12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi gotinên berê çareseriya nû nabe

Li Tirkiyeyê rewşa dewletê ya li dijî daxwaza mafên gelê kurd zelal e. Tiştek ji vê gotin û kiryarê nehatiye guhertin. Heta fikra tirkperestî û kemalizmê hebe jî wê neyê guhertin.

Ev sed sal in gelê kurd ji aliyê dewleta tirk ve hatiye mexdûrkirin. Dewleta tirk dest daniye ser welat, dewlemendî, ziman, çand û nasnameya kurdî û ev tev li kurdan qedexe kirine. Di ser de kurdên daxwaza yekê ji van bike wek terorist bi nav dike. Ev sed sal in kurdên daxwaza mafên xwe yên insanî û netewî dikin, li ber çavê rayedarên dewleta tirk terorist in. Herî dawî ev 50 sal in PKK daxwaza mafên gelê kurd dike û ev 50 sal in rayedarên dewleta tirk PKKê wek terorist dibînin. Heta ne tenê PKKê yên silavê bidin PKKê jî wek terorist dibînin. AKP û MHP yên ku li Tirkiyeyê niha birêvebir in jî PKK’ê û hemû alîgirên PKK’ê wek terorist bi nav dikin. Birêvebirên tirk di hemû rabûn û rûniştinên xwe de daxwaza tunekirina PKK’ê û doza kurd û Kurdistanê dikin. Li gor AKP û MH’ê kurd tune ne. Cihekî bi navê Kurdistanê tune ye. Hemû kesên li ser axa Tirkiyeyê ku îro parçeyekî Kurdistanê jî xistiye bin destê xwe dijîn tirk in. Zimanê wan tirkî ye, ala wan hîv û stêrk e, ola wan îslam, mezhebê wan sunî ye. Û li gor wan, kesên nakevin hundirê vê kategoriyê jî terorist in, komunist in, parçekarê welêt in û divê werin zindankirin, kuştin, mişextkirin.

Li Tirkiyeyê rewşa dewletê ya li dijî daxwaza mafên gelê kurd zelal e. Tiştek ji vê gotin û kiryarê nehatiye guhertin. Heta fikra tirkitî û kemalizmê hebe jî wê neyê guhertin. Hebûna dewleta tirk li ser tunebûna gelan hatiye avakirin. Gava dewleta tirk hebûna gelan bipejirîne, divê desthilatiya xwe betal bike. Yanî bi awayekî din, gava Tirkiye bibe demokratîk û her gel bi navê xwe bijî, bi zimanê xwe bi çanda xwe bijî wê li holê tirk, tirkî û Tirkiye nemîne. Dewlet Bahçelî jî, Tayîp Erdogan jî, pêşiyên wan û paşiyên wan jî vê rastiyê baş dizanin û li gor wê tevdigerin.

Niha di rewşeke xwediya rastiyeke wisa dijwar de, Dewlet Bahçelî û Tayîp Erdogan gilokeke tayê bi heftê girêkî avêtin holê û ji gel re dibêjin fermo li ser biaxivin û hişê xwe pê bixwin. Ên ku ji vî tiştî re amade ne jî hema dest bi şîrove, civîn, nîqaşankirinê dikin û qala guhertinên li Tirkiyeyê û di birêvebiriya AKP û MHPê de dikin. Lê di rastiyê de vê birêvebiriyê hê dev ji gotinên xwe yên berê bernedaye û nebûye xwediyê gotineke nû. Dîsa kurdan wek terorist, doza kurdan wek dozeke teroristî, birêvebirê kurdan wek serekê terorizmê û gihiştina gelê kurd a mafên xwe yên bingehîn jî wek pêkhatina daxwazên terorizmê bi nav dike. Dîsa qala yekîtî, selamet û serketina tirk û Tirkiyeyê dike, tirkitiyê derdixe asta herî jorê.

Bahçelî pir eşkere dibêje: Bila ‘serekê terorê’ were meclisê, bibêje ez di xizmeta gelê tirk de me, kurd dev ji doza xwe berdin, dev ji têkoşîna xwe berdin, baregehên xwe biterikînin, çekên xwe biavêjin û aşbetal bikin, werin ber edaleta me û ji me mafê hêviyê bixwazin. Ji aliyekî ve pir baş e, ku ew dipejirînin, ev sed sal in, mafê hêviyê jî ji destê kurdan stendine. Anku di bin desthilatdariya tirkan de mafê hêvîkirina kurdbûnê jî ji destê kurdan hatibû stendin û Bahçelî bi gotina em ê mafê hêviyê binasin, vê yekê îtiraf dike. Ji vî aliyî ve ev rastî derket holê, kurd sed sal in diqîrin û daxwaza hêviya azadiyê dikin, lê tirk qedexe dikin, îro êdî hatine asta ku eyba xwe bi bêhemdî be jî aşkere dikin.

