Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 1971’an de li Dêrsimê ji dayik dibe. Dibistana seretayî û navîn li Xarpêtê bi dawî dike û di 1989’an de diçe Zanîngeha Stenbolê. Piştî ku nasîna wê di sala 1990’an de bi Tevgera Azadiyê re çêdibe tev li xebatan dibe. Di nav xebatan de tê girtin. Bêrîtan dema di bi çavan de ye li ser wê îfade tê dayîn. Ji ber vê yekê rastî îşkenceyên giran tê, lê dîsa jî li hemberî dijminê xwe serî natewîne.
Bêrîtana ku ji dilbûnê rizgar dibe berê xwe dide qadên şer û lêgerîna xwe ya heqîqetê li wir didomîne. Bêrîtan bi têkoşîna xwe ya ku li çiyayên Kurdistanê da, nîşanê herkesê da ku ‘Ne kurd kurdên berê ne, ne jî jin wek berê kole ne.’
Jixwe dema hê Bêrîtan berê xwe nedabû çiyayan jî tim li malan kom dibû û ji jinan re pirtûkan dixwend. Pêvajoya ku Bêrîtan bi jinan re kom dibû demeke ku kombûna wan û axaftina wan a kurdî qedexe de bû pêk dihat. Jin ji bo Bêrîtan tim girîng bûn. Bêrîtan bandorê li her jinên ku wê nasdikir, dikir. Dema pirtûkek bixwenda heta ku ji aliyê herkesê ve nehatana fêmkirin derbas nedikir. Jinên ku ji Bêrîtan bandor bûn ji her alî ve girêdayê têkoşînê bûn.
Bêrîtana ku li dijî faşîzmê şer dikir di serdegirtina qerekola Rûbarokê de ji rûyê xwe birîndar dibe. Lê li cihê ku xemgîn bibe bi birîna xwe şanaz dibe. Dibêje jin bi şerkirinê xweşik dibin û birîna xwe jî weke parçeyê vê xweşikbûnê dinirxîne.
Bêrîtana ku xwediyê xîreteke mezin bû, ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re raporeke dinivîse û dibê ‘ez dixwazim ji dahurandinên Rêbertiyê sudê werbigirim û ceribandina romanekê bikim’. Rêberê PKK’ê li ser vê daxwaza wê dibêje: “Li gel me hetanî niha kesekî gotineke wiha negotibû. Hevaleke gelekî pêwendîdar bû.”
Bêrîtan ji her aliyê ve xwe tev li têkoşînê dikir. Ji ber vê yekê jî di nav şer de jî bi kesayeta xwe ya têkoşer kesayeteke diyarker bû. Bêrîtan di nav şerê ku di dîroka kurdan de wek şerê başûr tê naskirin de jî cihê xwe girt. Bi vê cihgirtinê bi her kesê da qanihkirin ku vîna jinan çiqas xurt e. Bêrîtan di şer de bû rûhê têkoşînê û ji bo jinan bû hêvî. Yekîneya ku Bêrîtan jê re rêbertiyê dikir bi rojan li dijî dewleta tirk û pêşmergeyan şer kir.
Bêrîtan heta dawiya guleya xwe jî şerê xwe berdewam kir. Dema guleyên wê qediyan jî ji bo çeka wê nekeve destê dijminê wê çeka xwe şikand. Pêşmergeyan jê xwest ku were teslîm bibe, lê wê vê daxwazê red kir û wek gelek jinên ji bo xwe biparêzin di zinaran de avêtibûn, di 25’ê Cotmeha 1992’yan xwe ji zinar avêt. Bêrîtan bi vê yekê ji bo jinên kurd bû sembolek û bi sekna xwe ‘Xeta Bêrîtan’ ava kir.
Piştî şehadeta Bêrîtan di 25’ê Cotmeha 1993’yan de artêşa jinan hat avakirin. Îradeya Bêrîtanbûyî artêşbûneke mezin a gerîla ya jinan afirand. Hişmendiya azadiya jinan a ku Rêber Apo afirand, bi rastiya jiyan û berxwedanê ya Bêrîtanan şênber bû. Şerê jinan ê Bêrîtanbûyî bû çavkaniya bingehîn a artêşbûna jinan û şoreşa jinan. Çavkaniya ku ev berxwedana mîna agir şewitîner, mîna zinaran tûj e, rê li ber hişmendiya azadiyê ya jinan bêhempa, artêşbûn, rêxistinbûn û partîbûna jinan vekir. Jinên kurd veguherand hêza bingehîn a pêşengiyê ji şoreşê û azadiya civakî re dike. Lewma rastiya Bêrîtan berxwedaneke ji rêzê nîne, felsefeyek e, pîvaneke jiyanê ye. Pîvana jiyana azad, xeta yekane ya berxwedana jinan e. Şopdarên fermandara mezin Bêrîtan, îro bi heman bawerî û biryardariyê li dijî dagirkerî, xiyanet, mejiyê serwer ê mêr û hêzên komploger di nava têkoşîneke bêeman de ne. Lewma îradeya civakî ya ku serî li ber êrîşên qirkirinê natewîne, berhema jinên kurd e ku di oxira azadiyê de bûne fedaî.