Bi hezaran welatî û siyasetmedar li Êlih, Mêrdîn, Riha, Stenbol û gelek bajarên din li dijî tayînkirina qeyûman duh daketin qadan û dest bi çalakiyan kir. Çalakî û berxwedana gel ku li kolan û kuçeyan belav bû, heta derengê şevê berdewam kir.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê di 4’ê mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xalfetiyê kir. Piştî tayînkirina qeyûman gel di saetên serê sibê yê 4’ê mijdarê de herikîn pêş avahiyên şaredariyan û bertekên xwe anîn ziman. Di saetên êvarî de girseya ku li pêş avahiyên şaredariyan kom bûbûn li gelek kolan û taxan belav bûn û dest bi çalakiyan kirin. Bi taybetî girseya ku li Êlihê kom bû, piştî meş û daxuyaniyê li nava kolanan belav bû û bi dirûşmeyan qeyûm şermezar kirin. Dema girseyê dest bi meşê kir û bertekên xwe anîn ziman, polîsan êrîşî girseyê kir. Bi êrîşa polîsan de girze zêdetir bû û di navbera polîs û girseyê de pevçûn derket. Berxwedana gel a li kolanan ku di saetên êvarî de dest pê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Girseya ku daket kolanan, li gelek cihan rê li trafîkê girtin û çalakiyên xwe berdewam kir. Di çalakiyan de polîsan bi giştî 75 welatî bi îşkenceyê binçav kirin. Lê girseyê heta derengê şevê çalakiyên xwe berdewam kirin û bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûman nîşan dan.
Ciwanên ku li Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Cûdî û Taxa Petrolê rê girtin, bi polîsan re şer kirin. Ciwanên rê girtin, agir pêxistin. Dema polîsan bi gaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk êrîşî gel kir, ciwanan rê girtin, agir pêxistin û bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.
Li Mêrdînê jî çalakiyên ku di nîvroja 4’ê mijdarê de dest pê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Girseya ku li pêş avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kom bûn, bertekên xwe anîn ziman. Piştî çalakiyan polîsan li Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 9 kes binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li Rihayê jî çalakiyên ku duh dest pê kir, heta derengê şevê berdewam kir. Li Rihayê jî di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. Piştî çalakiyan polîsan li Rihayê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de gelek kes binçav kirin. Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Adîle Fîdan, Muhammet Algaç, Berîvan Kocaoglû, Gûrkan Goktaş, Yusuf Yeşîltepe, Musa Yalçinkaya, Elîf Yalçin û Seve Yalçinkaya.”
Li Stenbolê gel li ser piyan bû