Di vê pêvajoyê de hevsengiya pergala dinyayê careke din tê guhertin. Hevsengiya sedsala berê serobino bûye û têra xwe hatiye pînekirin. Lewra hêzên navneteweyî pêwîstiyê pê dibînin ku vê pergalê biguherînin. Guherîna pergalê her tim bi qeyranên mezin pêk hatiye. Niha jî di pergala kapîtalîst de gelek valahî çêbûne, lewra hevsengiya vê pergalê xirab bûye. Êdî pînekirin têra serarastkirina hevsengiyê nake. Ji ber vê yekê qeyranan diafirînin. Qeyranên mezin jî li ser kuştin û tirsê tên avakirin. Pergala kapîtalîst bi koronayê tirseke mezin xist nav dilê mirovahiyê û bi milyonan mirov kuştin, lê vê jî têra avakirina hevsengiyê nekir. Bi ṣerê Rûsya û Ûkraynayê jî careke din xwe anîn bîra mirovan.
Lewra li tevahiya Ewropayê hêzên radîkal di hilbijartinan de hêza xwe zêde kirin. Herwiha bi şerê Fîlîstîn û Israîlê jî li ser Rojhilata Navîn şûrê xwe bilind kirin.
Pergala dinyayê divê xwe biguherîne. Lewra gelek deverên dinyayê şerên desthilatdariyê pêk tên. Bi ‘bihara gelan’ an jî bi navê din ‘bihara ereban’ Rojhilata Navîn serobino bû û gelek guherînên mezin pêk hatin. Piştî ‘bihara gelan’ berê Rûsyayê dan Ukraynayê û di şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de dest û lingên Rûsyayê girêdan. Bi vî awayî ji gelek hêlan ve Rûsya bêtevger hiştin. Li tevahiya Rojhilata Navîn jî agirê şerê desthilatdariya pergala nû gur kirin. Jixwe Rojhilata Navîn her tim bûye navenda şerê desthilatan. Van şeran bi xwe re qeyran û trajediyên mezin anîne. Di sedsala borî de li gor dil û berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn parve kiribûn û bi parvekirinê ve Rojhilata Navîn kontrol dikirin. Niha jî bi proje û stratejiyên xwe yên nû bi rêya şerî di nav hewldanên parvekirina Rojhilata Navîn de ne. Bêguman amûra sereke ya van hêzên kevneperest dîn û neteweperestî ye. Lewra li vê herêmê herî zede van amûran bi kar tînin. DAIŞ encama vê yekê bû.
Pergala dinyayê li Rojhilata Navîn bi desthilatên kevneperest re hev dikin û li gor dilê xwe hespên xwe li vê beşa dinyayê dibezînin. Di bin navê demokrasiyê de desthilatên Rojhilata Navîn diguherînin û bi şer û qeyranên nû pergala xwe bi cih dikin. Mixabin desthilatên vê herêmê jî li gor dilê pergala kapîtalîst tevdigerin.
Pergala nû her tim li gor pêdiviyên xwe qeyran derxistine. Bêguman pergala nû ya vê serdemê jî wê li ser enerjiyê bê avakirin. Anku di navenda vê qeyranê de enerjî û xetên enerjiyê hene. Xetên enerjiyê di nav Rojhilata Navîn re derbas dibin.
