12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê avakirin

Komeleya Aştiya Civakî û Diyaogê (TOD-DER) avakirin. Cîgira Serokê TOP-DER’ê Dîlek Akyapi diyar kir ku dê li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin.

Komeleya Aştiya Civakî û Diyalogê(TOD-DER) li Şaxa Odeya Endezyaran a Amedê daxuyanî da û damezirandina xwe ragihand. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn.

Cîgira Serokê TOD-DER’ê Dîlek Akyapi axivî û wiha got: “Cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiye di pêvajoyeke aloz de ye. Newekheviya di dahatê de ku kapîtalîzm kûr dike, karesatên hawirdorê yên ji ber krîza avhewayê diqewimin û koçberiyên girseyî yên şer rê li ber vedikin, civakê ji gelek mafên xwe mehrûm dihêle. Her roj bi milyonan kes li dijî bêedaletiya şer û xizanî rê li ber vedike têdikoşin. Em ê binpêkirinan belge bikin û pêşkeşî raya giştî bikin. Xebatên me yên serwextkirina hiqûqî jî tenê bi lêgerîna edaletê ya şexsî bisînor namîne, dê bibe parçeyeke têkoşîna edaleta civakî û hesabdayînê.”

Akyapi da zanîn ku weke komele, dê li cem komên cihêkarî lê tê kirin cih bigirin û got: “Ji bo jiyaneke wekhev, adilane û demokratîk, em ê bi hemû derdorên civakê re li dijî neheqî, cihêkarî û zextan têbikoşin. Ev rêwîtiya em îro li vir didin destpêkirin, bi armanca avakirina civaka kedxwarî, bêedaletî û newekhevî tê de tune ye. Bi piştevaniyê ber bi aştiyê ve, bi aştiyê ber bi wekheviyê ve û bi wekheviyê ber bi azadiyê ve.”