Mafê hêviyê çi ye? Anku êdî dê kurd bikaribin xeyala azadiya xwe bikin, dê bibêjin axx dilo axx xwezî ez rojekê azad bibim û ji bo vê yekê dibêjin, wê dewleta di bin destê Bahçelî de wan negire, neavêje hepsê, nekuje, mişext neke, ger ew jî ne derew be. Anku encama sed salên bindestiyê û têkoşîna 50 salan û dayîna 50 hezar canê ciwanên kurd, êdî kurd dikarin mafê hêviyê bi dest bixin, wekî kurdan gotiye: Mala minê! Lê Bahçelî vî mafî jî belaş nade. Ji bo vî mafî di zagona bingehîn de bi cî bike, divê birêvebirê kurdan were meclîsa tirk, bibêje ez di xizmeta dewleta tirk de me, ev dewlet dewleta min e, em tev tirk in, ji bo tirkitiyê hene, kes nikare Tirkiyeyê parçe bike, Kurdistan bi gorî Tirkiyeyê be, yek al, yek dewlet, yek ziman, yek ol, em birayê hev in, hûn serê me, em lingê we, fermo me bi rê ve bibin, PKK tu jî dev ji doza kurdan berde, gerîla tu jî çekên xwe biavêje, kurdino hûn jî aşê xwe betal bikin û her kes di xizmeta Tirkiyeyeke mezin a bi hişmendiya Dewlet Bahçelî û Tayîp Erdogan de dimeşe, bi fedekarî û dilsozî bixebitin.

Belê daxwaza Dewlet Bahçelî, banga wî, armanca wî pêkanîna vê yekê ye. Yan na wek hinek kes dibêjin, li Tirkiyeyê di van rojan de guhertinên mezin çênabin.

Li Tirkiyeyê guhertinên mezin ê çawa çêbibin? Gava Dewleta Tirk, birêvebirên hikûmeta AKP- MHPê bibêjin: Kurdino, ev sed sal in, me hemû mafên we binpê kirin, me welatê we bi darê zorê û bi dek û dolaban ji dest we girt, me ziman, çand û nasnameya we li we qedexe kirin, me sererd û binerdên we talan kirin, me hûn bi saxî û bi ruh û mejî qir kirin, me gundên we şewitandin, me bi hezaran mirovên we kuştin û hûn hê jî nikarin ne gorên wan ne hestiyên wan bibînin. Em heta niha jî bombeyan li ser serê we dibarînin, em we dikujin, axa we roj bi roj zêdetir dagir dikin. Me navê terorizmê li we kir, me ji tevayî cîhanê xwest ku ew jî we wek terorist bibînin. Ji bo van û bi hezaran zêdetir xerabiyên me bi we kirine, em wek Dewleta Tirk, wek birêvebiriya Dewleta Tirk, wek gelê tirk lêborîna xwe di serî de ji gelê kurd, ji gelê ermen, ji gelê suryan û ji hemû gelên ku me hebûna wan înkar kiriye dixwazin. Em ê bi lez dev ji gotin û binavkirina terorist û terorizmê berdin. Em yekser leşkerên xwe ji Rojava, ji Başûr û ji Bakurê Kurdistanê vedikişînin û dawî li terora ku dewlet bi kurdan dike tînin. Bi lez em komisyoneke adaletê dadimezirînin û çi bêhiqûqiyên ji aliyê dewletê ve hatine kirin, lêdikolin û eşkere dikin. Em birêvebirê kurd ji zindanê berdidin û ew dikare bi awayekî serbest tevbigere û dikare bi navê gelê xwe siyasetê bike. Şert û mercên biratiya gelan li ser bingehê rêzgirtina ji mafên hev ên bingehîn re ye û em di zagona bingehîn de dipejirînin û misoger dikin ku her gel xwediyê mafê tayînkirina qedera xwe ya bi destê xwe ye.

Wê demê mirov dikare li ser vê gotinê dilxweş bibe, bi hêvî bibe, civînan li dar bixe û şîroveyan bi pêş de bibe, wekî din bi gotinên berê û bi navlêkirinên teroristî çi pirsgirêk li ser vê axê çareser nabin. Ger teroristek li ser axa Kurdistan û Tirkiyeyê hebe ew jî Dewleta Tirk a leşkerên xwe li her bihusta axa Kurdistanê bi cî kiriye ye. Gava dewlet leşkerên xwe ji giştiya Kurdistanê vekişîne, terorizm jî dê bi dawî bibe. Ji bo pêvajoyeke nû ya li ser vê axê, pêwîstî bi gotinên nû, hişmendiya nû û gavên pratîkî yên nû hene.

Bahçelî dibêje; bila ‘serekê terorê’ bi yek alî daxuyaniya betalkirina têkoşînê bide. Çima bi yek alî Bahçelî beg? Teroristê herî mezin tu bi xwe yî. Çima tu bi yek alî îlan nakî û nabêjî, em leşkerên xwe, cerdewanên xwe, tîmên xwe, polisên xwe, firokeyên xwe, obus û çekên xwe, drone û topên xwe vedikişînin baregehên xwe û bi yek alî agirbestê îlan dikin û dixwazin aliyê kurd jî vê gava me bibîne û ew jî gavekê ber bi me ve biavêje?

Fermo! Wiha bike! Ger tu ne li pey dek, dolap û xapînokan bî! Ev sed sal in hûn alem dikin kulem dikin û kurd Memed dişînin nobetê. Ger vê carê jî bi we bixapin û biçin nobetê xwelî li serê wan be.