Rojekê Melayê Meşhûr li kerê xwe siwar bû û kurê wî jî li pey kerê di rê de diçin. Komeke mirovan rastê wan tê, ji hev re dibêjin:
“Mêze bikin ew bi xwe li kerê siwar bûye, li rihetiya xwe dinihêre lê kurê wî yê biçûk dimeşe, ev çi wijdan e?”
Mela ji kurê xwe re dibêje:
“Va ye milet wisa dibêje ka ez bêm xwarê û tu siwar bibe.”
Wisa dikin. Hinekî din diçin komeke din rastê wan tê, ji hev re dibêjin:
“Hûn dibînin, ew ê ciwan li kerê siwar bûye, ew kalê reben peya diçe.”
Mela dibêje:
Madem ev herdu jî nabin wê gavê em herdu bihev re li kerê siwar bibin.”
Herdu li kerê siwar dibin. Piştî demekê komeke din di ber wan re derbas dibe û ji hev re dibêjin:
“Ev çiqas bê bêwijdan in, herdu bi hev re li kerê siwar bûne.”
Herdu têne xwarê û kerê vala didin pêşiya xwe. Çendekî din dîsa komeke din rastê wan tê û dibêjin:
“Ev çiqas ehmeq in. Ma aqil nakin ku yek ji wan li kerê siwar bibe.”
Mela li kurê xwe dizivire dibêje:
“Te bi xwe dît; gelo pêkan e ku mirov kesî razî bike! Tu çi bikî teqez dê hinek kirinên te xelet bibînin û te rexne bikin. Tu tiştên rast bike, kî çi dibêje bila bibêje.”
Sicila Paqij
Polîs di rê de nêzî zilamekî gundî tên. Zilam li kerê xwe siwar bûye û haya wî ji bayê felekê tune ye. Polîs dixwazin henekê xwe pê bikin. Dibêjin; ka bisekine xalo ne kemera te ya emniyetê heye û ne jî ya kera te. Lewre ev yek dibe sedema ceza, ger em ceza ji te re binvîsin 5 wereqe ye û ger em ji kera te re binvîsin 3 wereqe ye. Vêja ka tu ji xwe re yekê ji van hilbijêre em ceza li te bibirin an li kerê te?
Gundî dibêje; Hun ceza ji min re binvîsin ne ji kerê min re.
Polîs dibêje; Cezayê te 5 wereqe ye û yê kerê te 3 wereqe ye em ji kerê te re binvîsin ji te re çêtire tuyê çima 2 wereqê zêde bidî.
Gundî dibêje; na na heyra ceza ji min re binvîsin bila sicila kerê min paqij bimîne, çimkî niyeta min heye wî bidim xwendin û di demên pêş de wî bikim polîs.