12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji hêza dayikan ditirsin

Yek ji çalakgerên Nobeta Aştiyê Fatma Sîlgîr anî ziman ku ew jî li gel dayikên Aştiyê beşdarî Nobeta Aştiyê ya Sîlopiyayê bû û got: “Dayikan daxwaza aştiyê anin ziman. Lê ew aştiyê naxwazin û ji dayikan ditirsin.”

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” 3 rojan nobet girtin. Gelek Dayikên Aştiyê yên ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê beşdarî çalakiyê bûn. Parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên MEBYA-DER, TUHAD-FED û gelek kesên din beşdar bûn. Di çalakiya 3 rojan de polîs û leşkeran êrîşî dayikan kir û 3 rojnameger bi giştî 22 kes bi êşkenceyê binçav kirin. Dayikan piştî 3 rojan di 17’ê cotmehê de çalakiya xwe bi dawî kirin. Yek ji çalakgerên Nobeta Aştiyê Fatma Sîlgîr ji Rihayê tev li çalakiyê bû. Sîlgir anî ziman ku ew jî li gel dayikên Aştiyê beşdarî Nobeta Aştiyê ya Sîlopiyayê bû û got: “Me xwest li dijî şerê heyî daxwaza aştiyê bînin ziman. PDK û Tirkiye li başûr bi hevre hevkariyê dikin û şer pêş dixin. Di şer de zarokên hemûyan tên qetilkirin. Ji bo zarokên vî gelî neyên qetilkirin û şer bi dawî bibe, dayikan ev biryara çalakiyê girt. Me jî piştgirî da dayikan û em tev li çalakiya aştiyê bûn. Ji gelek bajarên Kurdistanê dayik hatin.”

Ji aştiyê ditirsin

Sîlgîr anî ziman ku dewlet ji aştiyê ditirsin û wiha axivî: “Ew ji Hêza dayikan ditirsin. Aştiyê naxwazin. Dema aştiyê bixwazin diviya bû alîkarî bidana dayikan. Me 3 rojan li ser sînor nobet girtin. Leşker û polîs dixwazin bêtir çalakiyên ji bo aştiyê astengiyan pêş bixin. Ew bi astengkirina daxwazên aştiyê bêtir pereyan digirin.  Ew qas polîs û leşker hatin kom bûn. Ev nîşan dide ku çiqas ji hêza dayikan û çiqas ji aştiyê ditirsin. Hejmarek deh qat qasî dayikan hatin li wir kom bûn. Pir ji hêza dayikan ditisin.”

Daxwazên dayikan yek e

Fatma Sîlgîr da zanîn ku gelek dayik ji bajarên cuda hatin li Sîlopiya kom bûn û wiha  berdewam kir: “Em ji bajarên cuda hatin. Lê daxwaza me yek e. Êşa me û daxwazên me yek e. Em aştiyê dixwazin û dixwazin êdî mirov neyên kuştin. Em wekhevî û aştiyê dixwazin.  Kurd, tirk, ereb dibe bila bibe, daxwaza dayikan tevan aştî û wekhevî ye. Wan çiqas êrîşî me kirin û xwestin em belav bibin. Lê dayikan belav bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Destûr nedan ku dayik çadirê vekin. Dayik binçav kirin. Ji hêza dayikan ditirsin. Ji bo dayik bêdeng bimînin û belav bibin dayik binçav kirin. Lê dayik bi biryar bûn û cihê xwe terk nekirin. Gotin çi dibe bila bibe em ê cih terk nekin. Cihê xwe terknekirin jî.”

Sîlgir bal kişand ser binçavkirina 3 rojnamegeran jî û wiha got: “Ji bo rojnamegeran zextên polîs û leşkeran kişand û xwestin dengê dayikan bigînin cîhanê, rojnameger binçavkirin. Ji bo ker û kor bikin rojnameger binçav kirin. Ji hêza rojnamegeran ditirsin. Ji bo rojnager dinyayê bi dengê dayikan nehisînin ew binçav kirin. Ji bo dengê dayikan li cîhanê belav nebe rojnameger binçav kirin. Dema em hatin navçeya sîlopî me dît ku komek rojnameger li wir in. Dema me got ‘Hûn li vir çi dikin?’ Gotin hevalên me yên rojnamevan hatine  binçavkirin, em li şûna wan hatine çalakiyê we bişopînin. Em bang li hemû dayikên tirk, ereb û kurd dikin. Rengê dayikan tune. Divê hemû dayik li dijî zext û tundiya polîs û dewletê bêdeng nemînin û daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman.  Ji bo negihiştin bigên ser sînor em asteng kirin em pir xemgîn bûn. Em ji bo tevahiya dinyayê aştiyek mayinde dixwazin.”