Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûrê Deger di 29 nûçeya bi ser navê “Li Wanê çeteyê şantajê: Ozcan Polat kî ye?” çêkir. Ji ber vê nûçeyê Ozcan Polat û xizmên wî gef li Oznur Degerê xwarin. Degerê li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kesên ku gef lê xwarin kir.
Degerê ligel parêzeran bi sûcê “gefxwarin” û “heqaretê” gilî kir û ji ber ewlehiya canê wê tune ye daxwaza girtina biryara dûrxistina Ozcan Polat û xizmên wî kir.