Bi hezaran şêniyên kantona Dêrazorê di xwepêşandanekê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan şermezar kirin.
Bi hezaran şêniyên kantona Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û rêxistinên civaka demokratîk ji bo êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin çalakî pêk anîn. Girseya ku li pêş avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê ya li Herêma 7 Kîlo kom bûn û meşiyan. Di xwepêşandanê de pankartên “Em êrişên li dijî Iraqê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin”, “Em ê têkoşîn û berxwedanê li dijî faşîzmê bidomînin” û “Bimire Erdogan” hatin vekirin.
Li Çerxerêya 7 Kîlo xwepêşandan rawestiya û veguherî mîtîngê. Li wir hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Felek El Osman axivî û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.
Felek anî ziman ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk a dagirker êriş sivîl, zarokan û binesaziya herêmê dike û wiha got: “Dixwaze bi êrişan vîna me bişikîne, lê wê vîna me naşikê. Dewleta Tirk ji destpêka aloziyê ve piştgiriya terorê dike, DAIŞ`ê fînanse dike û bi rêbazên herî hovane êrişî gelên herêmê dike.”
Endamê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê Esed El Mihemed jî axivî û anî ziman ku êrîş sûcekî şer ê li dijî mirovahiyê ye û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo parastina herêmê berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got: “Qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên dewleta Tirk bigirin.
Di çalakitê de daxuyaniyek jî hate dayîn. Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya li hember wê, hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku ev êriş, li dijî ewlehiya herêmê ye û aloziya mirovî kûrtir dikin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Hilweşe dewleta Tirk a dagirker ” û “Bijî QSD” bi dawî bû.
Dirbêsiyê
Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê li hember êrişan li Qada Jina Azad xwepêşandanek li dar xist.
Til Temir
Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê meşiyan.
Hesekê
Li Hesekê jî Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji pêşiya navenda partiyê ya li Hesekê meşiyan. Bi dehan endamên meclisê tev li çalakiyê bûn.
Kampa Serêkaniyê
Rêveberiya Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê daxuyaniyek da.
Kampa Waşûkanî
Li Kampa Waşûkanî daxuyaniyek hate dayîn.
Amûdê
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Qamişlo
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da. Her wiha rêxistinên civaka sivîl li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê çalakiyeke protestoyî li dar xist û di çalakiyê de daxuyanî da.
Kantona Efrîn û Şahbayê
Koordînasyona Partiyan a kantonê li qada bazarê ya gundê Babnisê daxuyaniyek da.
Reqa
Li Reqayê, Kongreya Îslama Demokratîk, Desteya Kar û Barên Olî yên Tebqa û Reqayê 2 daxuyaniyên cuda dan.
Kobanê
Nivîsgeha Parastina Zarokan ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.
Di tevahî çalakiyan de, êrişên dewleta Tirk a dagirker, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember wan êrişan hatin şermezarkirin û her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan hate kirin ku berpirsyarên xwe bi cih bînin û rê li pêşiya siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê herêmê bigirin.
Di daxuyaniyan de li hember êrişan, banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê hate kirin.