Bi fermana Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, waliyê Mêrdînê wek qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Ahmet Turk hat kirin. Gel li dijî tayînkirina qeyûm li ber şaredariyê nerazîbûn û hêrsa xwe nîşan dide. Polîsan derûdora şaredariyê bi bariyeran girtin e û destûr nadin ku Hevşaredar Ahmet Turk, rêveberên DEM Partiyê û welatî bikevin hundirê avahiya şaredariyê. Lê gel li dijî vê hêrsa xwe tîne ziman û dirûşman berz dike.
Hevşaredar Ahmet Turk daxuyanî da rojnamevanan.
Turk wiha got: “Ev dîmen şerma Tirkiyeyê ye. Şaredarî bi polîsan hatiye dagirkirin. Nahêlin ku gel bikeve hundirê şaredariyê. Destûrê nadin ku ez û serokên daîreyan û xebatkarên me eşyayên xwe yên taybet jî hilgirin. Dîmen li holê ye. Tiştek em zêde bêjin nîn e, bila her kes vê tabloyê bibîne. Ev bêhiqûqî wê dewam neke. Helbet wê gel dîsa di sindoqan de bersiva vê antî demorkatîkbûnê desthilatdariyê bide.”
Turk: Ev ne pêvajo ye
Ahmet Turk bal kişand ser pêvajoya li ser nîqaşkirina pirsgirêka kurd nîqaşa wê tê kirin û wiha got: “Heke pêvajoya qal dikin ev be, ev ne pêvajo ye. Çep lê dixin rast vedigerin. Helbet em dixwazin pêvajoyek were destpêkirin. Hemû gel di zemînek hevpar de kom bibin. Tu niyetek desthilatdariyê nîne ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka demokrasiye çareser bike. Mesele tene ne meseleya DEM Partiyê ye. Ev meseleya demokrasiyê û hemû Tirkiyeyê ye. Divê her kes li dijî vê nerazîbûna xwe nîşan bide.”
Li ber şaredariyê hêrsa gel berdewam dike.