasiyeke civakî bi pêş bixin da ku bikaribin nêrînên dewletê jî bidin guhertin. Bi aqilê jin û civakê fikirandin, bi vê ferasetê tevgerandin di wextekî ku kêlî tune ye ku tê de kuştin, tecawiz û komkujî çênabin de erkekî demê ye. Bêguman bêyî analîzkirina bûyeran gavavêtin dê ne pêkan be. Divê ku kirasê aştiyê yên ku NATO li xwe dike, bê rakirin û wekî ku ew makîneya şer e bê dîtin.
Şerê ku îro diqewime çêdibe şerê pêşxistina rêyên bazirganiya dewletan e ku li ser hesabê xwîna jin û zarokan e. Divê ku bikaribin bi diplomasiya tê kirin, şerê ku bi armanca pêkanîna projeyên aborî û bazirganiyê yên li seranserî Rojhilata Navîn bidin guhertin.
Cîhan deyndarê Rojavayê ye
Cîhan îro tev de deyndarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li vir li vî parçeyê herî biçûk DAIŞ’a ku di warê erdîngarî de hat qedandin û niha çavkaniyên wê yên terorê tên miçiqandin. Di vî şerî de zêdetirî 13 hezar şervanên HSD û YPG/YPJ’ê şehîd bûn. Heke ku cîhan dibêje Şoreşa Rojava hêvî ye, bersivên lêgerînên xwe li vir dibînin, şoreşa rastîn a ku ewqas sal in lê digerin li vir dîtine wiha be divê ku xwedîlêderketineke mezin jê re çêbibe, xwedîlêderketineke mezin ji projeya demokrasiyê re çêbibe û piştgiriyê bidin çemên şaristaniya demokratîk.
Ji ber ku bi rastî jî îro bi ruhê şoreşa ku gerdûnî dibe, divê her kes rabe ser piyan û di kesayeta hemû kesên ku dildarê şoreşê ne de şoreşek çêbibe. Şoreş bi serketin û windahiyên xwe dibe para hemû jin û gelan, ji ber ku şoreşeke wiha ye ku bi hezaran rêhevalên xwe yên herî ezîz û hêja diyarî vê şoreşê û vê axê kirin, divê bi xwedîlêderketinê layiqî nirx û keda şehîdên nemir derkevin.