12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî têkoşîn e

Divê em vê heqîqetê tu caran ji bîr nekin; “Li Kurdistanê bêyî têkoşînê pel jî nalive.” Bendewariyeke din wê xeflet be. Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekrêziyê heye. Bi qewînkirina ref û sefên têkoşînê heye.

Desthilata AKP-MHP’ê êrişên xwe yên qirkirinê li ser gelê kurd û Kurdistanê bi dijwarî didomîne. Lê rastiyek heye ku ev êriş li gor plansaziya wan a qirêj encamê nagire. Sedema wê ew e ku gelê kurd di têkoşîna xwe de mafdar û rewa ye.

Li tu devera cîhanê problem an jî pirsgirêkek bêyî muxatabên wê çareser nebûye. Ev di temamiya dîroka mirovahiyê de bi vî rengî bûye. Lê herçî Dewleta Tirk e, dema mijar dibe kurd û Kurdistan vê rêbaza maqûl ji hole radike û dixwaze bi jiber û siyaseta berê bi qirkirin û mêtingeriyê ser meseleyê bigire. Rast e, meseleya kurd û Kurdistanê meseleyeke navneteweyî ye. Weke bakiyeyeke ji Peymana Lozanê mayî xuya bike jî di bingeha xwe de koka wê hîn kûrtir e. Lê mijara nivîsa me wê bi dirêjî vegotina dîroka vê meseleyê nebe. Kesên ku meraq dikin dikarin ji parêznameyên Rêber Apo bi layiqî vê meseleyê fêhm bikin.

Desthilata AKP-MHP’ê êrişên xwe yên qirkirinê li ser gelê kurd û Kurdistanê bi dijwarî didomîne. Lê rastiyek heye ku ev êriş li gor plansaziya wan a qirêj encamê nagire. Sedema wê çi ye? Ewqas leşker, ewqas çek û cebilxane, ewqas teknolojî û ewqas desteka hêzên cîhanî çima nikare encamê bigire. Sedema wê ew e ku gelê kurd di têkoşîna xwe de mafdar û rewa ye. Doza mafên xwe, doza azadiya xwe dike. Heke gelekê biryara vê dabe tu hêz nikarin pêşî lê bigirin.

Bi metodên leşkerî ne ku Dewleta Tirk deh dewletên din jî rabin dê nikaribin vê dozê vemirînin. Ne îsal ev sed sal in li ser kurdan bombe tên barandin. Lê encam roj bi roj mezinbûna têkoşîna ji bo azadiyê ye. Kurd ji duh bi hêztir in. Xwedan Rêbertî û Tevgereke wisa ne ku bi topên zeman naşikên. Îcar mesele ev e. Dewleta Tirk a qirker dixwaze bi rêya pergala qirkirinê ya li Îmraliyê gefa xwe ya qikirinê bidomîne. Dixwaze siyaseta demokratîk dizayn bike. Sazûmaniya civaka demokratîk ji hev belav bike. Dema ku di vê plana xwe de bi ser bikeve berê xwe hê bi dijwarî bide beşên Kurdistanê û di sedsala duyemîn a komarê de ser vê meseleyê bigire.

Rêber Apo hemû rûpoş anîn xwarê

23’yê cotmehê bi Rêber Apo re hevdîtin hat kirin. Ev hevdîtin û naveroka wê ya ku bi raya giştî re hatiye parvekirin, rewşê jî îzah dike. “Tecrîd dewam dike.” Pergala qirkirinê dewam dike. Ew pergala ku ji aliyê zilhêzên cîhanî ve li ser çarenûsa kurdan hatiye danîn û rista gardiyantiya Dewleta Tirk dewam dike. Ev aliyekî rewşê ye. Tê de bangek aşkere heye. Ji bo têkoşîn û berxwedanê bang heye. Ji bo şikandina zincîrên bindestiyê bang heye. Derheqê rewşê de bi hevoka din Rêber Apo behsa hêza Rêbertiya Tevgera Azadiyê û Gel dike. Ma ne Rêber Apo ne kesayetek e; ew sazûmaniya Rêbertiya gelekî heta mirovahiyê ye. Bi gotina; “Ez amade me” Rêber Apo hemû rûpoş û demagojiyên desthilatê pûç dike, dadixe. Rastî bi şeklê herî tazî li holê ye.

Lê aqlê dewletê ku bi saya têkoşînê îro çend gotinan di devê xwe de dibe û tine, ne niyeta xwe ya çareseriyeke demokratîk heye ne jî ji diyalogê re amade ye. Ancax bi rêya têkoşînê em dikarin derî li çareseriyê vekin. Divê em vê heqîqetê tu caran ji bîr nekin; “Li Kurdistanê bêyî têkoşînê pel jî nalive.” Bendewariyeke din wê xeflet be. Ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekrêziyê heye. Bi qewînkirina ref û sefên têkoşînê heye. Ev dewlet kurdan dikuje, zindanî dike, êşkence dike, zimanê me înkar dike, qedexe dike. Rastî ev e. Her kî ji xwe re dibêje; “Ez Kurd im, lazim e ji bo hebûn û azadiya xwe, ji bo rûmeta xwe têbikoşe.