Di rojeva me hemûyan de mijara civak, civakbûn anku pirsgirêkên civakî cih digirin. Em rasterast bi van mijaran re eleqedar nebin jî bi awayekî dikevin rojeva me. Gelo civak çi ye û kî dibe civak?
Civak koma mirovan a ku di erdnîgariyeke diyar de dijîn, xwedî berjewendiyên hevpar in, di navbera wan de piştevanî heye, xwedî çandeke hevpar in û xwe birêxistin kirine. Civak organîzmayeke zindî ye. Dînamîk e, vediguhere û vediguherîne. Di civakîbûnê de domdarî û nejêbirînî heye. Di tevahiya qadên madî-menewî de, di mercên wextcih de rastiyên civakî têne damezirandin, selihandin, hilweşandin û li şûna wê cihên nû tên avakirin. Civak ne yekîneyeke dijmirov e, ji aliyê mirovan ve hatiye damezirandin, ew bi xwe jî kesayetên mirov dadimezirîne. Ya civakekê dike civak exlaq, polîtîka û hişmendî ye. Civak xwe bi van îfade dike û nasnameya xwe bi saya wan çêdike.
Pirsgirêkên ku di nav civakê de xwe didin der hatine asteke wisa ku civak ji civakbûnê hatiye derxistin û civak hatiye asta xelasbûnê. Dînamîkên bingehîn ên civakê hatine perçiqandin, qadên exlaq û polîtîka ku tevnên civakê ne hatine rewşa ku nikaribin kar bikin û civak ji her cureyê mêtingeriya hêzên hegemonîk û yekdest re vekirî hatiye hiştin. Ji ber vê jî divê bi awayekî yekpareyî ji nû ve pirsgirêkên civakê bên destgirtin û rêbazeke çareseriyê bê bi pêşxistin.
Pirsgirêkên civakî bingeha xwe ji xirabûna têkîliyên di navbera kesayet-civak, xweza-civak, jin-mêr digirin. Piştî ku civak ji pêşketina xwe ya xwezayî hat qûtkirin û ev pêşketin ji aliyê pergala mêrê desthilatdar ve ji rê hat derxistin, rizînekê dest pê kir.
Yekdest xwe bi berfirehkirinê gihandine roja îro, bi vê re jî civak ji bingeha xwe ya dîrokî hatiye qûtkirin. Sedema afirandina pirsgirêkên civakî bajêr, çîn û dewlet in ku cewhera xwe ji hişmediya mêrperest digirin.
Sedema herî mezin a ku civakê ji civakbûnê qût dike û yekdestiyê ava dike wek ku me got têkiliyên ku xirab bûne ne. Ev newekhevbûn jî herî zêde xwe di têkiliyên jin û mêran de dide der. Her ku têkiliya di navbera jin û mêran de xirab dibe anku serdestiya mêran li ser jinan zêde dibe têkiliya mirov a bi kesayet û xwezayê re jî qut dibe. Ev jî bi xwe re rizîna civakê bi pêş xistiye.
Di encama vê rizînê de her roj jin û zarok rastê taciz û tecawizê tên û tên kuştin. Lê kesên ku ji van kiryaran berbirsiyarin ji aliyê dewleta ku bi hişmendiya mêrperest ve hatiye avakirin nayên cezakirin. Ev necezakirin zêdebûna êrîşan bi xwe re tîne.
Dewlet hiqûqa ku ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar tîne li nav civakê li dewsa exlaqê, îdaregeriya dewletê jî li şûna polîtîkayê bi cih dike. Ev rêbaz jî dibe sedem ku civak ji civakbûnê qût bibe û qirkirina jin, çand û xwezayê bi pêş bikeve.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di manîfestoya xwe ya Şaristaniya Demokratîk de dibê “Dê bi veger û nûjenkirina nirxên manewî yên civaka xwezayî bi teşeya civaka demokratîk bibe çareserî ji pirsgirêkan re’.
Dema ku kes xwe ji desthilatdariya yekdest rizgar bike û li dewsa hiqûqa dewletê exlaqê civakî li dewsa burokrasiya dewletê polîtîkaya demokratîk bi pêş bixe wê demê em ê karibin li civaka rasteqîn vegerin û dê kuştin û qirkirina li ser jin, zarok, çand û xwezayê jî ji holê bê rakirin.