Bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, bi hezaran mirov li gelek bajaran kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Beşdarên çalakiyan di daxuyaniyan de diyar kirin ku têkoşîna li Kobanê li dijî DAIŞ’ê hate dayîn, li ser navê hemû mirovahiyê hatiye dayîn û êrişên dewleta tirk şermezar kirin.
Şirnex
Rêxistina DEM Partiye ya Şirnexê li ber avahiya rêxistina partiya xwe ya Cizîrê tekildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê daxuyanî da. Rexistinên DBP, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) MEBYA-DER, û parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser “Şoreşa Rojava hêviya hemû gelan e” dinivisî û dowîzên ku heman nivîs li ser bûn hilgirtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen daxuyanî da û got: “Berxwedana Kobanê heviyeke mezin daye gelên Rojhilata Navîn. Têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Kobanê bajarê sembola jiyana azad, wekhev û hevpar bû ruhê hevpar ê hevgirtin û têkoşîna navneteweyî. Kurd, ereb, ermen, çerkez li Kobanê; gelên herêmê ji 7 salî heta 70 salî bi taybet êzidî û suryanî û sosyalîst, jin û ciwanên ji çar aliyê cîhanê ku li dijî kapîtalîzmê û rejîmên li dijî gelan piştgirî dan berxwedan û şoreşê, berxwedaneke mezin kirin û bi ser ketin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî bal kişand ser wate û giringiya rojê û got: “Ew roj ji hemû gelên cihanê re pîroz e. Îro desthilata AKP’ê û MHP’ê hewl dide hovitiya ku DAÎŞ’ê nekarî pêk bînê, têxe meriyetê. Li dijî taritiya DAÎŞ’ê weke çirûskek li hemû dinyayê belav bû ye. têkoşîna me dê her bidome.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma, “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
Riha
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê têkildarî Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywanê pankarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be” daliqandin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Rihayê Songul Arpa got: “Li dijî şer û pevçûnan em ê têkoşîna xwe ya aştiyê bi israr bidomînin.”
Amed
Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Amedê têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê li ber avahiya Rêxistina DBP’a Amedê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî parlamenter tev li daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de parkarta “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya pîroz be” vekirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Kobanê” berzkirin.
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivî û got: “Kesên ku dixwazin gelê kurd ê li ser axa xwe ji holê rabike dê biçin. Gelê kurd ji bo parastina mafê xwe bi salane têdikoşe. Êdî dest ji axa kurdan berdin. Berdin bila kurd bi awayekî aza dli ser axa xwe bijîn. Rojava li cîhanê bûye mînak. Bi têkoşîna gelê kurd li wir pergaleke demokratîk hate avakirin, ji cîhanê re bû mînak. Em dibêjin bila ev pergal li cîhanê belav bibe.”
Mêrdîn
Bi heman armancê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê jî rêxistina DBP’ê, DEM Partî û TJA’yê daxuyanî da. Girseyê hate ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê pankarta “Şoreşa Rojava ji gelan re dibe hêvî” vekir. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin diyar kir ku têkoşîna gelê kurd li Kobanê ji bo gelên cîhanê bû mînak û wiha got: “Heta ku kurdek hebe wê Kobanê nekeve.”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Wan
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê û TJA’yê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Kobanê serkeftina ronahiyê ya li dijî tarîtiyê ye” hilgirtin û dovîzên “Em 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin”, “Kobanê rûmeta me ye” û “Bi Arîn Mîrkanan ber bi serkeftinê ve” hilgirtin.
Di daxuyaniyê de ji ewil ji bo kesên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre helbest hatin xwendin. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna tevgera jinên kurd û got: “Jinan pêşengtiya berxwedana Kobanê kirin û li dijî zîhniyeta mêrê serdest têkoşiyan. Jinan heta serkeftinê li ber xwe dan û têkoşiyan. Jinan dîrok nivîsandin û li her devera cîhanê di dîrokê de cihê xwe girtin. Em careke din vê berxwedana bêhempa silav dikin.”
Bername bi tililî û gerandina govendê bi dawî bû.
Mûş
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê jî li ber avahiya rêxistina bajar daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bijî berxwedana Kobanê” hilgirtin û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Mûşê Yafes Dînar anî ziman ku 1’ê Mijdarê ji bo her kesên aştî û mafên mirovan diparêzin rojeke girîng e. Dînar, anî ziman ku 1’ê Mijdarê roja berxwedana bêhempa ya Kobanê ye.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
Colemêrg
Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên rêxistinên DEM Partiyê yên Colemêrg û Geverê û gelek kes tev li bûn. Girse ji ewil çû serdana esnafan û 1’ê Mijdarê li wan pîroz kir. Piştî serdanê jî girse hatiye pêşiya avahiya DEM Partiyê û li wir li ber stranên kurdî govend gerandin. Di govendê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Kobanê dimeşe erd û esman diheje” hatin berzkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî û êrişên dawî yên li dijî Kobanê bi bîr xist. Sevmez, wiha domand: “Dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandî tu caran venemire. Bi vê bîr û baweriyê em ê tu caran ji maf û destkeftiyên xwe paşvegavê neavêjin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
Edene
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de wiha got: “Dê ruh û ronahiya berxwedana Kobanê afirandî tu caran venemire. Bi vê baweriyê em ê tu caran dev ji azadî, maf û destkeftiyên xwe bernedin û paşvegavê neavêjin. Em ê xwedî li bihara berxwedana Kobanê ji bo gelan afirandî derkevin. Çiraya Kobanê li dijî tarîtiyê ji bo mirovahiyê vêxistin hêj rêya parastvanên wekhevî û azadiyê ronî dike. Di 11’emîn salvegera vê berxwedana pîroz de em careke din ruhê piştevaniyê yê enternasyonalîst a gelên cîhanê ku pêşeroj ronî kiriye û tarîtiya DAIŞ’ê çirand silav dikin. Em Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin.”
Piştî axaftinê, Sûat Ekîn helbesta “Kobanê” xwend. Çalakî bi guhdarîkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.