Di 16’ê mijdarê de dê li Kolnê bi beşdariya bi deh hezaran kesan meşa mezin bê lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyên girseyî yên pêngavê de kurdistaniyên li Skoçya, Gal û Ingilîstanê dê di 10’ê mijdarê de li Londonê kom bibin û di çarçoveya pêngavê de bi beşdariya bi hezaran kesan meş û mîtîngekê li dar bixin.
Meş dê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û pêkhateyên wê di 10’ê mijdarê de ji ber avahiya BBC a li Londonê destpê bike û heta Qada Trafalgarê dewam bike. Amadekariyên meşê jî didomin. Dê ji bajarê Edinburghê yê Skoçyayê, bajarên Manchester, Liverpool, Sheeffield û Brighton ên Îngilistanê otobus ber bi Londonê ve bi rê bikevin.
Têkildarî armanc û amadekariya meşa mezin a li Londonê Hevserokên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Turkan Bûdak nirxandin kirin. Bûdak destnîşan kir ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de dostên kurdan bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ pêngava azadiyê dan destpêkirin û pêngav didome. Bûdak bibîr xist ku di yekemîn sala pêngavê de li Britanyayê gelek endamên sendîkayan, akademisyen, hêzên şoreşger û demokrat û parlamenterên demokrat, endamên Kamara Lor a Brîtanyaye piştgiriya xwe ya pêngavê anîn zimên û got: “Gelek kesên navdar ji bo azadiya Rêber Apo serî li wezaretan û rayedarên hikûmetê dan û xwestin ji bo aştiya li Rojhilata Navîn Rêber Apo azad bibe. Dîsa li gelek bajarên wekî London, Brighton, Edinbourgh, Liverpool, Cambridge û bajarên din di çarçoveya paradîgmaya ‘Konfederalîzma Demokratîk’ de ya Rêber Apo de gelek panel û semîner hatin lidarxistin. Li ser mijarên ekolojî, azadiya jinan, jiyana azad, qada sêyemîn, neteweya demokratîk û gelek mijarên din ku Rêber Apo di parêznameyên xwe de li ser rawestiyabû û ji bo pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê dibin çareserî niqaş hatin kirin.”
Dê li Londonê bimeşin
Turkan Bûdak, bal kişand ser xebatên ku di sala duyemîn de dê bên bi pêşxistin û ev agahî dan: “Xebatên pêngavê di sala duyemîn de didomin. Divê em êdî encamê bi dest bixin. Herî dawî daxuyaniyên serokê MHP Bahçelî hene. Daxuyaniya wî niqaşek nû bi pêş xist. Em bi fikr û baweriya ku tecrîdê bişikînin û Rêber Apo azad bikin û gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn azad bikin xebatên pêngavê pêş dixin. Em kurdistaniyên ku li Brîtanyayê dijîn, dost û kesên demokrat, em ê di 10’ê mijdarê de li pêş avahiya BBC’yê meşeke mezin pêk bînin. Em ê di vê meşê de bibêjin “Rêber Apo vîna gelê kurd e. Rêberê siyasî ye. Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Rêber Apo ye. Em ê vê peyamê bidin Tirkiye û cîhanê. Em bang li hemû gelê xwe yê li Brîtanyayê dawetî meşa di 10’ê mijdarê ya li bi pêş avahiya BBC’yê ya li qada Trafalgayê bê lidarxistin dikin. Em ê bi şiyara “Ji Rêber Apo re azadî” kom bibin.”
Mal bi mal digerin
Turkan Bûdak li ser xebatan jî rawestiya û wiha pê de çû: “Brîtanya, welatên Îskoçya, Ingilîstan û Gallerê dixe nava sînorê xwe. Em ê bi rêxistinên xwe yên li van welatan re di bin banê Civaka Azad de meşa mezin pêk bînin. Em bi hêzên xwe yên kurdistanî re kom bûn. Me hemû rêxistinên kurdistanî xist nava xebatan. Me nûnerên Tevgera Goran, Kongra Star, nûnertiya Hezên Şoreşger û Sosyalîst, PJAK, sendîkayên li Britanyayê û hinek nûnerên partiya karkeran û parlamenter dawetî vê meşê kirin. Li gelek bajaran ji bo ku di 10’ê mijdarê de welatiyan bibin qada meşê ya Londonê maşîne tên amadekirin. Li bakurê Londonê ku kurdistanî lê dijîn, jin, ciwan xebatên ji bo meşê dikin. Zêdeyî 10 komîsyon ava kirine. Komîsyon her êvarê li malan digerin û li ser azadiya Rêber Apo diaxivin û banga tevlêbûna meşê dikin. Belavokan belav dikin. Komîsyona civakî li malan û esnafan digerin. Bi rêya radyoyan bang dikin. Em diçin serdana komeleyên elewî, rexistinên çep û sosyalîst û komeleyên herêmî û banga tevlêbûna meşê dikin. Hemû pêkhateyên rêxistinê ji bo meşê dixebitin. Li çar aliyan hemû xebatên me ji bo meşa mezin e.”
Dewleta tirk asê maye
Turkan Bûdak bal kişand ser daxuyaiya Dewlet Bahçelî û wiha berdewam kir: “Em dizanin ku hê bi Destûra Bingehîn yekperestî û polîtîkaya înkarê xwe bi rê ve dibe. Dewleteke ku li ser yekperestiyê ava bibe, nikare aştî û demokrasiyê bi pêş bixe. Em dizanin ne jidil in. Hê li ser gelê kurd bombeyan dibarînin. Dewlet li dijî têkoşîna gelê kurd û têkoşîna bêhempa ya ku Rêber Apo li zindanê bi peş xistiye asê maye. Li aliyekî destê aştiyê dirêj dike, li aliyê din şerê komkujiyê dimeşîne. Li ser komkujî û înkarê tev digere. Heta ku Rêber Apo azad bibe, heta deriyê Îmraliyê bi temamî vebe, em ê têkoşîna xwe her tim mezintir bikin. Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne. Êdî nikarin bi gelê kurd û Rêbertiya me paşve gav bidin avêtin. Niha bi polîtikayên şer aboriya dewletê têk birin. Êdî nikarin vî welatî bi rê ve bibin.
PDK dê di xiyanetê de bifetise
Şukran Bûdak destnîşan kir ku bi salan e aşkere dikin ku pêdiviya gelê kurd bi yekîtiya neteweyi heye û wiha dawî li axaftina anî: “Ev pêvajoya dê sed salên li pêş me diyar bike. Di vê pêvajoyê de em hêj bi xiyaneta PDK’ê re rû bi rû ne. Ev xiyanet dibe sedem ku pirsgirêka kurd asteng bike. Divê PDK dest ji vê xiyanetê berde. Nexwe dê di deryaya xiyanetê de bifetise. Divê kurdistanî jî ji bo yekîtiya neteweyî têkevin nava hewldanan.”