12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gestûs

Beybûn Arîn

Gestûs bi piranî wek têgeheke şanoyê tê zanîn û belav bûye. Herwiha gestûs wek têgeheke şanoyê cara pêşî ji hêla şanogerê elman Bertolt Brecht ve hatiye bikaranîn. Brecht di dema xebatên xwe yên li ser şanoya epîk de zêdetir bal kişandiye ser gestûsan.

Gestûs, anku hal û hereket, liv û tevger; lê tevgerên çawa? Tevgerên ku xwedî bingehên kûr û civakî ne. Ji ber vê yekê ye ku van tevgeran bala hinek beşên zanistê kişandine. Mînak antropolojî. Jixwe gestûs bi antropolojiyê re derketiye holê û bi vê zanistê re zêdetir bal kişandiye ser xwe.

Dema ku em bala xwe didin etîmolojiya gestûsê, gestûs ji peyva ‘gignere’ ya latinî tê. ‘Gignere’ tê wateya ‘zayînê’, ‘diyarbûnê’, ‘derketina holê.’ Ev peyv bi demê re bûye gestûs û ji latinî derbasî zimanên din bûye. Di elmanî de bûye ‘geste’ û tê wateya ‘hal û hereket’, ‘ragihandina bikaranîna laşî’.  Di roja me ya îro de wek geste û gestûs belav bûye.

Gestûs bi piranî wek têgeheke şanoyê tê zanîn û belav bûye. Herwiha gestûs wek têgeheke şanoyê cara pêşî ji hêla şanogerê elman Bertolt Brecht ve hatiye bikaranîn. Brecht di dema xebatên xwe yên li ser şanoya epîk de zêdetir bal kişandiye ser gestûsan. Brecht, bi gestûsên şanogerên xwe dixwaze balê bikişîne ser tevger, peyam û bûyerên civakî û siyasî. Brecht jî naxwaze ku şanogerên wî tevgerên xwe yên şexsî û bertekên xwe yên derûnî nîşan bidin li hemberî rola ku tê de ne. Brecht, naxwaze ku li ser dikê tevgerên karekterîstîk bibîne ew dixwaze di bin her tevgerê de kodek civakî hebe referans her civak û bertekên wan ên li dijî bûyeran be. Jixwe Brecht, ji bo gestûsê wiha dibêje; “Gestûs têkiliyen mirovan ên bi hevdû re derdixe pêş. Bo mînak ger karek bê kirin, têkiliyên civakî yên mîna îstîsmar an jî hevkariyê di xwe de nehewîne nabe gestûs.” (Brecht,1987:138)

Di şanoya epîk de hemû jest û mîmîk ne gestûs in

Li ser gestûsên ku di şanoya epîk de tên bikaranîn Ozlem Ozmen wiha dibêje: “Gestûs di şanoya epîk de tên bikaranîn. Lê gestûs tenê ne liv û tevgerên rûyî ne, gestûs herwiha ew têgeh e ku kostum, rêveçûn, awayê xwarinxwarinê û tevgerên lîstikvanan ên din jî dihewîne. Dema ku ev liv û tevger pirsgirêkên civakî nîşan didin û civakê rexne dikin wê demê ev gestûs in. Di şanoya epîk de hemû jest û mîmîk ne gestûs in.”

Ev tevger hinek minakên gestûsan in

Di jiyana rojane de dema mirov bala xwe bide tevgerên mirovan mirov dê mirovan baştir fahm bike ka gestûs çi ne. Di meşa jin û mêran heta bi ayîna pereyan ji bo dema danûstendinê de, ev tevger hinek minakên gestûsan in ku taybet in ji bo civakan. Mesela hinek cudahî di navbera gestûsên kurd û tirk, ereb û farisan de hene. Lê ji ber ku ev civak cîranên hev in olên wan yek in erdnîgarî û şert û mercên xwezayê wek hev in gelek gestûsên hevpar hene. Li gel van hevpariyan ji ber kodên civakî gestûsên cuda jî pir in. Mesela dema jineke kurd li hemberî rewşekê şaş dibe berteka wê ji yên jinên tirk, ereb û faris cudatir ev rewş xweserî jina kurd tênê ye, di mêrên kurd de jî ev gestûs dê bi awayekî cuda derkeve holê.

Bi kurtasî em dikarin ji bo gestûsan wiha bibijin; ji bo ku tevgerek bibe gestûs divê bingeheke wê ya civakî hebe. Anku ev tevger xwedî kodek civakî ye. Gestûs li gor civakan, li gor zayendan tên guhertin.

BRECHT, B., (1987). Sanat Üzerine Yazılar, wer. Kamuran Şipal, Weşanên Cem, Stembol.

TÖNEL, A., (2012). Tiyatro Oyunculuğu ve Gestus, Kovara ART-E, Zanîngeha Süleyman Demirel.

ARICI, O., (2006). Epik Tiyatro ve Gestus Kavramı Üzerine, Kovara Ziman û Edebîyata Elmanî, Zanîngeha Stembolê.

ÖZMEN, Ö, (2020). Berthol Brecht