13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li Amedê û Dîlokê ji bo Rojîn meşiyan

Jinan li Amed, Dîlok û bi meşên girseyî kuştina Rojîn Kabaîş şermezar kirin û anîn ziman ku kuştina jinan polîtîk e.

Di mehekê de 2 jin hatin windakirin û qetilkirin. Zaroka jin a 8 salî Narîn li Amedê û xwendekara zanîngehê ya 21 salî Rojîn li Wanê hatin windakirin û kuştî hatin dîtin. Çalakiyên ji bo kuştina jinan zêde dibin.

Amed

Jin ji bo kuştina xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş şermezar bikin heta Goristana Yenikoyê ya Amedê meşiyan.

Ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş ku cenazeyê wê 18 rojan piştî windabûna wê ya li Wanê hate dîtin, li Mala Şînê ya Abdûrrahman Enç şîn hate danîn. Jinên ku serdana şînê kirin pişt re serdana gora Kabaîş a li Goristana Yenîkoyê hate veşartin kirin. Malbata Rojîn Kabaîşê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kesan di meşê de cih girt.  Jinan anîn ziman Rojîn Kabaîşê întîhar nekiriye û hatiye kuştin. Jinan di meşê de pankarta “Cînayetên jinan polîtîk û îdeolojîk e” vekirin û dirûşmên “Bêdeng nebe, qasî ku bêdeng bibî dê dor were te jî”, “Jin jiyan azadî” , “Destê li jinan radibin bila bişikên” , “Rojîn Kabaîş nemire” , “Peymana Stenbolê dide jiyîn” û “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” berz kirin. Jinan piştî meşê qurnefîl danîn ser gora Kabaîşê.

Dîlok

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê der barê xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku li Wanê winda bû û cenazeya wê 18 roj şûnde hat dîtin daxuyaniyek da. Jin li Qada Balikli hatin gel hev û pankarta ‘Em bêdeng namînin, serî natewînin natirsin û li dijî kujeran wê têkoşîn xwe bidomînin’ vekirin. Gulfîdan Ozpolat daxuyanî xwend û da zanîn ku 11 rojan de 26 jin hatine qetilkirin û got: “Gre kujerên jinên din Û Gulîsan Doku bihata darizandin wê îro Rojîn winda nebûya. Wê Rojîn nemiriba.  Daxwaza me eve ku der barê mirina Rojînê de lêpirsînek bi bandor bê meşandin. Em ê ji bo jiyan û mafên xwe bêdeng demînin.  Em ê jiyanek azad û wekhev bi têkoşîna rêxistinkirî ava bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dawî bû.