Komisyona Hilbijartinana encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî encaman PDK’ê 39 kursî, YNK’ê 23 kursî, Nifşê Nû (Newey Niwê) 15 kursî, Yekgirtû 7 kursî, Helwest 4 kursî, Komeleya Dadgerî Kurdistan 3 kursî, Bereya Gel 2 kursî, Goran kursiyek, Hevpeymana Herêma Kurdistan kursiyek û pêkhateyan jî 5 kursî bidest xistine.
Di 18’ê mehê de dengdana taybet û di 20’ê mehê de jî dengdana giştî ya Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin.
Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir. Li gorî komisyonê rêjeya tevlîbûna hilbijartinan, ji sedî 72.6 bû.
Li gorî encamên dawî kîjan partî çend kursî bidest xist?
PDK: 39
YNK: 23
Nifşê Nû: 15
Yekgirtû: 7
Komele: 3
Helewst: 4
Bereya Gel: 2
Goran: 1
Hevpeymana Herêma Kurdistan: 1
Pêkhateyan: 5