Di şexse dewletê de Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî silav da DEM Partiyê û peyama çareseriyê da. Lê ji bo ku baweriyê bidin û ji dil nêzîk bibin divê şertên gelê kurd qebûl bikin.
Çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê heya niha berdewam dike. Di 1992’an de Turgut Ozal xwest tevgêra azadîya Kurdistan tune bike. PDK-I û YNK tev li artêşa Tirk êrişî gerîlla kirin. Lê encam negirtin. Turgut Ozal fam kir rêya eskerî ve nigarin gerîlla tune bikin. 1993’an de hinek mirovên xwe kirin dewrê û şandin cem Rêber Apo. Rêber Apo got “Ez berê guman nêzîk bûm, taliye me got ka em bicerîbînin û li ser wê me agir best îlan kir.” Dewleta Tirk çi cara ku tengav bûye xeber ji Rêber Apo re şandiye û destê aştîyê dirêj kiriye. Lê dewleta Tirk li dû hîlekariyaye û xwestiye wext qezenc bike. Hevdîtinên Oslo û Îmraliyê hate encamekê dawî de mase hate wergerandin. Ez wisa bawerim ku R.T.Erdogan bi serê xwe ev biryar nedaye. Ji derve emir hat û wî jî pêk anîye. Çawa Bulent Ecevît gotibû “Em nizanin Emerîkayê çima Abdullah Ocalan radestî me kirine”, dê rojek bê R.T.Erdogan jî dê bibêje “Ji derve mudahale nebuya niha pirsgirêka Kurdan me zû de çareser kiribûya.” Dema wisa got jî divê kes şaş nebe. Yên Kurdistan din ava dewleta ereb, faris û tirkan de kirin çar parçe û kirin mîna mîkutekî emperyalizm e. Kurd çi dem derfetek derketiye ji bo azadîya xwe xebitîye. Li her carê jî emperyalîzmê alîkarî daye dagirkeran pêşî girtine. Ku ji derve mudahale nebuya dê di dema Ozal de rêya çareseriyê vebûya. Lê Turgut Ozal dane kuştin û pêşiya çareserkirina pirsgirêka Kurda girtin. Salên 90’î Rêber Apo got: “Ez li muhatabekî digerim.” Dema komploya 9 cotmehê Rêber Apo li şûna çîya, rêya ewrupayê hilbijart. Cîhên pirsgirêka Kurda were çareserkirin hate navenda wê li Emerîkayê hemû tişt hilda bin kontrola xwe pêşî girt. Nehîşt çareserî çêbibe û Rêber Apo radestî dewleta Tirk kirin. 26 sal in Rêber Apo li girava Îmralî dîl hatiye girtin.
Kurd her dem ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan amade ne. Lê muxatabên derkeve pêşiya Kurdan tune ye. Muxatabên Kurdan Rêber Apo ye. Di destê dewleta Tirk de dîl girtî ye. Dewleta tirk herdem dikarin biçin hevdîtina wî bikin. Lê bêdengin. Dur an nêzîk ev pirsgirêka Kurdan dê di navbera PKK û dewleta Tirk de bê çareserkirin. Dewleta Tirk mecbure bi PKK’ê re li ser masê runê. Dewletê bi xwe dît ku bi hîleyan dem winda kirine. Hemû çavkaniyên aboriya heyî li şer xerç dikin. Dibe bombe û li ser serê Kurdan dibare. Li xwezaya Kurdistanê cihê bombê napalmê lêneketîye nemaye her sal havîna xwezaya Kurdistan dişewitînin. Gel birçî dihêlin ji bo cîh û warên xwe wala bikin û bibin penaber. Ji ber polîtîkayên dewletê gelê Kurd li çar alîyê cîhanê belav bûye. Gelê Kurdistanê ji sisiyan yek welatê xwe terikandiye bûye penaber.
Li pêşiya Tirkiyê mînaka De klerkekî heye. De Klerk mecbur maye bi Nelson Mandela re rûniştîye. Lazim e rêveberên dewleta Tirk hinekî bi wêrekî tev bigerin û destê xwe têkin bin kevir/ber. Hemû rê ceribandin. Hindik maye 50 salên tekoşîna çekdarî biqede. Lê nizanim li benda çi ne? Ew plana Tamîla ku hûn xeyal dikin pêk nayê. Hemû emperyalîzmê alîkarî da we. Kurdên xwefiroş xizmeta we kirin lê dîsa encam tune/sifir e. Herî dawî we çeteyên DAÎŞ’ê anîn. Lê dîsa encam nîn e. Tiştekî Tirkiyeyê ku we nefirotibe nema ye. Gelên Tirkiyeyê nikarin debara xwe bikin. Dawiya dawî dê li dijî we serî hilde. Tenê çarek heye. Herin xwe bavêjin deriyê Îmralîyê û ji Rêber Apo alîkariyê bixwezin û pirsgirêka Kurdan çareser bikin.
