12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran li Qamişlo û Kobanê li dijî êrişan meşiyan

Bi hezaran şêniyên Qamişlo û Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker meşiyan û êrîş şermezar kirin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, li Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist. Tevî endam û rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, kesayetên navdar û bi sedan şêniyên Qamişloyê tev li meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Sonî ya bajêr dest pê kir. Girseyê di meşê de wêneyên zarokên di êrişan de şehîd û birîndar bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdên şoreşê hildan û pankartên “Bi sekna şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin” vekirin. Girseyê dem bi dem dirûşmên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re”, “Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Girse li Çerxerêya Sebeh Behrat sekinî û li wir piştî rêzgirtinê axaftin kirin. Li ser navê girseyê Hevserokê Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hikmet Hebîb axivî. Hikmet Hebîb bal kişand ser têkoşîn û berxwedana şehîdan û diyar kir ku bi saya berxwedana wan gihîştine ber deriyê azadiyê. Hikmet Hebîb destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ji roja ewil a avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heya îro êrişên xwe didomîne û got: “Ji bo li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê û Rojavayê Kurdistanê modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi ser nekeve, dewleta Tirk a dagirker hemû çeteyan di nava xwe de hewand û bi destê wan bi her awayî êriş dibe ser giştî herêmê.”

Hevseroka TEV-DEMˈê Remziye Mihemed jî di destpêka axaftina xwe berxwedana gelê li ber xwe dide û Rêber Abdulla Ocalan silav kir.

Remziye Mihemed şehîdên şoreşê bi bîr anîn û got: “Di şexsê şehîdên Siwêdîkê de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û em bejna xwe li hember wan di tewînin. Xeta şehîdan xeta azadî û serkeftinê ye.”

Hevseroka TEV-DEMˈê Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser sîstema îşkence û qirkirinê ya girava Îmraliyê û diyar kir ku çawa berxwedana gel hişt ku ji Îmraliyê silavên Rêber Abdullah Ocalan ji gel re werin, wê ji îro şûn de jî bi mezinkirina berxwedana gel, bi temamî deriyê Îmraliyê bê şikenandin.

Kobanê

Kongra Star û Hêzên Parastina Civakê (HPC) jî bi heman armancê çalakiyek girseyî pêk anî. Girse li Çelebiyê ya Kobanê kom bû û meşiyan.

Tevî xwendekaran, bi sedan şêniyên bajar ji pêşiya avahiya Meclisa Gel a Bajarê Çelebiyê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên zarokên di êrişan de şehîd û birîndar bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star û yên HPCˈê, pankartên “Em êrişa dewleta Tirk şermezar dikin” û “Heta tecrîd hebe, wê têkoşîna me berdewam be” vekirin û bê navber dirûşmên “Na ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re”û ” Bêjî berxwedan gerîla” û “Bêjî Serok Apo” berzkirin.

Meş li ber avahiya Kongra Star veguherî mîtîngê. Li vir rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarokê Çelebiyê Zelal Elî axivî. Zelal êrişên dewletê Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û anî ziman ku dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare vîna gel bişikîne.

Zelal Elî got: “Em li vir ji tevahî dinyayê re dibêjin wê her tim têkoşîna me berdewam be, tu carî em ji êrişên dewletê Tirk natirsin, em ê bi têkoşîna xwe pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigirin.”

ˈBêyî Rêber Apo aştî nabe’

Zelal diyar kir ku çareseriya van pirsgirêkan li Îmraliyê ye û wiha dom da axaftina xwe “Bê serokatiyê em tu çareseriyê qebûl nakin. Ji bo hemû gelên ku aştiyê dixwaze aştî li gel Rêbertî ye, bê Rêber Apo aştî nîn e.”

Zelal Elî destnîşan kir ku gelê Kurd li kîjan deverê hebe ew dever ji aliyê dewleta Tirk ve tên armanckirin û got: “Em ê li hemberî êrişan li qadên berxwedanê bin. Em ê ser pêyan bin heya ku azadiyê mîsoger bikin. Azadiya me jî girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Mîtîng bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.