Di çanda me kurdan de kesek nas, an nenas, dost an jî dijmin dema ku silav bide, destê xwe dirêj bike, ew dest li hewa nayê hiştin, tê girtin. Bi rêzdarî tê pêşwazîkirin. Herwiha, dîsa di çand û kevneşopiya me de ji bo kesên ku silavê didin, an jî tên mêvandariyê subjektîf nayê fikirîn. Bi wê niyetê lêpirsîn nakin, bi dilekî aram pêşwazî dikin.
Ji bo wê jî li Kurdistanê di nava kurdan de gotineke gelêrî heye, ku dibêje “Dijminê te jî bê ber deriyê te, nan û av bidê û rê bike, lê dîsa jî ji bîr neke, ku ew dijmin e. Hesabê xwe bike.” Li Herêma Soran jî keseke/î, ku ber bi malekî ve biçe, silav bide, gotina pêşwaziyê “ya xwe bi xêr bê” tê gotin.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmeha 2024’an de, dema ku civîna parlementoya tirkan pêk dihat, ji cihê xwe rabû û ber bi koma partiya DEM’ê ve çû. Li gor protokolê rêza pêşîn hevserok û rêvebirên partiyê silav kir. Ji bo mirina dayika hevserokê partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan sersaxî xwest. Li gor cîhaneke normal, welatekî normal ev helwest jî normal e, tiştekî ji rêzê tê dîtin, li ser şîrovên awarte nayên kirin. Lê ev welat, ev parlamento û ev partî jî ne normal in. Ne îro, ev sed sal in, ne normal in.
Ji ber ku ne normal in, kesên ku di protokolê de nîn in, di rêzên dawiyê de rûniştibûn, bi şaşo-maşo beziyan, ser serê hevserokê xwe têperandin, destê xwe dirêjkirin, pîvanên protokol û rêxistina xwe jî serşorkirin. Ev anormanliya rojê bû.
Rojên derbas bûn, gelek nîqaş, nirxandin û şîrove ji her milan û ji aliyê her kesê/î ve jî hatin kirin. Xwedî û berpirsyarên kar, berpirsyarên wî welatî û yên şoreşa gelê kurd jî gotinên pêwîst gotin. Di dawiyê de serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bangewazî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Da ku bang li rêxistina xwe bike. Ji her kesê/î re derfetên gotin û helwestan tên dayîn. Lê ji berpirsyarê sereke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heta çend rojan beriya niha jî derfetên gotinekî jî nadihatin dayîn.
Di vê pêvajoyê de yê dizane, yê nizane, yê fehm dike, yê fehm nake, her zarekî de gotinên pir gilover, gotinên bêserûber, ên şaş yên TV’an jî bê sînor difirin.
Beriya her tiştî, di rêgezên karên polîtîk de bijartin an jî “vê dixwazim, wê naxwazim, bi vê/î re rûdinim, bi wê/î re rûnanêm” nîn e. Li gor rewşa heyî, bi kê re dikarî çareserî bibînî, bi wê/î re rûdinî û çareser dikî. Yan jî rêyên çareseriyê guftûgoh dikî. Di dawiyê de yên ku vê welatî bi rêve dibin kî ne!
Dema ku silavê didin te, tu nikarî bibêjî “destên te mirdar e.” Heger tu vê bibêjî, wê demê ji kerema xwe karê siyasetê berde û here mala xwe rûne. Dibe ku ev dest bi kemînê, xefkê, rakişandina navxwe ye; yan jî di destê de jehrî jî hebe. Polîtîka ew e ku berî ku destê dirêjkirî bê ber difina te, tu wê jehrê bibînî û çawa pêwîst be wisa pêşwazî bikî. Bi kelecana bazdana protokolê nabe, yan jî bi şîroveyên xeyalî yên li ser şer ên li kanalên tv û torên qada dijîtal nabe.
