Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 4 rojên dawî de daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya rêveberiyê ya li Reqayê bi zimanên Kurdî û Erebî dan. Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyanî bi zimanê Kurdî, Hevserok Hisên Osman jî bi zimanê Erebî xwend.
Evîn Swêd di daxuyaniyê de êriş şermezar kir û bi bîr xist ku di nava 4 rojan de dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê, Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê êrîşên hewayî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Swêd anî ziman ku çeteyên dewleta tirk êrîşên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine hedef.
Hevserokên Meclisa Rêveber Evîn Siwêd di daxuyaniyê de destnîşan kir ku bi van êrîşên bêyî tu hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya hedefgirtina sazî û navendên xizmetguzeriyê û jiyanî bixin xeteriyê û got: “Dixwazin bi vê yekê pilanên xwe yên li dijî gelê me pêk bînin, nexasim ev çend salin em ji ber ambargoya dirêj zehmetiyan dibînin. Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike; dihêle ku şaneyên terorîst û çete sûdê ji van êrîşan bigirin da ku xwe birêxistin bikin, êrişî herêmên me bikin. Ev êriş hewldanên avakirina aramiyê sînordar dikin û gefan li xebatên tunekirina terorê ku gel û hêzên me yên ewlekariyê bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî dimeşînin, dikin.”
Swêd, di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku eger êrîş dewam bikin, dê bi xwe re encamên xeternak derxîne. Xeteriyên ku pêk bên wina ne:
-Derxistina karesteke mirovî û aborî
-Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê
-Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.
-Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike
-Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike
-Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”
Bang li hêzên koalisyona navneteweyî kir
Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Swêd bang li hêzên Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, hemû saziyên hiqûqî û mirovî kir ku encamên van êrîşan bibînin û wiha lê zêde kir: “Rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Rêveberiya Xweser binpêkirina nirx û destkeftiyên gel red dike û dê parastina destkeftiyên gelê xwe û mafê parastina rewa bike. Em bang li li pêkhateyên herêmê dikin ku li derdora hêzên xwe yên leşkerî û ewlehî kom bibin. Yekîtî û hevgirtina xwe dewam bikin û hemû projeyên têkbirina îrade û projeya wan a demokratîk, bi bin bixin.”
Dewleta tirk 1031 êrîş pêk anîn
Siwêd di dawiya daxuyaniyê de encamên êrişên 4 rojan parve kir û ev agahî dan:
“*Hejmara êrîşên bi balafirên keşfe: 118
* Hejmara êrîşên balafirên şer: 20
* Hejmara êrîşên bi topên hawanan: 893
* Hejmara tevahî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker: 1031
Hejmara şehîdan: 17
* Hejmara birîndaran: 65
*stasyonên kehrebeyê yên bajar û herêmên kantonên Cizîr û Firatê hatin hedefgirtin û ji ber bombrbarana artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 150 hezar malbat ji kehrebeyê bêpar man.
* Ji ber qutbûna kehrebeyê ava stasyonên avê qut bûye.
*Bombebaran bû sedem ku mazot negihêje navendên xizmetguzariyê yên weke firin û navendên din ên xizmetguzariyê û bû sedema kêmbûna ji madeya sotemeniyê.”