Piştî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî kirin, gel li Colemêrg, Îdir, Agirî, Mûş, Xirnex, Çewlîk, Dersim û Rihayê daketin qadan û çalakî pêk anîn.
Colemêrg
Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyanî da. Polîsan gelek qadên bajêr dorpêçkirin. Meclisên Dayikên Aştiyên, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizgul û Şoreş Dîrî, endamên meclisa şaredariyê, endamên şaxên ÎHD û OHD’ê yên Colemêrgê û gelek kes tev li bûn. Girseyê pankarta “Li dijî xespkirina îradeyê em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hilgirtin. Çalakvan ji rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê heta pêşiya kargeha Zagrosê ya li sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm xesp e, em rê nadin qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berzkirin. Piştî meşê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî û qeyûm şermezar kir. Girse bi dirûşmeyan heta avahiya rêxistinê meşiyan.
Îdîr
Li Îdirê jî DEM Partî, DBP û TJA’yê daxuyanî li avahiya DEM Partiyê dan. Li gel hevşaredaran gelek welatî jî tev li bûn.
Agirî
Rêxstinên DBP û DEM Partiyê yên Agiriyê jî li avahiya rêxistinê daxuyanî dan. Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş, endamên meclisa giştî ya bajar, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn.
Mûş
Hevşaredara DEM Partiyê Tûba Sayilgan, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajar jî ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman li navenda bajar çûn serdana esnafan. Di serdanê de esnafan diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin û divê gel xwe bi xwe birêve bibe.
Şirnex
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Kolana Hunerê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiyê de axivî û got ku dîrok xwe dubare dike.
Piştî daxuyaniyê jî çalakvanan bi dirûşma “Qeyûm dê hesabên bidin gel” çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê, çalakiya xwe bi strana “Batmanê Batmanê” bi dawî kir.
Çewlik
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Çewligê jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dest nede îradeya min” û “ Na ji qirkirinên siyasî re” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sepanên qeyûm, darbeyeke siyasî ya li dijî îradeya gel e. Em vê pergala darbekar qebûl nakin û teslîmî zordestiyê nabin. Şaredarî yên gel in, em xespkaran nas nakin.”
Dêrsim
Li ser Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê gelek welatî hatin gel hev û tayînkirina qeyûman hate protestokirin. Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak, Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Dêrsimê û gelek welatî tev li bûn. Çalakvanan ji Sûka Binerd heta Qada Seyîd Riza meş li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Roj dê were dê dewran biguhere AKP dê hesabê bide gel” û “Em ê rê nedin qeyûman” berzkirin.
Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Riha
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Îradeya gel nayê xespkirin, em ê rê nedin qeyûm” hilgirtin. Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke daxuyanî da û anî ziman ku qeyûm, darbeyeke li djiî mafê bijartin û hilbijartinê ya gel e.”