Em ê vê carê jî, bi pêşgotineke kin dest bi nivîsa xwe bikin: Dîrok tenê ya nivîskî nine, dîroka fermî jî ji rastiyan dûr e û dibe çavkaniya kêzika Kafka! Merc didine xuyakirin ku ev sedsal wê bibe guhertinên civakî. Dema ku aqilên cîhanî di yek mijarê de digihe hev, guhertin teqez dibin.
Aqilê cîhanî, di bîrdoza Abdullah Ocalan de hemfîkîr e!
Çima vê dibêjim; Yek ji pêşengên civakan û fîlozofiya cîhanê ku dîrok kiriye bin lêpirsînê Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan, di vê lêpirsînê de, hem dadgeh kiriye, hem alternatîf daniye hole. Di dadgehkirinê de, zanista dîrokê esas girtiye, di buyer û pêşketinan de jî, wek fîlozofekî gelek sedem jî danîne hole; di alternatîfa xwe de jî, sedemên hemû sedeman li moxilê kirine, tiştê nedihatin dîtin, yan jî dihatin veşartin di bêndera hişmendiya mirovaniyê de danîn. Encam jî di nexşeya bi navê demokrasiya demokratîk de, (yan jî yekpare, rasteqîn), gelê demokratîk, desturnameya demokratîk, siyaseta demokratîk, bi navê modernîteya demokratîk danî hole.
Eger ev filozofi, di çarçoveya hunerî de bê vegotin; Abdullah Ocalan, ji aliyekî ve Guernîca Pîcaso û Tabloya “Xwarina Dawî ya Evarî” ya Leonardo de Vincî, ji aliyê din ve, romana “Dawa” ya Kafka, “1984” ya Orvel, “Şer û Aşti” ya Tolstoy, nirxandine û di afirgeriyek nû de, dîrokek zindî daniye hole.
Ya giring; piştî, 43 mehan, hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, ji bo dîroka zindî ya Kurdan giring bû û hêviya Kurdan û dostên Kurdan, di aliyê “şabaş”î de derxiste hole.
Li hemberî ku gurur û îftîhara dewleta Enqerê, ya 101 salî, di radeya şermê de ye jî, axaftina gurê pîr Dewlet Bahçelî, ku bi zimanê Ziya Gokalp, bi menşe-î behemehal turk û mutlaq, netewî turk û zihniyeta salên 1930 û 35an diaxive jî, hêviyek derxiste hole. Lê ev hêvî, tenê hevdîtinek ne bese û encamê nayîne!
Israra di xişka netewperestiya faşîzan de dewam dike û em vegerin ser dabaşa xwe; Di van rojên ku 101 saliya komarê (!) de, rayedarên dewlet û desthilatdariya Tirkiyê behsa şerê neteweyî yê 2mîn dikin, metirsînî heye. Di şerê yekemîn ê neteweyî de, paşayên Osmanî bi Kurdan re heft duwel(!) û cîhana emperyalîst(!) têk birin, Piştî 101 sale, dibêjin, em şerê duyemîn ê neteweyî dikin. Ev şer jî li dijî gelê Kurd e. Piştî serketina şerê neteweyî yê yekemîn, ku paşayên çete, ligel çeteyên heremî Topal Osman û siyasetmedarên xayin yên hundir, yên wekî Pirînçîzade Fevzî û Zulkuf beg serketin bidestxistin, îro jî dixwazin, di hemen çarçoveya disîplîna ocaxa “pençîk” de, ligel çeteyên herêmî û zatimuhteremên siyasî serketinê bidestbixin.
Her du şer jî tekabulî “dewr-î fetret” dikin. Yanî siyaseta dirû, qirêj, çepel, nankor, xayîntî doh jî hebû, îro jî heye!
Çiqasî îddîa bikin û pişta xwe bi van çepelên Kurd qewîn bikin jî, şerê sed salî, di çil salî de kom bû, Kurdekî nû derketiye hole. Kurd, ji gora betonî hatin derxistin, ji qeremşikandinê gihane radeya ku bi aqilê kollektîf berxwedanê bikin. Yanî, binê erdê û ser erde, bi hev hatin guhertin. Piştî dewr-î fetret, dîroka pratîk ya civakî destpêkir.
