Li ser navê dewletê Dewlet Bahçelî li aliyekî destê aştiyê dirêjî nûnerên kurdan dike, li aliyê din tecrîdê berdewam dike, cezayê hevdîtinê li malbatê dibire û qeyûm tayînî şaredariyên kurdandike. Ev nêzîkatî pirsa çareserî an tecrîd û qeyûm tîne hişê mirovan.
Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê li ‘Çareseriyê’ digere. Bang li Rêber Abdullah Ocalan dike û dixwaze li meclisê biaxive. Gelo kes napirse û nabêje “Ji bo Rêber Abdullah Ocalan bê li meclisê biaxive divê berî her tiştî bi awayekî fizîkî azad be û ewlehiya wî hebe.” Eger tecrîd bidome û dewlet deriyê Îmraliyê û zindanan li girtiyan veneke û di serî de Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî nikaribin biçin meclisê; dê çawa karibin siyaseta demokratîk bikin?
Em bibêjin Dewlet Bahçelî yê ku li ser navê dewletê diaxive; ger ku di gotinên xwe de durist û ji dil be, wê demê çima nakokî hene? Hêj gotina wî di deve wî de ye zêdetirî 1000 carî bi balafirên şer êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. 17 welatiyan ku 3 heb ji wan zarok in dikuje. Firinên NAN, depoyên genim bombe dikin. Çima firinên NAN, çima depoyên genim, çima nexweşxaneyan bombe dikin? Bi bombekirina axa Kurdistanê dê meseleyê çawa çareser bikin? Bi operasyonên li Bagokê, Gabar û Cûdî dê çawa karibin pirsgirêkan çareser bikin?
Hê ku gotina wan di devê wan de ye qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê ya Stênbolê dikin. Çima qeyûm tayini Şaredariya Esenyûrtê dikin? Ji ber ku li navçeya Esenyûrtê hemû kurdên ku ji ber zilm û zordariya dewletê koçî Stenbolê kirine dijîn. Ji ber ku kurdên li Stenbolê dijîn dixwazin bi reng, vîn û çanda xwe bijîn û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Eger Dewlet Bahçelî li ser navê dewletê çareseriyê dixwaze çima qeyûm tayînî şaredariyên kurdan dikin? Çima tehamul nakin ku kurd xwe bi rê ve bibin? Çima Esenyûrt? Ji ber kurd li wir xwe bi rêve dibin.
Hê ku gotina wan di devê wan de ye diçin Şengalê bombe dikin. Çima Şengalê bombe dikin? Ji ber Şengal ji aliyê bawerî, rêveberî, çand û civkê ve xweser e. Hem xwe diparêzin û hem xwe bi rê ve dibin. Herêmeke ku bêyî dewlet pergala xwe û rêveberiya xwe ava kiriye ye. Dikarin bêyî ku alîkariyê ji tu kesan bixwazin xwe bi rê ve bibin.
Ev êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Şengal, Kobanê, Qamişlo, Şehba û tayînkirina qeyûm a ser Esenyûrtê hemû nîşanî me didin ku kurd li ku xwe bi rê ve bibin û li vîna xwe xwedî derkevin dewlet êrîşî wan dike. Dewlet êrîşî pergala rêveberiya demokratîk û civaka demokratîk dike. Dewlet naxwaze pergala Moderniteya Demokratîk, Komara Demokratîk, Rêveberiya Demokratîk bi pêş bikeve. Eger kurd pêşengiya van rêveberiyan bikin bêtir dibin hedefa Dewleta Tirk.
Dewlet Bahçelî ku li ser navê dewletê bang dike; divê berî her tiştî rê li pêşiya polîtîkayên dewletê yê înkar û îmhayê bigire. Eger bi rastî çareseriyê dixwazin divê berî her tiştî gavên ku baweriyê didin biavêjin. Lê eger li pişt her bangekê kemînek, lîstik û hîleyek hebe, dê xwe bixapîne. Êdî kurd ji hemû lîstik, hîle û kemînan re têr in. Li aliyekî banga çareseriyê bike û li aliyê din qeyûm û tecrîd berdewam bikin pirsgirêk çareser nabin. Çareserî û tecrîd-qeyûm bi hev re nabe.