Ji malbata Ocalan Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’ê Cotmehê de bi apê xwe Rêber Abdullah Ocalan re hevditin kir. Piştî hevditine êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bû. Di 3 rojên dawî de balafirên şer ên SÎHA û F16’an bi sedan caran li gelek bajar û gundên wan êrîşî binesaziyên xizmetê kir û zêdeyî 17 welatî kuştin. Dewleta tirk di êrîşan de zêdetirî 48 welatiyan birîndar kir. Firinên nan, stasyonên petrolê û ceyranê, depoyên petrol û avê kirin armanc. Dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser heremê berdewam dikin. Îro li dijî êrîşên dewleta tirk li gelek bajarên herêmê bi deh hezaran welatî daketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman.
Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê Parêzer û Endamê Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê Xalid Omer ji Rojnameya Xwebûnê re nirxandin kir. Xalid Omer anî ziman ku dewleta tirk bi van êrîşan peyamê dide ku ew bi diyalogê çareseriyê naxwaze û dixwaze bi şer pirsa kurd çareser bike.
Dixwaze herêmê vala bike û dagir bike
Endamê Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê Xalîd Omer bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got: “Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk a dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Gelek caran êrîşên pir giran pêk tîne. Di van êrîşan de sivîlan, cihê sivîlan û xizmetguzariyê dike armanc. Ev kiryarên dewleta tirk di zagonên navdewletî de sûcê şer e. Sûcên li dijî mirovahiyê ye. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze neteweya demokratîk û xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikeve asteng bike. Dixwaze rê li pêşiya pêşketina Neteweya Demokratîk bigire. Dixwaze rê li pêşiya naskirina Neteweya Demokratîk a di qada navdewleti de bigire. Dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne. Dixwaze bihêle ku gelên herêmê gavan paşve bavêje. Dixwaze baweriya di navbera gel û rêveberiyê de û her wiha di nava gel û HSD’ê de bişkîne. Dewleta tirk dixwaze millete herêmê warê xwe terk bike û koçber bibe. Dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin herêmên din dagir bike. Armancên wê yên dagirkeriyê didome. Ji bo dagirkirina herêmê di navldanan de ye. Wekî Efrîn, Sekêkaniyê, Girê Spî, Idlib û hin gundên Helebê, gelek herêmên din jî dagir bike.”
Êrîş li dijî Rêveberiya Xweser e
Xalid Omer da zanîn ku rejîma AKP’ê ew e ku li dijî gelê kurd û li dijî hemû gelê herêmê, li dijî neteweya demokratîk û yekîtiya gelan astengiyan pêş bixin û wiha axivi: “Ji ber ku ji projeya Neteweya Demokratîk ditirsin êrîşên xwe zêdetir dikin. Ev êrîşên ku di dema dawî de pek hatin, piştî hevdîtina di navbera Rêber Abdullah Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan de di 23’ê Cotmehê de pêk hatin, dest bi êrîşan kirin. Rêber Ocalan banga aştiyê kir. Amadekariya xwe ya çareseriyê nîşan da. Got ez dikarim li şûna şerê heyî, rê li pêşiya çareseriya hiqûqî û siyasî pêş bixim. Ev li hesabê dewleta tirk nehat. Dewlet her tim rê li pêşiya çareseriyê digire. Dibêjin em ê bi şer vînê bişkînin û berjewendiyên xwe pêk bînin. Dewlet dixwaze dema pirsgirêka kurd çareser bû jî di asta herî nizm û lawaz de çareser bibe. Dewlet dibêje me bi naskirina Herêma Federe ya li Başûrê Kurdistanê şaşîtiyek kir û dixwazin vê şaşiya xwe dubare nekin. Ji ber vê yekê dixwaze rê li pêş çareseriya doza kurd bigirin. Dixwaze zext û fişaran, bi êrîşan, bi kuştin û qirkirinê pirsgirêkê çareser bike. Ne tenê li hemberî gelê kurd, li hemberî hemû gelên ku li ser esasê neteweya demokratîk xwe bi rêxistin kiriye vê planê dixi meriyetê.”
Bi erîşan diyalogê red dike
Xalid Omer bal kişand ser dem û pêvajoya êrîşan û wiha lê zêde kir: “Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan dewleta tirk dest bi van êrîşan kir. Bi van êrîşan xwest peyamê bide gelê kurd û hemû gelên cîhanê. Bi van êrîşan dibêje ‘ez diyalogê nakim, ezê bi şer armanca xwe pêk binim. Ez bi navê doza kurd tu dozan nas nakim. Em dikarin armanca van êrîşan wiha bixirxînin.”
Bi êrîşan dixwazin tawîzan ji Rêber Apo bigirin
Xalid Omer destnîşan kir ku îhtimalek din ya van êrîşan heye û wiha bi dawî kir: “Ev şer û êrîşên ku bi peyama Rêber Apo re hatin, ew jî yek ji amûrên ku dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan tawîzan ji Rêber Apo bigirin. Dibe ku di demên pêş de jî bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bên. Dibe ku parêzerên wî bi wî re hevdîtinan bikin û rewşê bi Rêber Apo re parve bikin. Dê bibêjin li dijî Rojava êrîşên giran pêş dikevin. Şehîd pir in. Binesaziyên herêmê tev hatine armancgirtin. Dewleta tirk bi van êrîş û kiryaran dixwaze vê yekê pêk bîne. Dixwaze bi van êrîşan tawîzan ji Rêber Apo û tevgera azadiye bigire.”