Banga gurê pir Dewlet Bahçelî, ne bêyî şêwra dewleta kûr u Serokkomarê AKPyi Erdogan bû.
Banga Bahçeli, muxatabgirtina Abdullah Ocalan e. Lê aktorên sabotekirinê jî koroya lincê dane destpêkirin. Lonce û kast’ên şer û talanger careke dane xuyakirin ku ew bêyî şer nikarin bijîn.
Dewleta Enqerê, dibin desthilatdariya AKP/MHPê de, di serdema xwe ya herî bê îtîbar û têkçûnê de ye. Spîkerên televizyonên Tirkiyê, şerma ji vê serdemê diqîrin. Ji bilî Tîmurlengê serdemê Dogu Perînçek, serokê IYI Partî namusa wî Musavat Dervişoglu û çavuşzade Umit Ozdag û çend kesên mînî marjînal, kesekî din li dijî muxatabgirtina Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsa Kurd dernakeve. Ev kesên minî marjînal, bi armanca ku xwe di rojevê de bihêlin, tekeliyeta nijadperestiya faşîzan kirine ala xwe.
Di nava kesên koroya faşîzan de cih digirin, yê herî balkêş Tîmûrlengê serdemê Dogu Perînçek e. Xwedî giravî hem sosyalîst e, hem komunîst e, hem Kemalîst e, hem netewparêz e. Yanî mirovekî tevlîhev, maxlute ye!
Dogu Perînçek, di Cotmaha1989an û Nîsana 1991ê de 2 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.
Bi qasî ku min tespît kiriye; Birêz Ocalan di van hevdîtinan de, serlêdan û dexaleta Mustafa Kemal a li gel Kurdan, hevkariya Kurdan bi Alpaslanê Selçûkî re, peymana Sevrê û desturnameya 1921ê ya Dewleta Enqerê, bi berfirehî ji Dogu Perînçek re vegotine.
Piştî derseke dîrokî, behsa projeya Emerîka ya ji “nû de dizaynkirina Rojhilata Navîn û cîhanê” kiriye. Di heman demê de, behsa rêxistiniya civakî û dengeyên hêzan ku dikarin hem hiquqa gelan û demokrasiya gelan bi serbixin kiriye û hem biwêja nijadperestî û yekparêzî red kiriye û bal kişandiye ser formulekirina jiyana hevreyî.
Dema ku Dogu Perînçek vegeriya, daxuyanî da û got; Birêz Ocalan, xwe weke parçeyekî ji Tirkiyê dibîne, ronakbûn û demokratîkbûna Tirkiyê dixwaze. Dijminatiya li dijî TC nake, mafê gelê Kurd dixwaze, Dibêje, divê Tirkiyê, weke ku dewleta Bulgaristan, li Tirkan dike, li Kurdan neke. Dibêje, eger Emerîka hebe, azadî çênabe. Armanc û hêviya Ocalan azadiyek giştî ye û dixwaze vê jî, bi şoreşekê bike.
Lê Tîmurlengê serdemê, piştî dîlgirtina Abdullah Ocalan, guhertinek 180 dereceyî kir. Di hevpeyvina bi rojnameya Hurriyet re got; (18 Adar 1999). Min ji Ocalan re got, PKKe fesih bike, nebin duvê Emerîka û Ewropa. Hûn bi vî aqilî nikarin serketinê bidestbixin. Di nava yekîtiya Tirkiyê de cih bigirin.
Tîmurlengê serdemê, piştî gotinên gurê pîr Bahîçelî, yên berî çend rojan bi zimanekî tund rexne kir, serokê CHPê Ogur Ozel, ku got; “Ez dewletê vaadî Kurdan dikim” bi îxanetê tewanbar kir. Di nirxandinên di nava du-sû rajan de, hemû kanunên bûyerên civakî, vebêj û vegotinên zanistî yên civakî tune hesibandin û di çarçoveya netewparêziya faşîzan de nirxandin kirin.
