12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ger mirov eslê xwe înkar nekin tirk namînin

Her miroveke/her mirovekî hişmend û azadîxwaz naxwaze li cîhanê sînor hebin. Naxwaze li cîhanê şer û dewlet hebin… Bila konfederasyona mezin a cîhanê bê damezirandin, hemû gel bê sînor, bê dewlet azad û wekhev bijîn.

Dil dixwaze li ser ruyê cîhanê di navbera miletan de qet sînor nebin, kesek karibe ji Kapstadta li herî jêra Afrîqa, ji Sri Lanka ya li herî jêra nîvgirava Hindistanê, ji giravên Indonesya û Avustralya, ji Tokyo ya Japonya, ji Kamtşaka ya Rûsya, li Kap Horn a li herî jêra Amerîkayê rabe, bi rê keve û dilê wî/wê kîjan welatî bixwaze bê pasaport, bê vîze wek ji gundê Gurik diçe Qûzo ji xwe re bigere û vegere welatê xwe. Hemû welatên li cîhanê sînorên navbera xwe rakin. Cîhan tev bibe konfederasyoneke mezin a ku qet lê şer û pevçûn tine be. Febrîqeyên çekan tev werin betalkirin û ji zarokan re lîstokan derxînin. Di cîhaneke wisa bê şer û bê sînor de, xizmetên wek tenduristî, xwendin, av û elektrîk, kirêya xaniyan û xwarinên bingehîn belaş bin, ji ber ku pereyê diçe şer-gava şer tine be wê li gel vegere û têrê dike ku ev xizmet belaş bin.

Gava cîhan tev bibe konfederasyoneke bêsînor, bêguman wê demê pirsgirêka welatên bindest ên wek kurd û Kurdistanê jî çareser dibe:

Gava sînorên ti welatî tine bin, bila yên kurdan jî tine bin,

Gava hêza birêvebirinê ya ti welatî tine be, bila ya kurdan jî tine be,

Gava nasnameya ti welatî tine be, bila ya kurdan jî tine be,

Gava benqe û kirîn û firotina ti welatî tine be, bila ya kurdan jî tine be,

Gava welat tev dev ji zimanên xwe berdin û bi zimanekî gelemperî biaxivin, bila kurd jî dev ji zimanê xwe berdin û bi wî zimanê gelemperî biaxivin,

Gava li ser nasnameya tirkan “Tirk û Tirkiye”, li ser a ereban “Ereb û Sûriye, yan Iraq”, li ser a farisan “Fars, Acem û Îran”, li ser a almanan “Deutsch û Deutschland”, li ser a Fransizan “French û France” nenivîse, bila li ser a kurdan jî “Kurd û Kurdistan” nenivîse,

Gava welat tev dev ji ala xwe berdin û ti alan li ba nekin, bila kurd jî dev ji ala rengîn berdin û xwe bê al bihêlin.

Gava welat tev dev ji hestên xwedîsînorbûnê û domandina nijada xwe berdin, bila kurd jî dev jê berdin…

Bi kinayî Kurd tenê tişta ku gelên din xwediyê wê ne ji bo xwe dixwazin, ne kêm ne zêde:

Ger wê sînorên tirk, ereb, faris, alman, ingilîz û fransan diyarkirî hebin, çima sînorên welatê kurdan jî ên diyarkirî nebin?Ger wê hêza birêvebirinê ya tirk, ereb, faris, alman, ingilîz, frans û japonan hebe, çima wê hêza birivebirinê ya kurdan jî nebe?

Ger wê ev milet xwedîartêş bin, çima artêşa kurdan nebe?

Ger ev milet xwedîaborî û mafê kirînûfirotinê bin, çima wê kurd nikaribin li neft, zêr, maden, darûber û dewlemendiya welatê xwe xwedî derkevin?

Ger wê ev milet xwediyê nasnameyekê bin, ku li ser wê nasnameyê navê nijada wan û welatê wan binivîse, çima kurd nebin xwediyê nasnameyeke ku li ser “Kurd û Kurdistan” dinivîse?

Ger ev milet tev wê bi zimanê dayika xwe biaxivin û bixwînin, ji seretayî heta zanîngehê, ji radio heta rojname û televizyonan, çima kurd bi zimanê dayika xwe neaxivin û xwendegeh û zanîngehên xwe yên bi kurdî saz nekin?

