Bi piştgiriya Eyaleta NRWê ya Almanyayê û bi hevkariya Enstituya Lêkolînên Tendirustiyê ya Navçandî ya Baden-Wuerttembergê, Zanîngeha Eyaleta Baden-Wuerttemberg ya Almanyayê, kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî û Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî ya Şaxa Diyarbekirê, li Meletiyê dê perwerdehiyên girîng bên dayîn.
Ev perwerdehî ji bo pisporên qada tendirustiya derûnî hatine amadekirin û dê di navbera 02’ê kanûna 2024 û 06’ê kanûna 2024’an de pêk werin. Armanca van perwerdehiyan ew e ku pisporên qada tendirustiya derûnî di rewşên wekî erdhej û karesatên din de bi awayekî profesyonel alîkariya mirovan bikin.
Li ser navê ekîba koordînasyonê derûnnas Siyabend Aslan diyar kir ku piştî erdhejên 6 û 7ê Sibata 2023’an, bajar ne tenê ji aliyê fizîkî lêbelê ji aliyê derûnî ve jî hilweşiyan. Siyabend Aslan got, “Piştî wan erdhejan bandorên derûnî îro xwe bêhtir didin der. Ev rewş bi lêkolînên zanistî hatiye piştraskirin ku piştî van erdhejan gelek kes hê jî di bin bandora trawmaya erdhejê de ne.”
Perwerdehî li Meletiyê bo 25 kesên pispor tê amadekirin ku ev kes derûnnas, psîkiyatrîst, şêwirmendên derûnî, pisporên xizmeta civakî û pisporên geşedana zarokan in. Hemû perwerdehî dê rû bi rû, bêpere û bi zimanê tirkî bin.
Mijarên sereke yên perwerdehiyê ev in:
– Alîkariya pêşîn a Derûnî di Rewşên Erdhej û Karesatan de (Psikiyatrîst û Psîkoterapîst Azad Günderci
– Trawma û Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (Prof. Dr. Okan Taycan- Psikiyatrîst û Psîkoterapîst )
– Rola Xizmeta Civakî di Rewşên Erdhej û Karesatên Din de (Dr. Endamê Hîndekariyê Adem Kiliç – Pisporê Xizmeta Civakî )
– Nêzîkahîtêdanên Derbarê Tendirustiya Derûnî ya Zarok û Kamilan (Doç. Dr. Damla Eyüboğlu – Psîkiyatrîsta Zarok û Kamilan)
– EMDR: Serederîkirina bi Trawmayê re (Prof. Dr. Burhanettin Kaya – Psikiyatrîst û Psîkoterapîst )
– Psîkodrama wekî Metodeke Tedawiyê (Prof. Dr. Arşaluys Kayir – Psîkolog & Psîkodramatîst)
Pisporên tendirustiya derûnî bo ku tevlî van perwerdehiyan bibin dikarin heta 20ê Kanûna Pêşîn a 2024an saet 17:00an serî li vê lînkê bidin:
https://docs.google.com/forms/d/124YiEHfxo4531L4y6UuExH1E8q_bB28AV-WYKAe1W8c/edit#responses
Tê zanîn ku Meletî bajarê sêyan û yê dawî ye ku ev perwerdehî dê bê lidarxistin. Beriya vê, li Semsûrê di Gulana 2024an de û li Hatayê di Îlona 2024an de heman perwerdehî hatibûn dayîn.