Dogu Perînçek kurdekî ji Meletê ye. Xwedî tîtra zanistiya hiquq e. Di nava malbateke “gediklî çavuş” de mezin bûye. Ji bedêla navê bavûkalan “sadik”, “perînçek” bijartiye. Dema ku em li etîmolojiya gotina “perînçek” dinêrin, “pençîk” derdikevê pêşberî me û bingeha dewşîrmetiyê ye.
Sîstema devşirmetiyê, zanista li dijî jiyanê ye. Sosyologa Kurd Nûjîn Hesen, dibêje; “jiyan û zanist têkildarî hev in. Eger yek nebe ya din jî nîne.” Li gorî vê tezê, Tîmurlengê serdemê Dogû Perînçek, di kesayeta xwe de zanist jî, jiyan kor kirine. Gelo ev korîtîya mirovan, di sîstema Newton a “mekanîk” de, tê çi wateyê? Li gorî “dîroka mekanîk” her guhertina ji şoreşa gelan dûr, biçûk bûn e, ketîbûn û kotîbûn e. Di lîteratura Kurdan de ev kesayet dibine qirdikê diktatoran.
Piştî banga gurê pîr Dewleta Bahçelî û çûna parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan a Imralî û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, Tirkiyê kete qonaxa nû. Ji aliyekî ve, di pirsa Kurd de, Abdullah Ocalan weke muxatab hate kabulkirin. Ji aliyê din ve tecrîd jî kabûl kir û ew ê mecbur bibin ku li gorî daxwaza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, kanunên xwe biguherin. Ev jî tê wateya ku “mafê hêviyê” wê bikin pratîkê. Bi taybetî guhertina kanuna infazê, hemû girtiyên siyasî eleqeder dike.
Eger vê nekin, wê marîfetnameyeke din a di peymana Dolmabhaçe de, li“ofîsgeha faşîst ya qesrê” derbixin hole.
Vêce ne tenê Dogu Perînçek, serokê ÎYÎ Parttî Musawat Derwîşoglu, serokê Zafer Partî Umit Ozdag di heman çarçoveyê de ne. Ev kes li pey dîrokek perîşan dibezin û teatroyek drametîk dilîzin. Xuya dike ku banga gûrê Pîr Bahçelî, partiyên marjînal ku îdeolojiya fermî diparêzin parçe kirine.
Bêguman rewşa Umît Ozdag û Musawat Derwîşolu ji ya Dogu Perînçek cûda ye. Musawat ku li gorî navê xwe, helwestek gayrî “musawî” nîşan dide, weke demekê û gurê pîr Bahçelî ku şerîtek(kinder), kire destên xwe û axivî, wî jî, di 23ê Cotmehê de, şerîtek kendîrê, ku bikêrî kêştiyan dihat, li meclisê di destên xwe de hejand û “cinqî” Bahçelî kir. Vêce, Musawatê, ji nirx û pîrozên “musawî” dûr, bermayiyê dewşirmeyên Derya Reş û mîratzadeyê Topal Osman e.
Umît Ozdag jî mirovekî balkêş e. Bi gotina gorbihiştî Abdulmelîk Firat, ew dewşirmeyê Arnavut e û torunê darbekarekî ye. Di zenaatkariya çêkirina dewşirmetî de, her du zewat ji kezika Kafka ne!
Vêce, zewatên bi vî rengî, bi haveyn û nişûka dibistanên asimilekirinê digirin û di her firsetê de weke gorîlên rekîhên xwe bişikînin êrîşî gelê Kurd, Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê Tevgera Kurd dikin. Ev jî encama dîroka sedsalî ya avakirina akumîlasyonên paşverû ye. Erîşên li dijî gelê Kurd jî, hem nan dide, hem şehaweta siyasî zêde dike.
