Di salên dawî de DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam, Bexda, Heleb û gelek navendên din çalakî û êrîşên xwe zêde dikin. Bi taybet piştî erdheja sibata 2023’an DAIŞ`ê êrişên xwe li Sûriyê zêde kirin û sivîl kirin hedef. DAIŞ`ê di 2023’an de li herêma El Sexne ya rojhilatê Humsê welatiyên ku dombelan kom dikirin û bendeke hêzên hikumeta Şamê ya herêma Dibiyat kirin hedef û di encamê de 61 welatî û 7 endamên hêzên hikumeta Şamê kuştin. Îro bi deh hezaran endam û malbatên DAIŞ’ê li Kampa Holê ten ragirtin û gelek ji wan li girtîgehan tên girtin. Her çend Rêveberiya Xweser, PYD û saziyên civaki yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Saziyên mafên mirovan dikin ku Dadgehek Navneteweyî ava bikin û endamên DAIŞ’ê bên darizandin û cezakirin jî welatên cîhanê li rewşa DAIŞ’ê temaşe dikin û tu gavên şênber navêjin. Ji ber li dijî DAIŞ’ê tu gav nayên avêtin û dewletên wekî Katar, Tirkiye, Iraq û welatên Ewropa piştgiriyê didin DAIŞ’ê, DAIŞ çalakiyên xwe yên li Rojhilata Navîn zêde dikin.
Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan di 22yê hezîrana 2024’an de raporek li ser malpera xwe belav kir û hejmara êrîşên DAIŞê belge kir. Li gorî wê raporê ji destpêka sala 2024’an heta Hezîranê, DAIŞ’ê bi rêya şaneyên xwe 135 êrîş di nava herêmên Rêveberiya Xweser de pêk anîne û ev êrîş li van herêman hatine kirin: 114 êrîş li Dêra Zorê, 13 êrîş li Hesekê û 8 êrîş jî li Reqayê. Ev êrîşên çêbûne jî bi rêya êrîşên çekdarî û teqîna mayînan pêk hatin û di encamê de bi dehan kesên sivîl û leşker jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Sîhanok Dîbo anî ziman ku ew di 7’emîn salvegera Rizgarkirina Reqqayê de ne û rizgarkirina Reqqayê ji bo wan bûyerek gelek girîng e û wiha got: “Ev destpêkek nû ye ji bo cîhana nûjen. Em dizanin ku her kes bawer dike rola Kurdan di rizgarkirina Reqqayê de pir girîng e. Kurdan di nava pêkhateyên ereb, suryan, aşûr û kesên din de, di şerê li dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina Reqqayê de rolek pir girîng lîst. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn heta îro ji bo Kurdan gavek pir dîrokî bû. Tofanek mîna DAIŞ’ê ji faşîzmê û nasîzmê pir pir talûketir bû. Di salvegera 7’emîn a Rizgarkirina DAIŞ’ê careke din vîna gelan pêş dikeve. Piştî rizgarkirina Reqqayê bi 2-3 salan zêdetir em nikarin bibêjin, Rizgarkirina Baxos û tunekirina DAIŞ em dikarin bibêjin DAIŞ di aliyê fizîkî û erdnîgarî de bû. Em nikarin bibêjin DAIŞ bi temamî tune bû.”
DAIŞ xwe ji nûve çalak dike
Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku di demên dawî de her kes dibîne ku DAIŞ careke din xwe çalak dike û wiha axivî: “Em dikarin bipirsin DAIŞ vê hêza xwe ji ku distîne. Çend sedemên wê hene. Sedema yekemîn çiqas çareseriya demokratîk tê taloqkirin, DAIŞ ew qas ji vê rewşê hêzê digire. Çiqas demokrasî paşve dikeve, DAIŞ ji bo xwe bi rêxistin bike vê rewşê ji bo xwe derfet dibîne. Rêxistinbûna DAIŞ’ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê xetere û rîsk e.”
