Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di 31’ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kir. Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê kir. Piştî tayînkirina qeyûm 2 roj in çalakî û nerazibûn berdewam dikin. Li gelek bajaran bi hezaran dadikevin kolanan û nerazibûnên xwe tînin ziman. Îro jî li gelek bajaran saziyên civakî daketin kolanan û daxuyanî dan çapemeniyê. Li Stenbol, Colemêrg, Wan û Erziromê saziyên civakî û rêxistinen demokratîk daxuyanî dan çapemeniyê û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.
Rêxistinên hiqûqê li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan û dirûşm hatin berzkirin. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Mizgîn Argiş daxuyanî da û li dijî darbeya qeyûm banga dijderketina qeyûman kir. ESP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî qeyûm şermezar kir.
Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê jî li dijî tayînkirina qeyûman ji bo konvedana li Meydana Bajêr a Wanê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê civiyan. Parlamenter û hevşaredarên Wanê jî di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê girseyê li ber parkê çalakî li dar xist. Girseyê bênavber dirûşm berz kirin û nerazîbûn nîşanî qeyûman dan. Girseyek din ku xwest ji bo konvedana li Meydana Bajêr bimeşe li Kolana Sixkê polîsan ew asteng kirin.
Rêxistina DEM Partiya Colemêrgê jî li navenda bajêr daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bi berzkirina dirûşmeyan nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman dan
Rêxistina DEM Partiya Erziromê jî li navçeya Qerayaziyê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman protesto kir.
Li Aliyê din 53 baroyan daxuyaniyeke hevpar dan û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.