Ji ber tevlîhevî û qeyrana li Rojhilata Navîn, dewletên vê herêmê proje û stratejiyên xwe diguherînin û ketine nav liv û tevgerê. Bi taybetî bi vê pêvajoya şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de ev yek bi awayekî aşkere derket holê. Dewletên vê herêmê evqas hêvî nedikirin ku Hamas evqas zû û bi hesanî dê têk biçe. Yek ji van dewletan jî Dewleta Tirk e ku di nav matmayîneke mezin de ye. Tevî hemû hewldanên Dewleta Tirk jî rejîma Sûriyeyê bi wan re li hev nekir. Tevî peymana bi Iraqê re jî Iraqê li gor xwestekên wan alîkariya leşkerî neda wan. Welhasil Dewleta Tirk dixwaze xwe ji vê qeyranê bêzirar rizgar bike, ji ber wê ye ku niha bi gotinan rewşeke asayî ava dike. Bi taybetî di pirsgirêka kurd de bi devê Dewlet Bahçelî behsa pêvajoyeke nû dikin. Ji hêla me kurdan ve di nav gotinên Bahçelî de qebûlkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tenê erênî bû ku tecrîd ket rojevan wan jî û di encama têkoşîna azadiya gelê kurd de tecrîd heta astekê şikest û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştî salan hevdîtin pêk hatin.
Bêguman gelek sedem hene ku berê Dewleta Tirk daye van guherîn û gotinên nû. Dewleta Tirk di operasyonên li başûrê Kurdistanê de bi ser neket. Gelek hêvî û daxwaz ji vê operasyona bi navê ‘pençe-kilît’ kiribûn û gelek plan û projeyên xwe li ser vê ava kiribûn. Lêbelê di van operasyonan de tevî hemû hewldanan jî negihişt armancên xwe. Ji bo ku di vê operasyonê de bi ser bikeve li aliyekî bi Iraqê re peyman destnîşan kir, li aliyê din jî PDK kişand gel xwe. Tevî hevkarî û hêzên cur bi cur jî û herwiha tevî hemû cureyên çek û cebilxaneyên xwe jî nekariya Tevgera Azadiyê têk bibe, nekarî Qadên Parastina Medyayê bixe bin kontrola dagirkeriya xwe.
Herwiha di vê pêvajoya nû ya avakirina pergala dinyayê de hêzên navnetewî tu rist û mîsyon nedane Dewleta Tirk, lewra Dewleta Tirk dixwaze careke din kurdan li gel xwe bigire û wan bixapîne. Armanca Dewleta Tirk xapandina kurdan e. Ji ber vê jî bêyî gavên şênber ên demokratîk biavêje, bi gotegotan hewl dide ku rewşê şêlo bike û serê kurdan jî tevlîhev bike. Herwiha Dewleta Tirk ji gelek aliyan ve tengijiye. Çaresernekirina pirsgirêka kurd her tim li serê rejîmên tirk bûye bela û gelek caran pirsgirêka kurd rejîmên tirk xirab kiriye yan jî ava kiriye. Li ser meselê desthilatdariya AKP’ê li ser mafên bingehîn ên wekî demokrasî, edalet, wekhevî û mafên mirovan xurt û mezin bû. Bi van mafan ve girêdayî li ser kurd û Kurdistanê ‘gotinên xweşîk!’ bi lêv kirin. Lê di dawiya dawî de înkar û red pejirand, lewra êdî nikare rewşê kontrol bike. Anku Tirkiye bûye qada mafya, madeyên hişbir, bêhiqûqî, feqîrî û xîzaniyê. Di heman demê de li qada navnetewî jî rêz û hurmeta xwe winda kiriye.
Tevî qeyrana li Rojhilata Navîn diqewime û qalkirina Dewleta Tirk a bi ‘gotinên xweşik’ jî divê kurd di xeta azadiya Kurdistanê de bi israr bin. Herwiha divê çalakî û berxwedana xwe xurtir û mezintir bikin. Bêguman divê kurd bi her awayî daxwaz û berxwedana xwe bidomînin û neyên lîstikên xapînok. Lewra di nav vê qeyranê de yekane rê hêzeke hevgirtî ye. Ji bo vê divê em yekitiya xwe xurt bikin. Nîqaş û gengeşiyên rojane biavêjin aliyekî, da ku em karibin di nav vê qeyranê de li hevdû xwedî derkevin û hevdû biparêzin. Heke em van bikin bi gotina Çiyagerî; “Çi bibe bila bibe, dawî dê muhteşem be!”