Polîsan li Stenbolê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer di 30’ê Cotmehê de binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Polîsan piştî îfadeyê Ozer sewqî dadgehê kirin. Dozger jî piştî îfadeya Ahmet Ozer girt bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê kir.
Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtin sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê jî piştî li Ozer guhdar kir, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girt û şand girtîgehê.
Ahmet Ozer di hilbijartina 31’ê Adara 2024’an de ji CHP’ê li navçeya Esenyûrtê hatibû hilbijartin.