Pirtûka Elî Çabûk a bi navê Dildarê Feraşînê ji Weşanxaneya Aramê çap bû. Çabûk di romana xwe de qala eyaleta Botanê û serpêhatiye Serfermandarê Botanê Rojhat vedibêje.
Romana Elî Çabûk ya ku ji nava weşanên Aramê derçûye bi navê “Dildarê Feraşîne”, romana pêngavekê û rewşa eyaleta Botanê ku serfermandarê wê Rojhat e, vedibêje. Di pêşgotina romanê de jî tê xuyakirin ku heta ku em roman bi dawî bûye, li gor şert û mercên girtîgehan 4 salan domandiye û her wiha çend caran jî hatiye sirgûnkirin heta ku qediya ye. Di pêşgotina romanê de tê dîtin ku nivîskar Menaf Osman û jî nivîskarê romana “Dildarê Feraşînê” Elî çabûk, ji bo nivîsandina vê berhemê, bi hev re kedek mezin dane û gihaştine armanca xwe.
Her çi qas navê romanê “feraşîn” be jî lê di encamê de xwendevan wê tê bigihên ku Ava Masîro wê me xemgîn bike, ne feraşîn. Feraşîn dihe cihekî berxwedan û lehengiyek e mezin û rêbertiyê ji qadeke nû re vedike, piştî şerê çiyayê Reşkê û şahedeta 49 gerîlayan û zivistanek e dijwar li Eyaleta Botanê ku dest pê dike.
Berî ku yekîneyên li Eyaleta Botanê ji başûr ber bi bakûr ve bi rê kevin, operasyonek e berfireh ku di 14’ê Gulana 1997’an de li ser sînor bi xiyaneta PDK’ê re tê li dar xistin ji milê bakûr û başûr ve; qada Metîna û Zapê dide ber xwe, lê derbeteyek e mezin him hêzên dagirker û him jî hêzên xiyaneta PDK’ê dixwe. Helêbkopterek dikeve û van hêzan neçar dibînin, operasyonan bi dawî dikin. Çend gerîlayên ku birîndar bûbûn jî li nerxweşxaneyên başûr, li Hewlêrê tên dermankirin. Bi vê re tevî berpirsyarên nerxweşxanê, bijîjk û birîndaran ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve têne dorpêç kirin; bi dorpêçê re 14 kesan jiyana xwe ji dest didin, em ê bi berfirehî di romana “Dildarê Feraşînê” de bibînin. Di romanê de em ê rewşa PDK’ê ya îro ku li başûr bûye balpiştê xiyanetê û rê ji dagirkeran re vedike, baş bibînin ku xiyanet di dîrokê de xwe dûbare dike.
Li gor pêngavê biryargeha navendî diyar dikin ku dê “sala 1997’an bibe sala fînalê”, çalakiya ku dê li navenda Çolemergê bihata li dar xistin, bajar çawa bi dest bixin bin qontrola gerîla, tevahî herêma Botanê bi dest bixin ku ji wê herêmê re bibêjin “Hikûmeta herêma şer ya Botanê!”, lê bi rêya xiyanetê ku çawa ew çalakî tê sabote kirin, ji aliyê leşkerên kolonyalan ve ku ciwanan rê dikin nava gerîla û wan bi kar tînin, şebekeya esrar û eroînê li wir dişoxilînin, rewşa gelên herêmê, cerdevanan û ji van cihêtir bi zimanekî henûn, zenûn û herikbar em ê tê de bibînin.
Di heman demê de em ê biryara zagona leşkerî ku ciwan ji bo necin leşkeriya dagirkeran nekin û biçin nava qadên gerîla ku çawa pêk tînin rast bên. Pê re xwarinên taybet yên gerîlayan bi navê Etî Mirtoxe, Ulker Pîno û Mîs Heval rast bên. Çaya siyasî û leşkerî ku li dûv tê. Û her wiha bibin şahidê nîqaş û laqirdiyên wan yên wê pêvajoyê.
Ya pir giring jî zivistana Botanê ku çawa gerîla lê rast tên, tiliyên lingên wan tên şewitandin û têne jêkirin, bi dilekî xemgîn û tijî hestbar dilê xwe digûvêşin û bi hev re vê êşê parve dikin ku xwendevan pê re rondikan bibarînin!.. Gerîlayên ku di wê demê gihîştine şahadetê jî çawa ji nav dorpêça şer derdixin û bi awayekî li qadên parastinê binax dikin, yeko yeko vedibêje.
Di encamê de, ev roman ji bîranînên gerilayan bi zimanekî çîrokî û romanî hatiye hûnandin û nivîsandin. Mîna belgeyeke resen a pêvajoyekê, zor û zahmetiyên wê, di warê sîyasî, leşkerî, aborî û derûnî de radixîne ber çavan.
Weke encam, Ava Masîro her çiqas fermandarê pêngava Botanê, Rojhatê ku di nava gel de bi navê “Şêrê Cengê”, an “Serleşkerê Govenda Cengê” dihat nas kirin ji me stend jî, weke navê xwe, bi gotinên Serfermandar Cemal ku çend hêstiran li rûqalî gerîlayan dibarîne ser darbesta wî; bi gotinên dawî oxir dike û dispêre xakê.
Elî Çabûk ji 2004’an û vir ve girtiyekî vê dozê ye û hîn di zîndanê de ye. Bi vê berhema xwe ked û fedekariyek e mezin da, wek romanekê “Dildarê Feraşîn”ê xist nava wêjeya kurdî û gihand ber xwînerên zimanê şêrîn. Her çiqas roman ji 350 rûpelan pêk bê jî, bi xwendina wê re mirov diherike nava rûpelan û bi baldarî di nav de hûr û kûr dibe. Bi vê berhema giranbûha pêvajoyek, serdemek û pêngavek ji ber nîrê wendabûnê, bi zimanê Elî Çabûk ê resen û zelal xelas bû.