Belê, kurd ne ji kesî parsê dikin, ne jî li ber kesî digerin, ew tenê daxwaza mafên xwe dikin û ji hemû gelên din re dibêjin “Çi yê te heye, divê ew ê min jî hebe. Ger yê te tine be, bila yê min jî tine be, lê na ger wê yê te hebe, çima yê min jî nebe?“

Li dinyê niha bêdadiyek, bêmafiyek heye: Hin milet xwediyê her tiştî ne û hin milet xwediyê ne ti tiştî ne. Gava di şerê cîhanî yê yekem û yê duyem de dewletên şerkar cîhan li hev dabeş kirin, hin milet kirin serdest û hin milet kirin bindest. Îro nayê wê wateyê, ku em rabin vê bêmafî û bêdadiyê bipejirînin û em bibêjin, de ji xwe dewleta wan heye, artêşa wan heye, zimanê wan heye, hêza wan heye, bila ew li ser serê me bin û bila em di bin wan de bin, xem nake, tenê gava li me siwar dibin, bila hinekî me neêşînin û carina me jî bi bîr bînin, bibêjin çi barhilgirekî baş e. Di dinyê de ji vê daxwazê xerabtir daxwaz heye gelo?

Çima ewê li ser serê te bin û çima tê di bin wan de bî? Ew zalim in, bêmaf in, ne bi dadwerî bûne xwedîdewlet. Hatine bi darê zorê axa te ji dest te girtine û tu înkar kirine. Tu nikarî hebûna wan bipejirînî. Îro hebûna dewleta tirk, ereb û faris ne rewa ye. Farisan bi dek û dolab axa kurdan ji dest wan girt. Tirkan bi xapandin û hêza ingilîz û fransan dest danîn ser axa kurdan, ereban jî bi xêra ingilîz û fransan dewleta xwe li ser axa kurdan wek diyarî ji destê ingilîz û fransan stendin. Çima wê serweriya van xwînxwar û bêmafan hebe, zimanê wan hebe, dibistanên wan hebe, sînorên wan hebe, nasnameyên wan hebe, çima wê yên kurdan tine be?

Kurd dixwazin qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin, li zimanê xwe, çanda xwe, axa xwe, dewlemendiya sererdûbinerdên xwe xwedî derkevin, xwe û wan bi rê ve bibin. Ger ev yek ji bo hemû miletan mafek e, kurd jî dixwazin bibin xwediyê vî mafî. Ger ew milet ji kurdan rêzdariyê li hember van mafên xwe û serweriya xwe dixwazin, divê rêzdariyê nîşanî mafê kurdan û serweriya kurdan jî bikin. Na, ger tirk, ereb, faris ji kurdan re bibêjin, gava tu daxwaza tayînkirina qedera xwe dikî, tu terorîst î, wê demê kurd jî dibêjin, gava hûn li hember tayînkirina qedera me her astengiyê derdixin, terorîzma mezin hûn bi rê ve dibin, divê dewleta we ya vê zilmê û bêmafiyê rewa dibîne were hilweşandin.

Her miroveke/her mirovekî hişmend û azadîxwaz naxwaze li cîhanê sînor hebin, naxwaze li cîhanê şer hebin, naxwaze li cîhanê dewlet hebin… Bila konfederasyona mezin a cîhanê were damezirandin, hemû gel hemû milet bê sînor, bê dewlet azad û wekhev bijîn, ev xeyal û daxwaza me tevan e, lê heta em digihêjin vê xeyal û daxwaza xwe, ji bo em li nav lingan neçin, ji bo kî were di ser me re derbas nebe, ji bo em karibin rûmeta xwe ya mirovbûnê biparêzin, ji bo em li nav miletan xwedî nav û nasname bin, divê çi tişta wan heye ya me jî hebe. Ji bo em karibin bi hev re bazarekê bikin jî divê em di heman astê de bin. Ew serdest û em bindest, emê çawa wan biguherînin? Dibêjin bila tirk xwe biguherin! Gava tirk xwe biguherin, li holê tirk namînin. Ew ji bo wê nikarin xwe biguherin, divê erka dewleta tirk,( û herwiha ereb, fars) ji holê werin rakirin. Tirk kombûna kesên eslê xwe înkar kirine ne. Kesên eslê xwe înkar dikin, ji xwe re dibêjin tirk. Guhertina van kesan tê wateya vegera ser eslê xwe. Yanî kurd wê bibêjin ez kurd im ne tirk im, ermen wê bibêjin ez ermen im ne tirk im, pomak, gurcî, laz, çerkez tev wê bibêjin ez pomak im, ez laz im, ez gurcî me, ez çerkez im, ez ne tirk im. Wê demê li holê tirk namîne. Pêwîstî bi dewleteke tirkan jî namîne. Û guhertin jî wisa dibe. Hem wek tirk bimîne, hem xwe biguhere, ev yek ne mumkun e. Karaktera tirkbûnê karaktereke înkarkirina eslê xwe ye. Ji bo wê nayê guhertin. Guhertina wê tê wateya rakirina ji holê ya tirkitiyê ye. Gava ji kesên eslê xwe înkar kirine, kesek nebêje ez tirk im, li holê tirk namînin… Gava li hole tirk nemînin pêwîstî bi dewleta Tirkiyê jî û sînorên wê jî namîne…