Rastî gundê Taxikê, hem bi kelata xwe ya bi navûdeng, hem bi goristana xwe ya qedîm, hem jî bi şikeftên ku di bedenên keviran de hatiye kolan balê dikişîne ser xwe.
Gerîdeyê Osmaniyan Ewliya Çelebî sala 1665’an a Zayînî dema ku hat WAN’ê, li ser XOŞEBÊ derbasî rojhilatê Kurdistanê dibe. Di wê gerîyanê de der barê navenda ‘EMARETA PINYANIŞIYAN’ a dikeve rojhilatê ELBAKÊ hinek agahdarî ragihandine me. Min bihîstibû ku, li navenda Emareta Pinyanişiyan maye di nava tixûbê dewleta Îranê de.
Ez li gundê TAXIK’ê mêvanê mamosteyê welatparêz û rewşenbîr Miraz ÇENÎ bûm. Wî digot “Ew gundê ku Ewliya Çelebî qala wî kirî gundê Taxikê bû. Jixwe mamoste Miraz xwecihiyê gundê Taxikê bû. Lê dîsa jî ez di şikê de me. Bi dîtina min pêwist e li aliyê tixûbî yê din jî divê di vê mijarê de lêkolînek bê kirin. Rastî gundê Taxikê, hem bi kelata xwe ya bi navûdeng, hem bi goristana xwe ya qedîm, hem jî bi şikeftên ku di bedenên keviran de hatiye kolan balê dikişîne ser xwe. Dostê min ê xweşdivî mamoste Miraz, 5’ê Gelawêj’a sala 2021’î em bi malbatî li gundê xwe kirin mêvan. Herwiha ji bona min derfet çebû ku ez deverê ji nêzîk ve bibînim.
Rojhilata Elbakê ji ber hinek çemên rûbarê herêmê yê mezin ZÊ ya Hekaryan pêk tînin, hinek gundên xweş û berhemdar hatine avakirin; ew çemên ku li serîkaniyên wan li bakûrê deşta Elbakê, rastî jî jiyan daye hinek gundên banî û yên di nav dolê de hatine avakirin. Mirov dizane ku di destpêka dîrokê de mirov dane ber hembêza xwe, ew di dergûşa xwe de hejandine, mêjandine û xwedî kirine. Li gor herêmên li nav çiyayan gundên Elbakê, hem ji bo çandinê, hem jî ji bo xwedîkirina kewala kêrhatî xuya dibin. Di dîrokê de ji bo navenda Colemêrgê, rista kogehekê genimî dîtiye. Heya sedsala borî jî, karwanên Colemêrgiyan diçûn gundên Elbakê ji bo genimkirînê. Dever 600 sal şûnde girêdayî desthiladariya mîrekên Hekaryan a nîvserbixwe bû. Jixwe dikeve nav erdnîgariya Hekaryan a qedîm. Hinek zarokên mîrekên Hekaryan hikumdariya ELBAK’ê kirine. Ev rastî ye ku belgeyên dîrokê de tê dîtin.
Dema ku em ji BEBLEŞÎN’ê veqetiyan, gundên li ser Elbakê ketin ser rêka me. Rê di nav gundê DÊRÊ de derbaz dibû. Dêra bi ki bi navê Bartholomeûs hatiye avakirin, devera deşta Elbakê ya herî berfireh li serê girekê hatiye çêkirin. Dêrê di heman demê de navê xwe daye gundî jî. Dîwarên avahiya dêrê ya di nav berxwedanê de, îro jî li ser bingeha xwe ne. Piştî Zayînê di dawiya sedsala 13. destpêka sedsala 14. de, anku 600 salan beriya roja me hatiye avakirin. Li gor hinek agahdariyan bingeha wê beriya hingê hatiye çêkirin. Dêr li ser gors SAÎNT BARTHOLOMÛS hatiye avakirin û mêjûya wê digihije 1700 salan beriya roja me. Li ser dergehê wê yê ku berê xwe dide aliyê bakur nîgara du siwarên şervan hatine nexşkirin. Wêneyê Yezdanê rûniştî li ser texteyê melek a hilgirtî tê dîtin. Plansaziya wê lewnê Xaçî hatiye çêkirin. Xuya dibe ku, her sal çend kevirek ji dîwarên wê tên jêvekirin. Roja ku em çûyîn li derdorên wê ji çavan dûr û di nav bêdengiyê de bû. Mixabin ew berhema navdar jî wekî hemû dêrên herêmê hatibû wêrankirin. Mirov dizaniya ku, ew mabet jî ber bi mirinê ve diçe.