Li ser vê mijarê hinek dost, welatparêz û xêrnexwaz jî şîrove dikin û dibêjin ku “Dewlet tengav bûye, dixwaze kurdan bixapîne, bikişîne li cem xwe û di şerê cîhanê yê 3’yemîn de bide şerkirin”. Ev feraset civakeke ku xwe bi koletiya nerm re razî kiriye dide diyarkirin. A yekemîn, kurd ji bo tu kesî şer nekirine û dê nekin jî. Kurd ne zarokên ku bên xapandin in. Beriya her tiştî, hiş û mêjiyê kurdan, stratejiya wan ji bo xwe, şerkirina ji bo berjewendiyên gele xwe ne. Dan û standin, hevgirtin, hevdîtin jî li ser bingeha berjewendiyên gelê kurd e. Herwiha, îro tirk mecbûrê kurdan e, ne ku kurd mecbûrê tirkan e. Hêza kurdan a ku bikaribe tirkan bike xizmeta têkoşîna azadiyê heye.
Têkiliyên kurdan bi hemû welatên ereban re hene, bi dewleta tirkan re nîn in. Têkiliyên kurdan bi hemû hêzên cîhanê re hene, hêzên serwer ên tirkan nîn in. Têkiliyên kurdan bi rengekî şênber bi her çar aliyên Kurdistanê re hene û pêkve kar dikin, lê tirk li her çar aliyên Kurdistanê jî neyarê gelê kurd e.
Dema ku em tê de ne, heger tirk bixwazin hebûna xwe biparêzin mecbûrî kurdan e. Em kurd ne belengaz in. Bi vê ve girêdayî, ji bo gotina ku “dê me bixapînin” divê em bibêjin ku wek netew êdî ezmûna me ya şer û polîtîkayê ya 200 salan heye û Tevgera Azadiyê jî ev 50 sal in têkoşînê dimeşîne. Herwiha di şer û şoreşê de ya herî girîng ew e ku rêvebiriya stratejîk ji bo parastinê li ser karê xwe ye. Rêber Apo nêzîkî 4 sal in, di zindanê de ye; nedihêlan yek gotinê wî jî derkeve derve û bigihêje gel û rêxistinê. Ji ber ku Rêber Apo li ber xwe dide, stratejiya azadiya gelê xwe diparêze. Herwiha ev 5 sal in li ser serê rêvebiriya rêxistinê ya herî jor ji aliyê Amerîkayê ve xelata kuştinê hatiyê danîn, dîsa jî li ser karê xwe ne. Di encamê de, şefê faşîst hewcedarê gotinên Reberê Gelê Kurd maye. Rêber Apo salên berê gotibû “Ez nayêm xapandin û ez kesê/î jî naxapînim.” Bila tu kes ne xwe û gelê xwe, ne jî hêza rêber û rêxistina xwe bi rengekî sivik nenirxîne. Jixwe pencereya kemalistan jî serşornek e.
Wek encam; Şerê cîhanê yê 3’yemîn tu sînorên welatan an jî sînorên navneteweyî nas nake. Ev rêalîteyeke vî şerî ye. Kî li ku derê bi ser ket, kî li ku derê kî têk bir. Her kes bi her kesî re dide û distîne. Li gor stratejiyên xwe kelî bi kelî taktîk diguherine, nêzîkatiyan diguherine. Dost dibin dijmin, dijmin dibin hevkar. Êdî teorî û rêgezên şer ên berê di gelek mijaran de bêwate bûne. Wek mînak; ‘dijminê dijminê min dostê min e.’ Êdî tu wateyê wê nîn e. Şerê cîhanê yê sêyem bêsînor, bêpîvan, bêzagon û bêqaîde tê meşandin. Anku di nava mijê de kî zikê kê kun dike…
Rastiyeke tuj e; lê çi bikin, ev jî rastiya serdemê ye! Niha kî çi dibêje bila bibêje, kî li gor kê çi dike bila bike wek neteweya kurd û wek Tevgera Azadiyê ji bo azadiya gelê xwe çi ji destê me bê em ê wê bikin. Bi nirxandinên ji rastiyê dûr ên bi rêya bernameyên tv.yan an jî medyaya dijîtal tu tişt naçe serî. Em guh û hêza xwe bidin Reberê xwe û rêvebirên xwe yên stratejîk û ji gelê xwe bawer bikin. Hêza gelê me ji 70 milyonî zêdetir e, li ser axa xwe ye û li Rojhilata Navîn civakeke herî polîtîk e. Ya herî girîng, helwesta neteweyî, yekîtiya ruhî ya kurd-Kurdistanê ya cîhanbîni ye.
Em ji silavekê natirsin; lê ev silav bi serê xwe têkçûna projeya çokdayîna li kurdan e.