12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demîrel: Bi tecrîd, qayûm û girtinan aştî pêk nayê

Siyasedmedar Çaglar Demîrel anî ziman ku aştî tenê bi gotinan pêk nayê û wiha got: “Ji bo aştiyê divê gavên şênber ên demokrasiyê û wekheviyê biavêjin. Muxtabê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Divê tecrîdê rakin. Bi tecrîd, qayûm û girtinan aştî pêk nayê.”

Wezareta Karên Hundir ê Tirkiyeyê vê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de bûn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiyên şaredariyan dorpêç kirin.

Em der barê qayûmên ku hatin tayînkirin bi siyasetmedar û aktîvîsta  TJA’yê Çaglar Demîrel re axivîn. Çaglar Demîrel di destpêka axaftina xwe de tayinkirina qayûman wek darbeya AKP’ê pênase kir û wiha got: “Desthilatdariya heyî ya ku nikare bi hilbijartinan dengê gel bigire bi rêbaza qayuman îradeya wan dagir dike. Vê rêbazê di destpêkê de li Colemêrg û Esenyûrtê niha jî li Mêrdîn, Êlih û Xalfetiyê bi kar tîne.”

Çaglar Demîrel bal kişand ser dîroka tayînkirina qayûman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîroka ku qayûm hatin avêtin ne dîrokeke ji rêzê ye. Di 4’ê mijdara 2016’an de li meclisê bi girtina parlementerên HDP’ê darbeyeke pêk hat. Îro di salvegera vê darbeyê de bi rêya xespkirina şaredariyan darbeyek din pêk anîn. Desthilatdarî bi vê yekê dixwaze peyama ‘ez kurdan ne li meclisê ne jî li şaredariyan qebûl nakim’ bide. Gel li dijî van xespkirin, binçavkirin û girtinan tu car dev ji tekoşîna xwe berneda û ji kolanan venekişiya. Desthilatdar her çiqas qeyûman tayîn bike jî nikare îradeya gel bişkîne.”

‘Îro doro me be, sibê dora CHP’ê ye’

Çaglar Demîrel, da zanîn ku îro Kurd li ku derê werin hilbijartin jî hedef tên girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me vê yekê li Esenyûrtê jî dît. Divê gel li dijî vê yekê rabe ser piyan. Dibe ku îro êrîşên me kurdan dikin lê sibê dê dor were ser CHP’ê û tirkan jî. Ji ber vê yekê divê em li dijî xespkirina îradeya gel bi hev re tevbigerin. Îro kesên ku behsa demokrasî aştiyê dikin divê rabin ser xwe.”

Pêwistiya gavên şênber

Çaglar Demîrel gotinên Bahçelî û banga wî bi bîrxist û wiha got: “Aştî tenê bi gotinan pêk nayê. Ji bo aştî pêk were divê tu hin rewşan sererast bikî. Demokrasiyê ava bikî, wekheviyê pêk bînî. Li cihek ku te demokrasî û wekheviyê pêk neanî tu nikarî behsa avakirina aştiyeke bikî. Ango em dikarin bibêjin ku aştî tenê bi gotinan pêk nayê. Li aliyê din heke dilê wan ê aştiyê hebe wek ku me jî û wan jî diyar kir muxtabê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd were rakirin. Rakirina tecrîdê jî tenê bi serdana ferdek ji malbatê pêk nayê. Ên ku behsa aştiyê dikin divê baş zanibin ku bi tecrîd, qayûm û girtinan aştî pêk nayê.”

Çaglar Demîrel gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heke daxwazên kurdan ên demokratîk bi awayeke şênber gav neyên avêtin Kurd ji bangên wan bawer nakin.”