12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyan piştgirî da kampanya ‘Na ji darvekirinê re’

24 girtiyên li girtîgeha Kehunc ya Kirmanê, piştgirî dan kampanyaya ‘Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ û xwestin cezayê darvekirinê were rakirin

Piştgiriya ji bo kampanyaya “Roja sêşemê na ji darvekirinê re’ ku ji aliyê komek girtî û çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, her ku diçe berfireh dibe.

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê 24 girtiyên li girtîgehên bajarokê Kehunc ya ser bi bajarê Kirman, piştgirî dane kampanyayê.

Hate gotin ku girtiyên ku piştgirî dane kampanyaya dijî darvekirinê, xwestine cezayê darvekirinê were rakirin.

Hêjayî gotinê ye 19 rojin endama Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî li girtîgeha Evînê de li dijî kiryar û zextên rejîma Îranê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.