Li herêma me Mûşê, mirovekî bi navê Rizo ku govendger, bilûrvan û civaknas hebû. Di govend û seyranan de ji aliyê gel ve dihat hezkirin.
Hevjîna Rizo dibêje; “Rizo tu ji nav gel xwarin, xwirek û pêdiviyan berhev dikî, lê tu tiştek nadî kesên hewcedar û xizan.”
Rizo dibêje “Ez ji nava gel kom dikim ka çi bidim camêr û canikan?” Hevjîna wî dibêje; “Ez xewnên xirab dibînim derbarê te de, hinek xêr û xêratan bike.”
Rojekê hevjîna Rizo kifteyên Mûşê ku di nav de goşt û cureyên biharatan hene çêdike. Hevjîna Rizo kiftan datîne ser sêniyekê dide ber Rizo. Dibêje; “Tu dê gazî kesên ku di vir de derbas dibin bikî bila bên kifteyan bixwin.”
Çavên Rizo bi kifte û sergirikan dikeve û di ber xwe de dibêje; “Ka ez ê çawa bidim canik û camêran.”
Mirovekî ku gopalê wî di destî de ye tê bal Rizo û jê re dibêje; “Noşîcan be bira; di hemû ol û baweriyan de dibêje nabe ku hûn têr û cinarên we birçî bin.”
Hevjîna Rizo dibêje; “Rizo çend kifteyan bide camêr.” Rizo di nav kifteyan de kifteyekî digire dide destê camêrî û dibêje; “Bila ev xêra min û xanima min be.”
Dibe êvar, dikevin nava nivînan, Rizo xewnan dibîne. Rizo di xewnê de dîbîne ku di tirba wî de mişk, mar û dûpişk derdikevin û êrişî wî dikin. Rizo kir zarîn û hewar û got “Ya rebî, ya Xweda û şêx! Ew kifteya ku dabû xêra xwe dikeve kuna mişk, mar derdikeve.”
Rizgo dibêje; “Bav û birê min kifte, ji bo Xweda bikeve kunê wan bigire nehêle derkevin.” Kifte diaxive û dibêje; “Rizo; te bi gotina hevjîna xwe nekir, ku te çar pênc kifte daban em ê bi hev re biketana kunê. Lê te yek kifteyek daye ew bi dehan e, ez yek im, çi xweliyê li serê xwe û te bikim.”
Bi hewar û qêrîna Rizo re xanim û zarokên wan hişyar dibin. Hevjîna wî dibêje; “Rizo xêr e, çawa bûye?” Rizo dibêje; “Xanim sibê du sê sênî kifteyan çêke û gazî hemû cînaran bike, em xêra xwe bidin. Bila kifte pir bin. Di herêmê de mar û mişk pir in; kifte yek e dê çi xwelî li serê xwe bike.”