19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Deriyê Îmraliyê vekin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya ESP’ê de anî ziman ku sermuzakerevanê çareseriya pirsirêka kurd Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Deriyên Îmraliyê vekin da ku birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike.”

4’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) li Odeya Endezyaran a girêdayî TMMOB’ê pêk hat. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî beşdar bû. Bakirhan, têkildarî kongreyê û geşedanên di rojevê de axivî û got: “Li Tirkiye û cîhanê krîzeke pergalî heye û pergala kapîtalîst nema dikare hebûna xwe bidomîne.”

‘Em bi pergala ku hemû gel bi hevre azad dijîn re ne’

Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha axivî: “Tu feydeyê van êrişan ji bo kesekî nîne. Bombebarankirina nexweşxaneyan weke serkeftinê pêşkeş dikin. Em hikûmetê hişyar dikin; ev çareserî nîne. Em piştgiriyê diin mîna Rojava, em bi pergaleke ku hemû gel, jin tê de azad dijîn re ne. Ji bo mezinkirina vê xeyal û hêviyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Deriyê Îmraliyê vekin’

Bakirhan, herî dawî da zanîn ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan re hevdîtin kir û got: “Birêz Ocalan got ku heke zemîneke hiqûqî çêbibe dê ji bo çareseriyê her rolê dikare bilîze. Em ji îktîdarê re dibêjin; sermuzakerevanê vê meseleyê birêz Ocalan e. Deriyên Îmraliyê vekin û bila birêz Ocalan fikrên xwe bi gel re parve bike. Em di pêvajoyeke krîtîk de ne. Em ji xwe piştrast û bi bawerin.”