Piştî gundê DÊRÊ rêka me li nav gundê Qereçyan derbas bû. Li dawîbûna wî gundî gundê TAXIK’ê derket pêşiya me. Kelata kevnar a ku li bilindahiyên girekê hatiye çêkirin, ji çavan dûr di nava bêdengîyê de bû. ÇEMÊ BÊDÛKÊ (Berdolikê) yê ku Ewliya Çelebî qala wî kirî jî ji bedenên kelatê dûr ketibû. Jixwe ew du çemên ku serê rûbarê ZÊ pêk tînin, li bakurê gundê TAXIK’ê digihijin hev. Yek ji wan çemê derdora gundê TERAZÎNA, yê din jî ji doranên gundê XANIKê tê. Ji Rûbarê ZÊ ber bi başûr û rojavayê ELBAKÊ ve diherikin. Min pêşiyê xwest ku ez şikeftên nêzîkê çemî bibînim. Şikeft xwemalê çaxê pêşiyê bûn. Kevnariya wî şûnwarî ji dûrve bal dikişand ser xwe. Mirov dikare bibêje ku xwemalê serdemê dewleta Ûrartûyiyan a ku ji konfederasyona eşîran pêk hatibû bû. Şikeft di serdema desthelatdariya MED’an de jî bûbûn cihê hilkirina agirê pîroz. Xuya bû ku sedsalên şûnde jî bûbûn cihê înzîwaya sofiyên ŞÊX HADÎ’YÊ HEKARÎ. Bawermendên ola Êzîdîyatiyê jî li wan şikeftan perestîş pêk anîbûn. Li Derdorên kelatê 35 şikeft, 12 xaniyên di keviran de hatibûn kolan hebûn. Bêşik di nava demê de bûbûn cihê perestîşa rahîbên ZERDEŞTÎ û sofiyên ola ÊZÎDIYATIYÊ jî qesta negotibûn: “Şêx Hadî çû Hekarê, Secde bir dar û berê.” Jixwe paşnavê Şêx Hadî jî ‘EL HEKAR’ bû. Ji ber vê têkiliyê ji çavan dûr mabûn û mabûn bê xweyî. Bi hemû dîmenan ve dever wargeheke dapîr û kalikên kurdan Hûriyan û neviyên wan dihat dîtin. Di serdema olên semawî dê ew wargehên kevnar ên perestîşê kirine govên pezî, cihê şivanan û wargehên netivî. Niha jî ji ber ku li ber çavên desthilatdaran berhemên xwemale yên dapîr û kalikên kurdan bûn hatine reşkirin û ber bi mirinê ve hatine terikandin.
Bi sedan kevirên bi rengê bixiyên periyan li derdorên kelatê tên dîtin. Ew jî di nav bêdengiyê de li me dinihêriyan. Li hêla Elbakê 600 salan beriya roja me wekî herêma Hekaryan dûr û dirêj bûbû wargeheke ola Êzîdiyatiyê. Derfeta min çênebû ku ez bi ser bilindahîyên kevirê ku kelat li ser hatiye avakirin bikevim. Kelata ku kevirên bedenên wê yên aliyê başûr û rojhilat ên ku rengê kevirên gêcê didan pir asê û bi heybet dihatin dîtin. Bedena ku ber bi aliyê rojhilat û rojavayî ve dirêj, ji dûr ve wekî xaniyekê serbanê wî rast û sîwaneyên wî fireh dihat dîtin. Rengê kevirên sîwaneyên xwezayî qehweyî bûn. Kevirên sîwane yên wekî yên xaniyên ku bi destan hatine çêkirin ji dîwaran borî bûn. Mirov digot ew bi destê hunermendên avahîsaz hatine çêkirin. Bi rastî jî mirov ji temaşekirina xwezaya li derdorên kelatê têr nedibû. Ew bedenên bilind ên ku bi kevirên gêcê yên spî pêk hatibû xaniyên ku cih bi cih di rûyê wan de hatine kolan, bixiyên periyan ên kulavekî kevir li ser serê wan, çemê berdolikê yê ku jîyan dayî derdorên kelatê heçku hevûdu hembêz kiribûn.