Carekê li ser asta cîhanê azmûnekê ji casûsên welatan re çêdikin. Di vê azmûnê de tenê sê casûs dikarin azmûnê derbas bikin ew jî yek ingilîz yek rûs û yek ereb e. Piştre di navbera van hersê casûsên yekemîn de pêşbirk û azmûneke din çêdikin. Kesên azmûnê amade dikin dibêjin em ê sîlahên ku fîşekên wan bê gule ne bidin wan û ji wan bixwazin ku hinekan bikujin.
Ji casûsê Ingilîz re gotinê vê çekê bigire destê xwe, derbasî wê odeyê bibe, hevjîna te li wire, biçe wê bikuje û vegere. Casûsê ingilîz ji odeyê derdikeve û dibêje ez hevjîna xwe nakujim. Casûsê rûsî jî heman tiştî dike. Dor tê ser casûsê ereb, derbasî odeyê dibe û paşê bi dengê teqîna çekê re derbasî odeyê dibin. Lê kesek di odeyê de tune ye.
Ji casûsê ereb dipirsin dibêjin dengê çeka te hat lê ka hevjîna te ne li hundire. Casûsê ereb dibêje; fîşekê çeka we bêkêrin, min berdayê lê ew nehat kuştin, rabû min ew di paceyê re avêt…