Dema em li siyaseta dewleta Enqera û encama sîstema 22 salan a desthilatdartiya AKP/MHP dinêrin; du tişt derdikevine pêşberî me: Yek, narsizma mîtolojîk… Du, oryantalîzma di lîstika reqasên Hacî Fatuma yên Ereb de ye!…. Kalibreya siyasetmedarên vê serdemê, mina salên 1930-35-36 ya destpêka nivîsandina dîroka xwedest a Turk-î Turan û mitolojiya Otuken e…. Di van rojan de, prof. dr. û akademisyenên di ekranên televizyonên Tirk de nirxandinan dikin jî, mina “kerşeytan”an diaxivin. (Lêbûrînê ji xwedavanan dixwazim) , Weke Dr. Mustafa Balcioglu ku di pirtûka bi navê “Bi Belgeyan Serdema Têkokoşna Neteweyî û Serhildanên li Anatolya” de bewxtreşiyan dike, teva bi aqilê avakirina artêşa navendî ya dibin fermandariya Sakalli Nureddîn Paşa de, nirxandinan dikin. Yanî dixwazin komkujiyên Sakalli Nureddîn Paşa werin dubare kirin.
Fermandarê artêşa navendî Nuraddfin Paşa û Topal Osman, bi fermana Mustafa Kemal û Fevzî Çakmak, li Koçgîrî qirkirina Kurdan kirin. Dr Mustafa Balcioglu, di tîtra akademîk de, nankorî kiriye û komkuji wajî û mandele dike.
Zanistên dewşirme, ji destpêka dîroka dewşirmetiyê û heta îro, berhemên çerxa karsaziya mankurt in. Lewma bûyerên civakî yên sed salî û îro, di çarçoveya dîroka fermî de digirine dest. Weke mirovên çêkirî, robotwarî diaxivin. Ya balkêş jî, weke aktorên dîrokî tevdîgerin û dixwazin îmajekê avabikin. Îmaja îro ya dewleta Tirkiyê jî ŞERM e û dixwazin vê şermê bigehrin!
Ev mirov, berhemên zaningehên ku afirgeriya zanistî û artistic de nakin, karên zenaatkariya guhertina mêjî û fizyonomik a mirovan dikin e. Romanek ne roman e, çîroka “zaroka darî” ye. Du çîrokên “zaroka darî” hene. Yek “Pînokyo” ye, ev çîrok navneteweyî ye. Yek jî çîroka zaroka darî ya Kurdan e!.. Keşe, mele û terzî zarokek darî çêdikin, bi lîbas û bi can dikin. Ez behsa mîzansena çîroka darî ya Kurdan dikim.
Ji bo ve ji, dive nivîskarên kurd, hem bixwînin, gelekî bixwînin, hem binivîsin, gelekî binivîsin; da ku cewherê çavên vekirî winda nekin, mêjiyê şiyar bêhtir şiyar bikin, tiştên winda û veşartî bibînin û binirxînin.
Pirs jî ev e, gelo dîroka sed salî ya dewşirmeyên dewleta Enqerê, ji bilî keder, elem, hîle, xapandin, dek û dolaban, ji bilî çepelî û xerabiya bêbextiya çeteyên birokrasî û romiyan çi daye Kurdan?
Di van rojên ku, rayedarên dewleta Tirk, Abdullah Ocalan wek muxatabê pirsa Kurd îlan kirin; li ser navê DEM Partî, Ozturk Tukdogan 7 pêşniyaz kirin. Yek ji wan jî azadkirina kanunî ya Abdullah Ocalan e… Ya duyemîn, nasname û perwerdehîya bi zimanê Kurdi ye, ev her sê mijar giring in. Dewleta Enqerê, dixwaze tu mafekî Kurdan qebûl neke û bi Kurdan gavan bide avêtin. Ev nabe. Divê Kurd, di vê qonaxê de têkoşîna xwe xurttir bikin, li dora Rêber Abdullah Ocalan kom bibin û destên wî xurt bikin. Ev yek wê hem azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hem azadiya gelê Kurd misoger bike û hem demokrasiya li Tirkiyê misoger bike.
Têkoşîna 40 salî, “înad” (eksa) bergilên dewşirme şikandiye, êdî qral tazî ye, divê gelê Kurd, cil û bergên demokrasî, ademiyeta wekheviyê û mafan li qiralê tazî bikin.