13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê rojnamevan Jîna Muderîs avêt zindanê

Rejîma Îranê rojnamevan Jîna Muderîs ku ji ber xwepêşandanên şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" cezayê girtîgehê lê birîbûn, şandin zindanê.

Rojnamevan Jîna Muderîs Gorcî li ser malpera xwe ya tora civakî derbarê girtina xwe de peyamek belav kir. Jîna Muderês di peyama xwe de got: “Ez îro diçim girtîgeha jinan a Sine ku cûdahiya zayendî, çînayetî û netewî sê qat lê zêdeye. Dema ku min kel û pelên xwe ji bo girtîgehê amade dikir, min destpêkê hêviya xwe xist çenteyê xwe, da ku ez bi hêvî biçim wir.”

Di 31’yê Cotmehê de, Rojnamevan Jîna Muderîs ragihand ku dadgehê belgeyek jêre şandiye û xwestiye roja Şemiyê xwe radestî girtîgeha jinan a Sineyê bike û cezayê xwe bikêşe. Di meha Hezîrana îsal de Dadgeha Şoreşê ya Sine li ser Rojnamevana Kurd û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs Gorcî, ji 10 salan heta 21 salan cezayê girtîgehê birîbû. Piştre cezayê wê ji bo 16 mehan hatibû kêmkirin.