Piştî 44 mehan bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina rûbirû pêk hat. Têkiliya herî dawî di 25’ê adara 2021’an de pêk hatibû. Birayê Rêber Abdulah Ocalan, Mehmed Ocalan bi rêya telefonê têkilî danîbû. Lê ew hevdîtin di nîvî de qut bûbû. Di wê hevdîtinê de Rêber Ocalan wiha gotibû: “Dewlet jî xelet dilîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne jî rast e. Ez dixwazim ku parêzerên min bên vir û ez bi wan re hevdîtinê bikim.”
Wê demê ji ber ku şewat li girava Îmraliyê pêk hatibû raya giştî dixwest agahiyeke rast bigire. Li ser bertekan dewlet li cihê ku bihêle parêzer biçin hevdîtin bikin bi korsanwarî gazî birayê wî Mehmed Ocalan kirin û li avahiya adliyeyê hevdîtina telefonê pêk anîbû. Rêber Ocalan jî ji ber vê rêbazê nerazîbûna xwe diyar kir û got ev rêbaz ne rast e. Piştî berteknîşandanê telefon di nîvî de qut bûbû û carek din hevdîtin pêk nehat.
Helbet heke birêz Ocalan xwestibûya dikaribû hevdîtina telefonê bidomîne û behsa rewşa malbatê jî bike. Lê birêz Ocalan feraseta û xwestekên desthilatê qebûl nedikirin. Ji ber vê helwestê jî desthilatê tecrîdeke teqez meşand. Divê baş bê zanîn ku desthilatê ji bo ku xwestekên xwe bi Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê bide qebûlkirin ev tecrîd didomand. Jixwe di vê hevdîtînê de Rêber Ocalan tîne zimên ku tecrîd hê jî didome. Heke îro hevdîtinek hatibe kirin ew jî diyar dike ku polîtîkaya desthilatê ya tunekirinê vala derketiye. Ev jî bi berxwedana li Îmrali, têkoşîna gel û şerê gerîla pêk hatiye. Di vê dema ku tecrîd ewqas giran bûyî de jî gelek derdoran digotin “Çima ewqas behsa Ocalan dikin”. Lê asta ku derketiye holê diyar dike ka çima xwesteka rakirina tecrîdê tê kirin. Di hevdîtînê de Rêber Ocalan wiha dibêje:“Heke derfet çêbe ez xwedî hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoyê ji zemîna pevçûnê veguherim zemîna hiqûqî û siyasî.”
Muxatabiya Rêber Ocalan divê baş bê zanîn. Heke tenê wekî amûrekî bê destgirtin û tenê wekî aktorekî ku dawî li çekan bîne bê nirxandin ê encamek xurt dernekeve. Bûguman di çareserkirina pirsgirêkan de û di pêşxistina hinek xebatan de her aktor dê rista xwe bilîze, lê heke ji bo muzakereyan gelek navend bên nîşandan wê demê xeterî derdikeve holê. Ji daxuyanî û peyamên tên dayîn derdikeve holê ku xetereyên bi vî rengî hene. Bi axaftina Bahçelî û hevdîtinekê ne pêvajo dest pê dike ne jî çareserî bi pêş dikeve. Dibe ku ev niyetek be. Lê berî niha ji vê zêdetir tişt hatin kirin, mixabin hemû bi awayekî din hatin bikaranîn. Mesele, ne tenê destpêkirina pêvajoyê ye jî. Mesele nîşandana îradeya çareserkirinê û samîmîyetê ye. Ji silavdanekê û hevdîtinekê çareserî dernakeve. Divê muzakere dest pê bikin. Li holê ji bo muzakereyan îradeyek xuya nake. Ligel ku dewletê hêj ev îrade nîşan nedaye nirxandinên ‘her aktor girîng e’ xizmeta ji çareseriyê nakin. Berî ku her aktor girîng be divê hêz û muxatab zelal bin. Çend aktor hene, çend muxatab hene? Çend hêz hene, çend partî û sazî hene?
Dibe ku hinek bibêjin ma qey nediyar e? Belê diyar e, lê wisa xuya dike ku hinek naxwazin zelal be. Heke her aktor xwe wekî muxatab diyar bikin wê demê çawa dê zelalî hebe? Berî ku pêvajoyek dest pê bike her derdor li gor xwe dixwaze muxataban diyar bike. Hevdîtina CHP’ê ya li Edîrneyê ne tiştekî jirêzê ye. Berî hefteyekê serdana Nêçîrvan Berzanî ne ji rêzê ye. Bi israr wekî navnîşan diyarkirina meclîsê û Partiya Demê ne ji rêzê ye. Her derdor dixwaze li gorî xwe çareseriyekê pêk bîne. Mesele ne çareserkirina pirsgirêka kurd e, mesele ev pirsgirêk ê çawa çareser bibe ye. Heya niha her desthilatê li gor xwe çareseriyek bi pêş xist. Çareseriyeke Huda Parê jî heye ya PDK’ê jî heye. Ya MHP’ê jî heye ya CHP’ê jî heye. AKP dibêje ku çareseriya herî baş ya wê ye. Niha em ê kîjan çareseriyê esas bigirin?
