12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi destê ku behsa aştiyê dikin qeyûman tayîn dikin’

Parlemetera DEM Partiyê Salîha Aydenîz qayêmên ku hatine tayînkirin nirxand û got: “Ji 1’ê cotmehê ve behsa dirêjkirina destê aştiyê dikin lê heman dest îro qeyûman tayîn dike, operasyonên xwe yên siyasî didomîne, li her aliyê Kurdistanê kurdan qir dike.”

Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bûn kir.

Piştî tayînkirina qayûman li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê gel daketin qadan û çalakiyan li darxistin. Çalakiyên ku hatine destpêkirin li gelek bajaran bênavber didomin.

Parlemetera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz tayînkirina qayûman, nîqaşên pêvajoya nû û çalakiyên heyî ji rojnameya me re axivî.

Parlemetera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz got ku tayînkirina qeyûman berdewamkirina dijminatiya kurdan e û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku cara sêyemîne ku qeyûm tên tayînkirin tu wateya hilbijartinan nemaye. Dema ku wateya hilbijartinê ji holê rabe em nikarin li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê jî bikin. Divê bê zanîn xespkirina îradeya gelê kurd xespkirina demokrasiya Tirkiyeyê ye.”

‘Samîmî nînin’

Salîha Aydenîz di axaftina de bal kişand ser nîqaşên pêvajoya nû û wiha got: “Ji 1’ê cotmehê ve behsa dirêjkirina destê aştiyê dikin lê heman dest îro qeyûman jî tayîn dike, operasyonên xwe yên siyasî jî didomîne, li her aliyê Kurdistanê kurdan jî qir dike. Divê di gotin û pratîka xwe de yek bin, lê mixabin tiştek wiha tune. Ji ber vê yekê em dibên di gotinên xwe de samîmî nînin. Elbet azadîxwazî xwestekeke pîroz e lê wek ku me got di vê daxwaza xwe de samîmî nînin.”

‘Xwe bi faşîzmê li ser piyan dihêlin’

Salîha Aydenîz qayûmavêtina Esenyûrtê bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qayûmavêtina Esenyûrtê êrîşa li ser bihevre jiyandinê ye. Vê desthilatdariyê bi qayûmê li Esenyûrtê diyar dike ku naxwaze gelê Tirkiyeyê bi hev re bijîn. Bi tayinkirina qayûmên li ser bajarên Kurdistanê jî dixwazin bi neçareserkirina pirsgirêka kurd hebûna xwe bidomînin. Îro vê desthilatdariyê bi faşîzmê li ser piyan e. Ev faşîzm jî xwe bi neçareserkirina pirsgirêka kurd xwe xurttir dike. Divê ev were dîtin. Berdewamkirina tecrîd û tayinkirina qayûman berdewamiya vê polîtîkayê ye. Gelê kurd li dijî van polîtîkayan li ber xwe dide lê divê gelê Tirkiyeyê tev jî li ber xwe bide. Muxalefet heke naxwaze ev krîzên heyî bidomin divê li gor wî tevbigere.”

‘Em qayûm nas nakin’

Parlemetera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Mêrdînê ev cara sêyemîn e ku di hilbijartinan de xwedî li bajarê xwe derdikeve lê bi tayînkirina qayûman re rû bi rû dimîne. Divê gelê Mêrdînê ji bo karibin vê polîtîkayê vala derbixin li ber xwe bidin. Em alîkarê walî yê ku li ser îradeya gelê Mêrdînê hatiye bi cihkirin nasnakin divê mêrdînî jî wî nas nekin.”