Di 30’yê cotmeha 2014’an de di civîna herî dirêj a MGK’ê ya Tirkiyeyê de planên êrîşa topyekûn a li dijî kurdan pêk hat. Di çarçoveya vê planê de ku navê ‘Plana Çokşikandinê’ lê hat kirin, Serokkomarê AKP’î Erdogan maseya diyalogê quliband.
Piştî ‘Plana Çokşikandinê’, di 22’yê tîrmeha 2015’an de li navçeya Serêkaniyê du polîs bi hatin kuştin. Kuştina polîsan wekî sedema qulibandina maseyê nîşandan. Piştre di 24’ê tîrmeha 2015’an de li dijî Qendîlê êrîşên berfireh pêk anîn. Bi vî awayî konsepteke berfireh a şer dan destpêkirin.
Di çarçoveya vê planê de qedexeya derketina derve ya ku yekem car li navçeya Gimgim ya Mûşê di 16’ê tebaxa 2015’an de hatibû ragihandin, li 11 bajaran belav bû. Li gorî daneyên TÎHV’ê di navbera 16’ê tebaxa 2015-16’ê hezîrana 2016’an de di qedexeyên derketina derve de hezar û 425 kes hatin kuştin û 2 hezar û 583 kes jî birîndar bûn. Herî kêm milyon û 809 hezar kes ji mafê azadî û ewlehiyê bêpar man. Piştî ku ‘Plana Çokşikandinê’ ya ku bajaran hilweşand ket meriyetê, ‘operasyonên qirkirina siyasî’ dan destpêkirin.
Parlamenter avêtin zindanê
Di operasyona qirkirina siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an de hevserokên berê yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî di nav de gelek hevşaredar û siyasetmedar girtin. Li gor daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê; di navbera 24’ê hezîrana 2015’an û 1’ê sibata 2017’an de 15 hezar û 370 endamên partiyê hatine binçavkirin û 3 hezar û 647 jî hatine girtin. Di sala 2016’an de li 95 şaredariyên di bin rêveberiya DBP’ê de qeyûm hatin tayînkirin.
Di pêvajoyê de, di îlona 2020’an de bi hinceta çalakiyên di 6-8’ê cotmeha 2014’an de ên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, gelek siyasetmedarên HDP’î û kurd hatin binçavkirin û girtin. Di encama doza 18 jê girtî li 108 kesan hatibû vekirin, cezayên giran li siyasetmedaran hatin birîn.
Balkêş e ku piştî hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an ku HDP’ê serkeftineke mezin bi dest xist û 81 parlamenter şandin meclisê lez dan van operasyonan. Di 20’ê gulana 2016’an de parêzbendiya parlamenterên HDP’ê betal kirin. Di 4’ê mijdara 2016’an de jî Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên wê demê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 12 parlamenter binçav kirin û girtin. Di ser ‘derbeya siyasî ya 4’ê mijdarê’ re 8 sal derbas bûn. Lê hej hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş hê jî girtî ne.
Beriya wê jî gelek caran partiyên kurdan hatin girtin. Qeyûm tayinî şaredariyên kurdan hatin kirin. Di sala 2024’an de jî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê û herî dawî Esenyûrtê kirin. Partiya kurdan tevî hemû zext, tundî, binçavkirin, girtin, qeyûman her tim hêza xwe mezin kir û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî hem li Kurdistanê û hem li tevahiya Tirkiyeyê berdewam dike. Îro DEM Partî û DBP’ê li gelek bajaran xebaten siyasî û rêxistinî ji berê xurtir û bi hêztir dimeşînin. Îro yek ji welatê herî zêde siyasetmedarên girtî lê hene Tirkiye ye. DMME jî ji ber van kiryarên li dijî siyasetmedaran Tirkiye mehqûm kiriye. Îro demokrasî û hiqûqa Tirkiyeyê ji ber van kiryaran li hemû cîhanê tê rexnekirin û niqaşkirin.