Desthilata Komara Tirk di parçekirina serhildanên kurd û dek û dolaban de pispor e. Seyîd Riza digot “Min serî li ber we netewand bila ev ji we re derd be, lê ez serwextî lîstikên we nebûm bila ev jî ji min re derd be.” Kurdan heya niha li ber polîtîkayên tunekirinê çok dananîn, serî netewandin, di berxwedanê de bi ser ketin. Lê pêwîst e lîstikên dewletê jî baş bibînin. Derxistina pêş a hinek aktoran ne bi niyeteke baş e. Mesela CHP bi israr behsa azadiya Selahaddîn Demîrtaş dike. Helbet demildest divê azad bibe. Lê yê ku Seleheddîn şand zîndanê CHP bixwe bû. Çi guherî niha behsa azadiya Demirtaş dike. Ewqas eleqe nîşan dide. Bêguman bi awayekî derhiquqî Demirtaş hate girtin. Lê îro di zîndanan de bi hezaran kesên ku tenê ji ber daxwaza mafê gelê kurd kirine, hene. CHP çima behsa van jî nake? Pirsgirêka kurd herî zêde çavkaniya xwe ji feraseta CHP’ê digire.
Heya niha me nebihîstiye ku CHP xwe berpirsiyar digire. CHP ji ber ku li dijî AKP’ê lewaz bû xwe nêzîkî gelê kurd dike. Dema ku kurd li gor xwe biryarekê didin dinihêrî bi yekdengî dibêjin “Aha kurd bi AKP’ê re bûne yek” û dest bi heqaretan dikin. A din jî heya muxatabê pirsgirêka kurd azad nebe mîsogeriya kesê/î ku dikaribe azad bigere tune ye. Îro Demîrtaş û Kavala bên berdan jî heya ku pirsgirêk bi awayekî mayînde çareser nebe mîsogeriya ku dîsa neyên girtin tune ye. Azadiya Demîrtaş û Kavala di çareserkirina mayînde û azadiya birêz Ocalan re derbas dibe.
Pêwîst e gelê kurd, sazî û tevgerên kurd bi yek dengî hêz û muxatabê çareseriyê wekî “yek hêz û yek muhatab” nîşan bidin. Ev helwest rist û girîngiya aktorên din kêm nake. Ev helwest ji bo pêşîgirtina lîstik û xapandinê girîng e. Niha gelek aktor dibêjin “Ma em zarok in ku werin xapandin.” Kes bi zanebûn nayê xapandin. Xapandin û lîstik veşartî tên kirin. Di gotin û helwesteke ne di cih de lîstik digihijin armanca xwe. Tecrubeyeke mezin heye, kedeke mezin heye, bedelên giran hatin dayîn. Ji bo ev veguherin çareseriyeke xurt pêwîst e “hêz jî muhatab jî yek be”.
Pêwîst e kes xwe nexapîne, desthilata heyî dest ji tunekirina kurdan bernedaye. Heke îro dixwaze pêvajo hinek nerm bibe, ji ber ku ketiye tengasiyê ye. Piştî hevdîtina bi birêz Ocalan re jî bi dehan balafiran Rojava bombebaran kirin û li gorî agahiyên dawî 13 kes şehîd ketine û bi dehan kes jî birîndar bûne. Heke desthilatê bi rastî xwestibûya mafê kurdan nas bike fermana bombebaranê nedida. Hêj li holê tiştek tune ye gelek derdor behsa çekberdanê dikin. Jixwe dema pirsgirêk çareser bibe hewceyî bi çekan namîne. Şerê çekdarî ne tercîheke kêfî bû. Ji 1938’an heya 1984’an kurdan çek bi kar neanî lê pirsgirêka kurd gavek jî pêş neket. Her xwesteka kurdan bi kuştin û girtinê hat bersivandin. Hinek derdor ji bo çareseriyê aktorên siyasî nîşan didin.
Helbet divê bi riya siyasetê çareserî çêbibe. Lê rastî ew e ku yên îro pirsgirêk anîne ber çareseriyê hêzên çekdarî ne û muxatab jî hem hêzên çekdarî hem jî rêberê hêzên çekdarî ne. Rêbaza xwezaya çareserkirina pirsgirêkên bi vî awa yî ev e. Ev tenê ne ji bo pirsgirika kurd ji bo hemû mînakên cîhanê derbasdar e. Muxatabiya bi vî rengî nayê wê wateyê ku aktorên din ji dê li derveyî pêvajoyê bên girtin. Lê heke di serî de ev rêbaz baş neyê bicihkirin çareserî dê bikeve xeterê.
Xwesteka hemû kurdên welatparêz ew e ku êdî ev pirsgirêk çareser bibe û bi hezkiriyên xwe re jiyaneke azad bijîn. Ji bo vê hewce ye her kes û derdor baldarî tevbigerin