Komeleya Hespên Resen a kantona Cizîrê, bi boneya 1’emîn salvegera şehadeta 29 şehîdên Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Beşa Têkoşîna li dijî Narkotîkê), pêşbaziya hespan li dar xist. 80 siwar ji herêmên kantona Cizîrê tev li pêşbaziyê bûn.
Pêşbazî li ser hezar, hezar û 200, hezar û 400, hezar û 600, hezar û 800 û 2 hezar metre pêk hat. Pêşbazî bi xelatkirina hespên yekemîn, duyemîn û sêyemîn bi dawî bû.
Di 8’ê Cotmeha 2023’yan de dewleta Tirk a dagirker Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Beşa Têkoşîna li dijî Narkotîkê ya li gundê Hemze Begê yê Dêrikê bombebaran kiribû û di encamê de 29 endamên ku di perwerdeyê de bûn, şehîd bûbûn.