MHP partiyek netewperestê Tirk e. Lê yên serkêşê vê partiyê dikin jî ne Tirkin. Alpaslan Turkêş kesekî Rume û MHP ava kiriye. Serokê MHP’ê yê niha Devlet Bahçelî jî Ermenê Sîweregê ye. Kalikê wî bar dikin diçin Osmaniyê. Ev kesana niha bûne mezinê Tirkan. Ji tirkan bêhtir tirkin. Kal û pîrên wan di komkujiya Osmaniyan û tirkan re derbas bûne. Li şuna heyfa kal û pîrên xwe ji Tirkan bistîne, bûne tirkparêz, êrişî kurdan dikin. Li Kurdistanê çiqas komkujî çêbûne tiliya faşîstên MHP’ê tê de heye. Kesên ne Tirk, eslê xwe înkar kirine xwe Tirk dibînin û hemû di MHP’ê de kom bûne. Di dema Alpaslan Turkêş de perwerdeya kontrgerîlla didîtin. Van kontra na di navnetewî de deng vedan. Yekî mîna M.A. Agca Abdî Îpekçî kuşt, hate girtin. Ji zîndanê dane revandin. Di 13’ê Gulana 1981’an de papa John Paul birîndar kir. Serokê cunta Tirkîyê Kenan Evren got “Hûn terorîstan hembêz bikin ev belayana dê bêne serê we. Ew terorîstên me têne cem we. Wan nehewînin û bidin me.” Xwe plan kirine ji bo dewletên ewrupa penaberan qebul nekin. MHP fikra dewletê ya kûr e. Lê di aliyê eskerî de gladyo jî bikar tîne. Li hemberî tevgêra azadîya Kurdistan bi navê JÎTEM’ê tevgeriya. Di dema Tansu Çiller, Mehmet Agar û Dogan Gureş de di hemû karê kontra, kuştina mirovan û valakirina 4 hezar gundên bakurê Kurdistan de MHP hebû. Bi kurtasî çi karên qirêj derzagonên li Kurdistanê pêk tên, bi destê MHP’ê û kontrayên wê pêk tên. Di nava dewletê de bi cîh bûne. Di her sazî û partiyan de qadroyê MHP’ê hene. Dema Kenan Evren 12’ê Îlona 1980’an de parlementoya Tirkîyê fes kir; rêveberiya dewletê xist destê leşkeran. Serokê partiyên Tirkiyeyê hemû binçav kirin. Serokê MHP Alpaslan Turkêş jî girtin. Serokê MHP’ê got “Ez girtî me lê fikra min niha desthilat e.” Ev gotin rastiyekê tîne ziman. Ev partiyek ewqas netewparêz, li dijî Kurdan disekine. Niha Dewlet Bahçelî di her gotina xwe de dibêje “Bila DEM Partî were qedexe kirin. Deriyê wê bên mohrkirin. Ne terorîst bin alîkarîyê nadin terorîstan.” Roja vekirina parlamentoya Tirkiyê çû destê xwe da parlamenterên DEM Partiyê. Ev hîna tê şirovekirin. Herkes fikrên xwe dide xuya kirin. Piranî ser aştiyê disekinin. Ji bo dewleta Tirk bi Kurdan re li hev were û pirsgirêka Kurdan çareser bike; divê van gavên jêr bavêje:
-Divê operasyonên siyasî û leşkerî bide sekinandin.
-Divê li Rojavayê Kurdistanê û Başurê Kurdistan ji cîhê ku dagir kiriye derkeve.
-Divê dawî li polîtîkayên qeyûman bîne. Divê hemû hevşaredar û karmendên erka wan ji wan hatine girtin dîsa were îade kirin.
-Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan.
– Divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî bê azad kirin û şertên hevdîtinên ji çareser kirina pirsgirêka Kurdan re zemîn were çê kirin.
Kengî ku dewleta tirk ev gav avîtin, wê demê mirov dikare ji samîmîyeta wan bawer bike. Niha li holê tiştek xuya nake. Devlet Bahçelî herî dawî got “Ez çûm min silav da parlamenterên DEM Partîyê ji bo sînor têxe nava xwe û terorê. Bila Abdullah Ocalan were meclîsê de qise bike.” DEM Partî pîvanên we hene. Divê esasê demokrasiyê li Tirkiyeyê ava bikin. Divê ekolojîk nêzî meseleyê bibe. Cîhan ber bi xirabbûnê ve dihere. Dewleta Tirka daristan nehiştin. Her derê bombe dikin. Welatê dibe çol parastina xwezayê erkek esasiye.
Azadiya jinê ya herî girîng e. Ji derketina dewletê heya niha jin bindest e. Lazim e di navbera mêr û jinê de hevsengiyek hebe. Partiyên kurdan bi pergala hevserokatiyê gavek avêt. Divê jin xwe bi xwe birêve dibin. Ne bindestê zilam in. Demokrasî revebirina gel e. Rêveber ji nava gel derkevin. Mîna gel dijîn.
Li Tirkiyeyê çiqas milet dijî divê hemû bi ziman, çand û nasnameya xwe bijî. Divê li ser esasê koka xwe bijîn. Tişta ku Devlet Bahçelî dide pêşiya DEM Partiyê, dixwaze DEM Partî teslîmî MHP’ê bibe. Polîtîkaya pergala wan yek e. Hişmendiya yek dewlet, yek al, yek ziman û yek partî. Tu reng û cudetiyan nas nakin. Li ser gotinên Bahçelî pir şirove hene. Divê berî her tiştî derîyê Îmraliyê vekin û guh bidin Rêber Apo. Kî li ser navê Rêber Apo qise bikin ne rast e. Plana dewletê çîye em nizanin. Lê ji ber tengav bûne van daxuyaniyan didin. Divê Kurd ji her tiştî re amade be. Bi dehan sal in hemû polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşînin. Heta niha Kurda tecrubeyên mezin girtine. Li dijî hemû lîstikan hişyar in. Em hevî û bawer dikin ji niha û şûnde dewlet durist û samîmî nêzî gelê kurd bibe. Kengî samîmî û ji dil nêzî çareseriya pirsgirêka kurd bû wê demê dê her tişt çareser bibe.