Osmaniya Nû ji DAIŞ’ê sûdê digire
Dîbo, bal kişand ser dewlet û rêxistinên ku ji hebûna DAIŞ’ê sûdê digire û wiha lê zêde kir: “Sedema duyemîn jî divê em bipirsin. Kîjan dewlet û hêz ji rêxistina DAIŞ’ê sûdê digire. Hin projeyên reş û qirêj hene. Ev proje ji bo herêma Rojhilata Navîn pir xetere nin. Xwediyên van projeyan DAIŞ’ê ji bo xwe wekî amûr bikar tîne. Ev proje rê li pêş aloziya Sûriyeyê vedikin. Hin projeyên hatin ziman yek jê Osmaniya Nû bû. Ev proje ji bo gelê Rojhilata Navîn pirsgirêkek gelek mezin e. Sedema din jî pergala Hegomon çiqas berjewendiyên wê di DAIŞ’ê e hene? Hêza hegoman bi rengekî raste rast an jî bi fitlonek piştgiriyê dide. Gelek çavkaniyên ku ji bo DAIŞ xwe bi rêxistin bikin hene. Du sedemên sereke hene. Sedemên xwecîhî û sedemên derve dihêle ku hebûna DAIŞ’ê bidome. Dixwazin aloziya DAIŞ’ê her bidome. Rejîma desthilatdar a navendî û şêwaza navend netew dewletî dibîne ku DAIŞ ji bo hebûna wê destek e. A duyemîn, heta ku fikrên azad û demokrat û neteweya demokratîk hebe, hêzên hegomon naxwazin DAIŞ pûç bibe. Piştgiriya DAIŞ’ê projeyên bîrdozî û fikrî ne. Di heman demê de projeyên li ser DAIŞ’ê projeyên aborî ne jî.”
Rêveberiya xweser projeyên desthilatê pûç kir
Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Sîhanok Dîbo, bibîr xist ku rêveberiya xweser û Neteweya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li pêş projeyên wan ên qirêj girt û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê Rêveberiya demokratîk li pêş xwe asteng dibînin û li dijî wê DAIŞ’ê peş dixin.”
DAIŞ li pêş welatên cîhanê xwe bi rêxistin dike
Dîbo da zanîn ku hin welat, hin rejîm û hin kesayet bi projeyên îslama siyasî dibînin û hebûna wan diparêzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hebûna vê fikrê bi xwe re qeteriyek mezin tîne. Îslama siyasî ku derfet li pişta wê tune be, ne pêkan e xwe bi rêxistin bike. Di 600 salan de li Rojhilata Navîn di bin Osmaniya Kevn de derfet dît ku xwe bi rêxistin bike. Niha jî hin hêz dixwazin vê Îslama Siyasî, DAIŞ, Cepetul Nusra û hin rêxistinên din dîsa bi rêxistin bikin. Ev hêza alternatifa Dewleta Navendî ye. Her kes dizane ku Rojhilata Navîn di rewşeke awarte re derbas dibin. Di sedsala 21’emîn de îhtimal heye ev rewş bê guhertin. Li pêş welatên cîhanê her kes dibîne ku DAIŞ xwe bi rêxistin dike. Hin welat tenê temaşe nakin. Di heman demê de piştgiriyê jî didin DAIŞ’ê. Hin rejîmên desthilatdar, li ser feraseta yek ol, yek al, yek ziman û yek netew de piştgiriyê didin van hêzan. Dîsa ji ber aloziyên siyasî, aborî jî dixwazin alîkarên van rêxistinên çekdar bin.”
