12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Argeş Şengalî: Êrîş encama lihevkirina Bexda û Enqereyê ye

Argeş Şengalî der barê êrîşan li ser Şengalê pêk hatin de got: “Em dizanin ku hem êrîşên niha hem jî êrîşên ku dê pêk bên encamên lihevkirina di navbera Bexda û Enqereyê de ne. Heke di pêşerojê de Iraq peymanên xwe yên ku bi dewleta tirk re çêkiriye betal neke dê bi xwe jî bikeve tengasiyê.”

Dewleta tirk ji 23’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê êrîşên hewayî daye destpêkirin. Di êrîşan de sivîl û bînesaziyên heremê hedef tên girtin. Di encama êrîşan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 48 kesan zêdetir birîndar bûn.

Li Şengalê jî 6 şervanên Yekineyê Berxwedana Şengalê (YBŞ)  jiyana xwe ji dest dan. Her wiha sivîl birîndar bûn. Em der barê êrîşa li ser Şengalê û rewşa dawî bi rojnameger Argeş Şengalî re axivîn.

Rojnameger Argeş Şengalî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku di çend rojên dawî de balafirên bêmirov û yên şer ên dewleta tirk ên keşfê li ser Şengalê digeriyan û wiha got: “ 3 roj berê di seatên êvarê de êrîşên wan li ser komelgeha Digûrê çêbûn. Li wir jineke bi navê Întîsar Xwedêda birîndar bû. Di heman demê de li çend noqteyên YBŞ’ê ku li gundê Barê yê girêdayê Xanesorê bûn pêk hatin. Di vê êrîşê de tiştek bi şervanên YBŞ’ê nehat. Roja dîtir dewleta tirk dîsa bi balafiran gundê Barê bombebaran kir. Li wir şervaneke YPŞ’ê yê ereb şehîd ket, du şervan jî birîndar bûn.”

‘16 êrîş pêk hatin’

Argeş Şengalî got ku dema bombebaran sekinîne jî balafirên keşfê yên dewleta tirk ezmanên Şengalê terk nekirine û ev tişt anî ziman: “Bi şev êrîşên wan ên li dijî çiyayên Şengalê çêbûn. Di êrîşên li dijî Çilmêran de goristan jî hat texrîbkirin. Li navenda Şengalê li dijî taxa Nesir êrîş pêk hat. Bi gelemperî 16 êrîşên dijwar li dijî Şengalê pêk hatin. YPŞ’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 6 şervanên wan şehîd ketine, hatin oxirkirin. Her wiha 2 şervan û 2 jî sîvîl birîndar bûne.”

Şengalî ji bo dema êrîşan wiha axivî: “Êrîşên li ser Şengalê piştî çalakiya li peytexta dewleta tirk pêk hat, dest pêkirin. Dewleta tirk dixwaze tola çalakiya Enqerê ji sivîlên rojavayê Kurdistanê û Şengalê bigire. Lê hê di roja destpêkê ya êrîşan de Tevgera Azadiyê, Rêveberiya Xweser, TAJÊ û gelê Şengalê li cihê ku bûyera yekemîn kombûn û piştgiriya xwe ya bi şervanên YBŞ û YJŞ’ê re anîn ziman. Li navçeya Sinûnê gel bi awayeke girseyî derket kolanan û li dijî êrîşan meşeke li darxist.”

Lihevkirinên Enqere û Bexdayê

Rojnameger Argeş Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser armancên êrîşan û wiha pê de çû: “Demeke dirêj bû (ji 8’ê tîrmehê vir ve) êrîş li ser Şengalê pêk nedihatin. Lê em dizanin ku hem êrîşên niha hem jî êrîşên ku dê pêk bên encamên lihevkirina di navbera Bexda û Enqereyê de ne. Ji bo hevdîtin bi Bexdayê re bê kirin demeke dirêj trafîka hevdîtinê dihat kirin. Di encamê de Erdogan bi Baxdeyê re li ser 26 xalên ku di nav de mijarên ewlehî û îstixparî jî cih digirin li hev kirin. Hemû xalên ku hatin qebûlkirin jî di berjewendiyên dewleta tirk de ne. Dewleta tirk bi van xalan êdî bi rehetî dikare sînorên Iraqê derbas bike. Xalên ku di berjewendiyên dewleta tirk de ne di meriyetê de ne lê tu xalek jî ji bo Iraqê nayê bicihanîn. Lê van xalan jî têra dewleta tirk nekirin ku dîsa dest bi trafîka hevîtinan kirin û di encamê de li ser 10 xalên ku dîsa mijarên ewlehî û îstixparî tê de cih digirin li hev kirin. Jixwe li du van lihevkirinan bû ku êrîş li ser rojnamegeran pêk hat û Murad Mîrza şehîd ket.”

Şengalî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke di pêşerojê de Iraq peymanên xwe yên ku bi dewleta tirk re çêkiriye betal neke dê bi xwe jî bikeve tengasiyê. Ji ber em dibînin ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê her roj gav bi gav axa başûrê Kurdistanê dagir dike. Dewleta tirk bi dehan km’yan ji sînorê xwe dûr ketine û nêzê bajarên Silêmaniyê, Hewlêr û Dihokê hatine. Ev jî dê xeteriyeke bi xwe re bîne.”

Armanca bidestxistina rêya Herîra ye

Rojnameger Argeş Şengalî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ya din jî dê li mintiqa Başîqa û Behzanê ku ew jî cihê êzidiyane û qaîdeyên şelkerî yên Iraqê li wir ku jê re Zilîkan tê gotin di hedefê de ye. Dewleta tirk dixwaze rêya Herîra ya ku ji Besra diçe heta Enqerê bikeve meriyetê. Ew rê jî ji kêleka Şengalê ji deşta Nînovayê derbas dibe. Dema ku ev rê ket meriyetê û armancên dewleta tirk pêk hatin dê dewleta tirk ji bo Til Efer ya ku piraniya wan tirkmen in bikeve nav liv û tevgeran. Divê em ji bîr nekin ku ji dîrokê heta niha 74 ferman li ser êzidiyan pêk hatine û di nav van hemûyan de tiliya dewleta tirk hebûye. Heke dewleta tirk li Til Eferê bi cih bibe dê êzidî bi xeteriyekek nû re rû bi rû bimînin. Wek tê zanîn gundên bakurê Kurdistanê yên êzidiyan di salên 1915’an şûn de bi gundên ermanan re hatin valakirin. Dibe ku li Til Eferê tirkmenan bikin hincet û gundên êzidiyan vala bikin. Divê Iraq vê xetereyê jî bibîne.”