12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwaringehên Gel ên Mêrdînê rastî eleqeyeke mezin tên

Xwaringehên Gel ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve di çarçoveya şaredaritiya gel de ji bo pêşkêşkirina xwarinên paqij, xweş û guncav hatine vekirin, ji aliyê gel ve bi eleqeyek zêde hatin pêşwazîkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, di çarçoveya şaredarîtiya gel de li navçeyên Artûklû û Qoserê 2 Xwaringehên Gel vekirin. Xwaringehên Gel ên ku ji bo kêmkirina ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de û pêşkêşkirina xwarinên erzan, paqij, xweş û ewle ji bo gel hatine vekirin, ji bilî roja yekşemê her roj di navbera saet 07:00-09:00’an de şorbe û di saet 12:00’an de xwarinê pêşkêş dikin. Xwaringehên Gel ên ku armanc dikin ji hemwelatiyên kêmdahat û xwendekaran bigire heta hemû hemwelatiyan xizmetê pêşkêş bikin, her roj ji sedan hemwelatiyan re 4 cure xwarin pêşkêş dikin. Hemwelatiyên ku eleqeyek zêde nîşanî Xwaringehên Gel dan, kêfxweşiyên xwe anîn ziman.

Orhan Gungorê ku di Sektora Taybet de dixebite, kêfxwşiyên xwe yên ji ber xizmetê anî ziman û wiha axivî: “Hemû gelê me sûdê ji vê xizmetê digire. Bi 100 TL’yan 4 cure xwarin hema bêje belaş e. Em dixwazin ku ev xwaringeh li hemû navçeyan bên vekirin. Em daxwaz dikin ku şaxa duyem jî li Qoserê bê vekirin. Ji ber ku em ji xwarinan memnûn in em dikevin rêzê û li benda dora xwe dimînin.”

Erdî Şen ê ku diyar kir her kes li vir xwarinê dixwe û wiha got: “Bihayên xwarinan pir guncav in, îro li derve dema hûn donerekê tenê bixwin jî ji 100 TL’yî zêdetir didin. Lê li vir em dikarin bi 100 TL’yî 4 cure xwarin bixwin. Ez bi xwe mamoste me û di navbera nîvro yan piştî kar de li vir xwarina xwe dixwim û diçim malê. Xwarin jî li gorî standarda Mêrdînê bi tam in.”

Buhayê xwarinê li gor dilê hemwelatiya ye

Welatiyê bi navê Îdrîs Esîn ê teqawîd anî ziman ku Xwaringehên Gel ji bo welatiyên ku dahata wan kêm e projeyek gelekî baş e û ev tişt anî ziman: “Gelê me hejar e du roj berê ez çûm xwaringehekê min ji bo du xwarinan 700 TL pere da. Ev ne pereyekî kêm e. Ji ber vê Xwaringehên Gel xizmetek bêhempa ye û hemû gelê Qoserê ji vê xizmetê memnûn e. Bi vê buhayê, ev xwarin belaş e.”

Şahîn Aydın ê ku got xwarîngeha gel ji bo kedkarên kêmdahat projeyeke baş e got: “Xwarîngeha gel a ku li Qoserê hat vekirin hem ji bo me hem jî ji bo yên ku ji derve tên baş bû. Hem erzan hem jî cihekî guncav e. Xwedê ji kesên ku di vekirina xwarîngehê de ked dane razî be. Ji ber ku erzan û bi kalîte ye em pir kêfxweş in.”

Kedkarê bi navê Mehmet Aslan ê ku bal kişand ser wê yekê ku ev proje diviyabû berî salan pêk bihata ev tişt got: “Xwarin paqij, bi kalîte û xweş in. Ez ji vê projeyê pir kêfxweş im û spas dikim.”
Parêzer Şemse Yeliz Çîftçî ya ku cara yekem li Xwarîngeha Gel xwarin xwar, diyar kir ku xwarin li gorî buhayên bazarê pir guncav û bi tam in û wiha domand: “Min xwarin eciband û ez difikirm ku dîsa bêm. Ez ji herkesî re jî pêşniyar dikim. Ji xwarinên ku me xwarin tê fêmkirin ku li cihekî paqij hatine çêkirin. Li gorî cureya xwarinên ku tên dayîn biha pir guncav in û dema em li keda ku tê dayîn dinêrin em dikarin bibêjin ku biha heta hindik jî mane.”
-Biha Li Gorî Budçeya Xwendekaran e
Fatîh Demîrtaş ê ku diyar kir ku ji bihayên xwarinê yên Xwarîngeha Gel pir kêfxweş e got: “Biha li gorî budçeya xwendekaran e û xwarin jî pir bi tam in.”

Welatiya bi navê Zarîfe Denktaş a ku karê muhasebeyê dike diyar kir ku her roj li Xwarîngeha Gel xwarinê dixwe, wek xebatkarek got ku buha li gorî wan in û wiha axivî: “Vekirina Xwarîngeha Gel ji bo me xebatkaran baş bû û em dikarin bi dilrehetî werin û li vir xwarinê bixwin. Ji ber ku ev der li gorî budçeya me ye.”
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku xwarîngehên gel ên ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin tên, li navçeyên Midyad, Nisêbîn û navenda Artûklûyê jî vekin xebatên xwe didomînin.