Çare Neteweya Demokratîk e
Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê PYD’ê Sîhanok Dîbo da zanîn ku hin proje li ser Rojhilata Navîn diyar bûne û wiha axivi: “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin a Nû û Projeya Ewrasya ku wekî projeyek kevn e, careke din hewldan heye ku xwe nû bike. Projeya ku em jêre dibêjin kember ango rêya Hevrîşimê ya nû ku Çîn serkêşiya wê dike ye. Projeya Osmaniya nû îro li Rojhilata Navîn xwe îlan dikin. Îslama Siyasî ya nû bi serkêşiya Erdogan pêşengiya vê projeyan dike. Li rojhilata navîn 5 proje tên amadekirin. Hemû proje ji bo gelê rojhilata navîn û çareseriya pirsgirêka gelê Rojhilata navîn nabin bersîv. Ji bo gelan nabe çareserî. Em dibêjin alternatifa van projeyan, Projeya Neteweya Demokratîk e. Protika wê jî Rêveberiyên Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin in. Siberoja demokratîk a Rojhilata Navîn di Rêveberiyên Xweser de veşarî ne. Nedîtin û çavgirtina li hemberî van projeyên li ser Rojhilata Navîn heye. Hewldanên DAIŞ’ê jî ji aliyên van hêzên ku projeyan amade dikin ve nehatine dîtin.”
DAIŞ talûkeyek pir mezin e
Dîbo bal kişand ser rewşa DAIŞ’ê ya piştî rizgarkirina Reqayê û ev agahî dan: “Pişytî rizgarkirina Reqa û tunekirina DAIŞ’ê, di Newroza 2021’ê de nêzî 58 hezar leşker û malbatên wan hatin girtin û li Girtîgeha Kampa Holê diminin. Kampa Holê niha di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye. Ev endamên 64 welatên cîhanê ne. Ji bo em van endaman teslîmî wan dewlet û welatan bikin di navbera me û gelek dewletan de diyayog pêş ketin. Lê me li pêşiya welatê cîhanê got. Me got divê Dadgehek terorê ya navneteweyî li herêmê bê avakirin û ev kes benê darizandin. Ji ber van kesan gelek zilm li miletên herêmê kirin. Di vî şerê DAIŞ’ê de nêzî 35 hezar kes şehîd û birîndar bûn. Me got ji bo edalet cih bibîne eger dadgehek navneteweyî bê avakirin û ev kes bên darizandin dê pir gavek bi edalet be. Li dijî terora li ser gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê gavek pir erênî be. Lê heta niha tu gavek şênber nehat avêtin. Her tim bersîvên sar hatin dayîn. Me xwest an bên darizandin, an jî van endamên terorê li gel malbat û zarokên xwe bigirin welatê xwe û li welatê xwe ceza bikin. Lê gav nehat avêtin. Armanca me ne tenê ceza kirin e. Em dixwazin ev rêxistina terorê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê bi rayedarên Amîra, Rûsya û welatên ewropa re hevdîtinên me çêbûn. Tevî hemû hewldanên me tu alîkarî nehat kirin û dadgeh nehat avakirin. Hemwelatiyen xwe jî nebirin welatên xwe. Îro xeteriyek pir mezin li Girtîgeha Holê û zindanên din hene.”
Ku rê li pêş DAIŞ’ê neyê girtin dê bêtir xwe bi rêxistin bike
Sihanok Dîbo herî dawî bal kişand ser talûkeya DAIŞ’ê û got: “Xebatên leşkerî her dem hene. Têkiliyên di navbera HSD’ê û koalîsyonê de didome. Ev têkoşîna leşkerî gelek caran bi raya giştî re tê parvekirin. Di aliyê siyasî de xebatên tên xwestin heta niha pêk nehatine. Hevkariya siyasî kêm dimîne. Eger rê li pêş DAIŞ’ê neyê girtin DAIŞ dikare careke din xwe bi rêxistin bike. Dikare bêtir xwe belav bike. Bi taybetî piştî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Serêkaniyê û Girê Spî hevkariya di navbera Rûsya û HSD’ê de xurt bû. Eger hevrêzî û hevgirtina di navbera HSD û hêzên Rûsya û koalîsyonê de xurt bibe, dê rê li pêşiya DAIŞ’ê bigire. Rê rê li pêş guhertina demografiya û koçberiyê bigire.”